12 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê didomin

Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê di roja 14an de berdewamin. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanan bîne.

Xwepêşandanên ku ji 28ê kanûna 2025an ve li seranserî Îran û rojhilatê Kurdistanê didomin.

Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 14emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.

Xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevli xwepêşandan bûne.

Li gor agahiyan li hin bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.

Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANAyê, di 14 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 57 xwepêşander hatine kuştin, 7 ji wan zarok in û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.

Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine girtin de zêdetirî 167 jê zarokin û temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Herwiha 48 jê xwendekarên zanîngehê ne.

Hatiye gotin ku hêzên rejîma Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.