23 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandanên  li Îranê di roja 22yemîn de didomin

Xwepêşandan û çalakiyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 22yemîn de bê navber dewam dikin. Tê gotin nêzî 3 hezar 120 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 2 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.

Ji 28ê kanûna 2025an ve li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRANAyê, di nava 22 rojan de 24 hezar û 622 xwepêşander hatine binçavkirin.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 3 hezar û 120 xwepêşander hatine kuştin. Tê gotin ji vê hejmarê 22 kes di bin temenê 18 salî de ne. Herwiha tê gotin heta niha nêzî 3 hezar xwepêşander jî birîndar bûne.

Herwiha medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenên 132 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê hîn jî înternet û xetên peywendiyan têne qutkirin. Tevî vêjî hêzên rejîmê di avêje ser malên ku xwedî xetên peywendiyanin.

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê gelek hêzên leşkerî hatine bicih kirin û 24 saetan li cade û kolanan çavdêriyê li ser gel dikin. Di dema xwepêşandanan de çekên cuda û bombeyên gazê bikartînin. Herwiha ji bo diyarkirina mal û dikanên xwepêşanderan boyaxek taybet bikar tînin û diyar dikin.

Li aliyê din Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî bi rêya medyaya dewletê li xwe mikûr hat ku xwepêşanderan kuştin e û wan wek “têkder û alîgirên biyanî” bi nav kirin.

Di heman demê de Dozgerê Giştî yê Tehranê jî wan tometên li ser betalkirina darvekirina xwepêşanderan red kir û got ku wê bersiva dadwer zû û zelal bide û gelek dosye ji bo dadgehê hatine şandin.