Di 14’ê adarê de li Helebceyê bi tevlêbûna gelek çalakvan û welatiyên bajêr li dijî nebûna xizmetê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Xwepêşandan ji xaçeriya Emerê Xawer heta ber deriyê Baxê Giştî domiya. Welatiyên ku beşdarî meşê bûn xwestin rewşa xirab a Helebceyê biguhere û ji bo vê yekê gavên pêwîst werin avêtin.
Yek ji wan jinên çalakvan ku beşdarî meşe bûye Kalî Rênas wiha got: “Daxwazên xelkê Helebceyê diyar in. 35 sal di ser kîmyabarana Helebceyê de derbas bû lê belê heta niha dema ku em li Helebceyê dinêrin, hê jî weke sala 1988’an e. Heta niha tiştek ji bo Helebceyê nehatiye kirin. Êdî divê projeyan di nava bajar de bi pêş bixin.”
Gotinê dilxweşkir têr nakin
Kalî Rênas di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ew nexweşxaneya ku ji bo nexweşên kîmyabaranê hat vekirin û heta niha nexweşên din lê tên dermankirin, ji welatiyan pere digire. Divê ji Helebceyê re xizmeteke baş were kirin. Êdî baweriya me bi gotinên xweş û derew nemaye, em daketine qadan û daxwaza me ew e ku daxwazên me werin bicihanîn.”