Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji 56 morîkan pêk tê ku di her morîkekê de qala serpêhatiya serlehengê Azad bi kerekterên din re tê kirin û her morîkekê di nava xwe de çîrokekê vedibêje. Her wiha di herî dawî de morîka derveyî tizbiyê jî heye ku di wê de jî qala kuştina Azad û bûyerên dawiya romanê tê kirin. Di destpêka romanê ta dawiya wê, ji ber sêwîbûn û xerîbiya Azad, derûniya Azad a qels tê dîtin. Her wiha tê dîtin ku hemû kerekterên di romanê de derbas dibin, ji ber şerê li welatê wan û koçberiya wan a ji welêt, ew jî bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû dimînin.
Temaya romanê
Bûyerên romanê yên ku wekî morîkên tizbiyan li pey hev rêz dibin. Di destpêka romanê de em dibînin ku zilamek tê kuştin û di “Morîka derveyî tizbiyê” ya dawiyê romanê jî bi kuştina zilamekî navsere li kolana bajarekî Almanyayê destpê dike. Piştî çûyîna vî zilamê navsere, bi destxistina deftereke rojnivîskên wî em û nivîskar ji serpêhatiya serlehengê romanê Azad agahdar dibin. Roman bi giştî pirsgirêkên kurdên Rojava, Bakur û Başûr vedibêje, kesên ku ji welatê xwe koçbûne û di riya penaberiyê de rastî tunebûna çandî hatine. Yek ji temayên romanê evîneke bêmiraz e ku têkiliyeke wê ya xurt bi sembola tizbî û morîkan re heye. Her wiha yek ji mijarên ku herî zêde bal tê ser nijadperistiya ku heya niha jî li welatên herî pêşketî heye. Li rex wê di romanê de “Jin” wekî alava têrbûna nêriya mêr hatiye dîtin.
Cihê romanê
Ji ber zilma ku li welêt li Azad û gelê wî tê kirin. Ji vî welatê ku marên kesk nahêlin Azad, jiyaneke azad bijî, rastî zordariyê tê. Ji ber vê jî Azad berê xwe dide derveyî welêt û Almanyayê, lê bajar navnîşan tenê Almanya ye. Li Almanyayê, navên tu bajar û tu navşnîşanên ku bûyer û çîroka Azad lê derbes dibe, nayê gotin. Tenê devera ku Azad lê tê kuştin, di destpêka romanê de dibêje; ku ew jî bajarê bi navê “Nedersaken” e. Lê hin cihan bi nav dike ango taswîr dike; ku bandorê li derûniya Azad dikin.
Dema romanê
Lê dema kuştina Azad di “morîka ji derveyî tizbiyê de” weke;”Roja şazdehê Adara du hezar û diduyan” tê destnîşankirin. Lê li gorî kronolojiya serpêhatiya Azad, divê ev sala 2012an bûya. Ji ber ku weke ku di romanê de derbas dibe, Azad piştî pêlên penaberên Sûriyeyê xwe li sînorên Almanyayê qelibandin, tê kuştin û di herikandina romanê de, hilweşîna bajarên Sûriye û hovîtiya cîhadistan tê ravekirin. Divê dem jî li gorî van bûyeran di sala 2012an bûya. Dirêjbûna dema romanê çend sal in nayê zanîn. Dibe ku ev dema romanê bi qasî temenê serlehengê romanê Azad be. Herwiha di destpêka romanê de Azad qala destpêka karê xwe yê wergerê ku di sala 2011an de destpê kiriye dike. Di dema girêdayî romanê de dema ku karekterê çîroka xwe vedibêjin em rastî “dema niha” tên lê dema ku bîranîn û xewnên xwe dibêjin em rastî dema borî tên.
Vegêrana romanê
Di destpêka romanê de em rastî vegêraneke babetî tên ku çîroka serleheng Azad bi rêya kesê sêyem tê vegêran. Lê di hemû beşên din ên romanê de em rastî vegêrana xweyî tên. Serlehengê romanê û karekterên din xwe bi xwe çîroka xwe vedibêjin. Vegêrana romanê bi lez derbas nabe, bûyer hêdî hêdî derbas dibin an go gelekî bal tê ser wêneyên derbirînî û şayesandî bi riya vegêranê. Zimanê ku pê bûyer hatine vegotin, zimanekî ne pir dijwar e û bi riya wêneyên derbirînî, zimanê romanê xweşik bûye.
Nakokî: Di romanê de em dibînin ku nakokî her tim di navbera mirovan de ye. Hertim mirov li dijî mirov. Di pêvajoya xwendina romanê û naskirina karekteran de em gihîştin vê yekê ku karekterê hat hezkirin, Azad e, ne ku serleheng e lewre hat hezkirin, ji ber ku xweşik hatiye şayesandin.
Nirxandina dawiyê ya romanê
Dema ku roman hat xwendin, tê de hat dîtin ku di destpêka romanê de, karekter pir di romanê de tune ne lê dema ku roman ber bi dawiyê ve diçe êdî mirov gelek karekteran dibîne.
Herwiha di romanê de mirov nabîne ku dîmen giştî bi hûrgilî hatine şatesandin lê di hin dîmenan de gelekî li ser şatesandina dîmenan hatiye seknandin.