12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendinek li ser 101 saliya Lozanê

Navenda Rojava ya  Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li ser 101 saliya Lozanê analîzek amade kir. NRLS di analîzê de destnişan dike ku Peymana Lozanê trajediya sadsalê ye ku Kurd sed sal bi paş xistin û bûye sedem ku ji aliyê dil û mejî de jî parçe bibin.

Analîza Navenda  Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ku bi sernavê “Xwendinek li ser 101 saliya Lozanê di Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de hatiye weşandin wiha ye:

Tê zanîn Şerê Cîhanê yê Yekemîn zemînê Peymana Syks Picot danî û herêma Rojhilata Navîn parçe kir. Bi Peymana Versay re welatên di şer bi ser ketine, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe di nava xwe de parve kirin. Bi dehan dewlet û dewletokên qaşo serbixwe yên xizmeta berjewendiyên dewletên serkeftiyên Şerê Cîhanê yê 1’emîn dikin, hatin avakirin. Bi navê tirkan û ereban dewletên weke Tirkiye, Sûriye û Iraq li ser axa dîrokî ya Kurdan hatin avakirin û bi ti awayî gelê kurd ê ku bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, li ber çavan negirtin. Peymana Lozanê (1923) ku kurd înkar kirin; yek ji encamên lihevkirinên hêzên navnetewî ye. Ew hêz di pileya yekemîn de berpirsên pirsgirêka kurd in. Dewlet-neteweyên bi destê hêzên derve li herêmê hatin avakirin gel û civakên herêmê bi hev dan kuştin û herêm kirin gola xwînê, krîz kûrtir kir.

Peymana Lozanê yek ji trajediya sadsalê ye ku kurd sed sal bi paş xistin. Çawa ku bi Lozanê kurd di aliyê beden-cografî de hatin parçekirin, her wisa ji aliyê dil û mejî de jî hatin parçekirin, di çand û ziman de jî hatin parçekirin. Lewma îro hejmareke mezin ji Kurdan bûne biyanîyên ziman, çand û nasnameya xwe, bi mîlyonan Kurd di destarê asîmlasonê de hatin hêrandin, bûn tirk, ereb û faris. Beşeke Kurdan ji kurdîniya bav-dayik û bapîr-dapîrên xwe direviyan, ji cil û bergên xwe şerm dikirin, bûne heyranên tirkbûn, erebûn û farisbûnê. Gelo li kîjan devera dinyayê neteweyek du alfabayan hemwext bi kar tîne? Ev biyanîbûn di beşeke kurdan de pêş ketiye.

Bi vê mijarê ve girêdayî sosyologê Tunisî Ibin Xeldûn dibêje: “Kesên binkeftî  her dem di dirûşim, cil û berg, bawerî, hemû rewş û karên xwe de hez dikin li ser şopa yên ku ew bi bin xistine tevbigerin û taqlîda wan bikin”. Di nava kurdan de mirovên bi vî rengî pir in, ji cewher û rastiya xwe derketine. Bi wê tenê jî nakin, ji wê zêdetir diçin û beşek ji wan ketine xeta xiyanetê, li kêleka dijmin li dijî gelê xwe di nava tevgerê de ne. Di nava civaka kurd gotine heye ku dibêje; “Kurd kewa gozel e, dixwîne û qewmê xwe dixe dafikê”.

Lozanê kurd bê maf, nasname û bê statû hiştin. Kurd rûbirûyî polîtîkayên jinavbirina fizîkî, asîmlasyon û koçberkirina bi darê zorê kirin. Eger em Kurdistanê di asta çar parçeyan de bigirin dest, em ê bêjin zêdeyî mîlyonek kurd piştî şerê Cîhanê û Peymana Lozanê bûne qurbanî, zêdetirî bi dehan mîlyon kurd ji cih û warên xwe koçber bûne, bi deh hezaran gund hatine şewitandin.

Di nava sed û yek salan de li çar parçeyên Kurdistanê çi bi serê Kurdan hat? Gelo di nava sed û yek salên piştî Lozanê de di rewşa cîhanê, herêmê de çi guherî ye? Çi guhertin di rewşa Kurdan a siyasî û leşkerî de çêbûye. Gelo Kurd di sedsala 21’an de dê mafên xwe bistînin? An sedsal din jî Kurd wê di bindestê van çar dagirkerên Kurdistanê de bimînin? Lozan wê çawa bê derbaskirin?

Piştî avabûna Komara Tirkiyeyê doza kurd hat mandelkirin, polîtîkayên qirkirin, asîmlasyon û koçberkirinê li çar parçeyên Kurdistanê dest pê kirin. Plana Îslahata Şerqê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir. Li Rojavayê Kurdistanê bi serhejmartina 1961’an re nasname ji Kurdan hat kişandin, kembera erebî ket meriyetê. Li Iraqê qonaxên enfal û kîmyabaranê li pey hev hatin pêkanîn. Di dema şerê cîhanê û piştî Peymana Lozanê de, 100 salan li giştî Kurdistanê zêdedeyî milyonek kurd bûne qurbaniyên vê peymanê, zêdeyî 10,000 gund hatine şewitandin û rûxandin, zêdedeyî 10 mîlyon kurd koçber bûne, bi kêmanî 10 mîlyon kurd asîmle bûne.

Dewleta tirk di danîna tewrî, proje û planên tunekirina kurdan de roleke sereke lîstiye. Plana Îslahata Şerqê cara yekemîn di sala 1925’an de ji aliyê Tirkiyeyê ve ket meriyetê. Bi dirêjahiya 100 salan di nava her çar dagirkerên Kurdistanê de hemahengiyeke xurt a ewlekarî û îstîxbaratî didome. Peymana Sadabad a ku sala 1937’an di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Afganistanê de bi serpereştiya Brîtanyayê hat îmzekirin, her çendî di şikil de li dijî Rûsyayê bû, di heman demê dijî Kurdan jî bû. Dîsa sala 1932’yan di navbera Tirkiye û Îranê de bi armanca têkbirina serhildana Araratê (Agirî) peyman hat çêkirin. Li gorî peymanê Îranê rê  da Tirkiyekê ku derbasî nava axa wê bibe, ji paş ve li şervanên Kurd bizivire û wan tune bike. Di sala 1963’yan de jî artêşa Sûriyeyê (Lîwai El Yermûk) bi pêşengtiya Fehd El-Şair bi hawara Baasiyên Iraqê çû û li dijî tevgera Kurd alîkariya artêşa Iraqê kir. Di sala 1982’yan li dijî Partiya Karkên Kurdistanê (PKK) peymanek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hat çêkirin û rê ji Tirkiyeyê re hat dayîn ku hêzên xwe heta 5 kîlometreyan derbasî axa Iraqê bibin. Di 1998’an de jî di di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de Peymana Edeneyê çêbû. Bi vê peymanê re jî Suriyeyê rê da Tirkiyeyê ku derbasî axa Sûriye bibe û tevgera Kurd tasfiye bike.

Înkara kurdan a di Lozanê de bi vî rengî cesaret daye hêzên dagirker ku bi hemû hêza xwe ve bi ser Kurdan biçin û wan tune bikin. Kurd bûn qurbanên berjewendiyên hêzên hegemon ên cîhanê; di mijara Kurd de ew di pileya yekemîn de berpirsyarên tiştên bi serê Kurdan hatine.

Sîstema Cîhanê ya sîyasî û aborî ku di sedsala 20’an de hatibû avakirin, îro têk çûye, sîstema kapîtalîzmê bixwe jî di krîz û buhraneke kûr de ye. Bi destwerdanên li ser dewletên Erebî, şerê Sûriye, Ukarayna û şerê Xeza-Hemasê re hewl tê dayîn ku sîstemeke nû ya sîyasî û aborî bê avkirin. Têkçûna dewlet-neteweyên ku ji aliyê hêzên hegemon ên cîhanê ve hatibûn avakirin piştrast bû. Dewlet-neteweya bi ramana yek ziman, yek al, yek netewe hatiye avakirin, Rojihilata Navîn kir gola xwînê. Piştî ev dewlet-nerewe bi kok bûn, êdî nema weke berê xizmetê ji welatiyên xwe re dikin, dem bi dem li gor xwe jî tevdigerin, lewma Rojhilata Navîn li ber guhartinê ye.

Ji çar-yeka sedsala 20’an û nexasim ji van salên dawî û vir ve tevgera Kurd pêngavên baş avêtin. Tevgera Azadiya Kurdistanê guhartineke zihnî di civaka Kurd pêk anî; ev guhertin û bandorkirin piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistan, bi serhildana “Jîna Emînî” ya bi pêşengtiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Aazdî” ku veguherî serhildana tevahiya jînên Îranê, her wiha jinên Cîhanê, berdewam kir. Kurd îro aktorên guhartin û demokratîk kirina dewletên herêmê ne û ew ê vê pêşengtiya xwe berdewam bikin.

Piştî sed salan di polîtîkaya hêzên hegemon ên cîhanê de guhertinek qismî li beramberî gelê Kurd tê dîtin. Ev guhertin di deh salên dawî yên sedsala 21’an de dest pê kiriye. Avabûna statuya Herêma Başûrê Kurdistanê, avabûna Rêveberiya Xweserîya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê mînakên şikandina vetoya li ser Kurdistanê ne. Bêguman ev veto ji ber xwe de nehat şikandin, berdêlên pir giran hatin dayîn heta ku ev guhertin pêk hat. Bi deh hezan şehîdan xwîna xwe li ser vê axê rijand.

Piştî vê hêzên hegemonîk nikarin Kurdan nedîtî bibînin. Kurdan bi hêz û qurbaniyên ku dane re, di koregirêka Rojhilata Navîn de xwe kirin aktorek girîng. Ji hemû deman zêdetir niha mijara Kurd li ser maseya hêzên mezin e.

Hêzên herêmî, dagirkerên Kurdistanê hatiye dorpêçkirin, rewşên  xirab jiyan dikin. Rejîma Sûriyeyê lawaz ketiye, li ber têkçûnê ye. Dewleta Tirkiyeyê di encama polîtîkayên Erdogan de bi krîzên siyasî  û aborî re rû bi rû ye, hewl dide xwe jê rizgar bike, lê ev zû bi zû pêk nayê. Ancax bi guhertineke demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare vê yekê pêk bîne. Rejîma Îranê bi dehan salan e di dorpêçê de ye, lêdanên Îsraîlê yên li Sûriyeyê û deverên din ên li dijî Îranê, heta astekê ew tengav kirîye, rewşa wê ji ya Tirkiyeyê xirabtir e. Eger em bên ser Iraqê, em ê bibînin ku Iraq weke dewlet ti heybeta wê nemaye. Em dizanin ku Iraq di bin wesayeta Îranê de ye, demên dawî Tirkiye jî hewl dide bi rêya suneyên Iraqê û Barzanî re li Iraqê di biryara siyasî de serwer bibe. Niha yek bi tenê nikare şer bike, ev her çar dewlet-neteweyên statûkparêz hêza xwe di yekîtiya xwe de dibînin, lewma beramberî guhertinên ku îhtîmale pêk bên, makanîzmeyên sê alî û çar alî yên dijî Kurdan didomînin. Bi civînên Asîtana, Tahran û Enqereyê hewl tê dayîn pêşketin û guhertinên ku pêkane di doza Kurd çêbibin, bên astengkirin. Lê êdî dem derbas bûye, êdî nikarin tevgera Kurd bi baskên xwe yên leşkerî û siyasî kêm bikin û Kurdan tune bikin. Êdî ew dem derbas bûye û Kurd ne Kurdên berê ne. Bi Şoreşa Rojava û şerê dijî DAIŞ’ê re mijara Kurd bûye mijareke navnetewî. Hêza QSD’ê bûye yek ji hêzên herî bi bandor di şerê li dijî DAIŞ’ê ku cihê xwe di nava Hevpeymana Navnetewî ya ji 72 welatan pêk tê de cihê xwe digire.

Heta niha xwendina Tevgera Azadiya Kurdistan û Hêzên Rojavayê Kurdistanê ya pêşketinên li herêmê rû didin xwendineke rast bû, karîbûn xwedî li Kurdan derkevin; li Şengal, Kerkûk û Rojava ew parastin. Her wiha sed sal piştî Lozanê, di doza Kurd de gaveke baş ber bi pêş ve dan avêtin. Piştî vê vegera ber bi paş ve êdî zehmet e.

Lê divê em vê jî bêjin; Beşeke Kurdan ku nûnertiya xwe di ENKS û mala Barzanî de dibîne, pêşketinên li herêmê çêdibin şaş xwendine. Hemû hesabên wan li ser Tirkiye, îtîlafa Sûriye ya Îxwanî ku dijmintiya Kurdan dike bûn. Cihgirtina li cem dagirkerên ku rojane ciwanên Kurd bi roj li kolanan didin ber gulleyan û dikujin, çiqas rast e! Gelê Kurd êdî neyê berê ye, zanyariya wê çêbûye ku xeta xiyanet û berxwedanê ji hev derdixe.

Eger Kurd berjewendiyên teng û malbatî bidin aliyekî û yekîtiya netewî ji xwe re bingeh bigirin, nebin dûvik, nekevin xefkên dijmin bi ser dikevin. Tiştê ku Lozanê derbas bike yekîtî û yekrêzîya Kurdan e, nakokiyan deynin aliyekê ye. Divê Kurdên her parçeyî bên cem hev, nêrînên xwe bikin yek. Bila xalên li ser lihev dikin bibin xetên sor, çi dibe bila bibe nabe ew xet bêne derbas kirin. Di asta giştî Kurdistanê de jî birêz Abdullah Ocalan ji bo yekîtîya Kurdan 5 perensîb diyar kirine û ev jî ev in: “Kongreya Netewî bê li darxistin û her çîn, beş, kesayet, partî û rêxistin cihê xwe di nav de bigirin – Desteyeke Rêbeber a kongreyê hebe, ew berpirsyar e di ber xebatên partîk-polîtîk û dîpolomasiya hundir û derve, eknomîk, civakî û çandî weke sazî bimeşîne – tevahiya hêzên xweparastinê yên çar parçeyan di bin sîwaneke hevpar de bibin yek –  desteyeke têkîliyên derve bê avakirin, têkîliyên bi dewlet û civakên sivîl re çêbikin”. Eger ev perensîpên birêz Abdullah Ocalan pêşkêş kirine bingeh bêne girtin, êş û azarên Kurdan ên sed salan çareser dibin.

Me li jor da zanîn ku guhertin di helwestên hêzên hegemon ên cîhanê yên beramberî kurdan de çêbûye. Emerîka bi hêsanî ji Sûriyeyê xwe nakişîne. Mayîna xwe ya li vir, bi ewlekariya xwe ya netewî ve girêdidin. Mînîmzekirina Îranê û parastina Îsraîlê di rojevê de ye. Hatina serfermdarê Emerîka ya ji bo Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, dawî anîna nîqaşên mayîna hêzên Emerîkî di nava sazî û dezgehên Emerîka de dawî li qonaxekê anî. Vê gavê pêdivîya Emerîka bi Kurdan heye. Kurd aktorên guhartinê ne, Şoreşa Rojava û destdanîna ser herêman, dê dewleta Sûriyeyê neçar bike ku guhertinê pêk bîne, neçare dewlet di majara nenavendîbûnê de gav bavêje. Her wisa ji bo Tirkiyeyê jî, çareserkirina pirsgirêka Kurd û pejirandina xweserîya demokratîk li Bakûrê Kurdistanê dikare Tirkiyeyê ji krîzê derbixe. Heta xwînrijandina hundir neyê rawestandin, ne pêkane ku Tirkiye bi ser xwe ve were, lêçûnên operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan, aboriya wê aniye ber sifirê.

Bi vê mijarê ve girêdayî birêz Abdullah Ocalan di noteke hevdîtinê ya sala 2009’an de gotibû: “Mustafa Kemal bi derketina ji Amasyayê giştînameyek weşand, tê de got ku Kurd û tirk têkoşîneke hev dimeşînin, dewleta dê were avakirin jî wê dewleta herdu gelan be.” Di makezegona 1921’an de hin biryar –zagonên ku qebûl dikin xweseriyên bidin, hatin bicikirin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje, “Lozana civakî çêbibe wê pirsgirêk çareser bibin.  Komara heyî kêm maye, ev komar bê demorkratîkirin, komar yekalî maye, Lozana ku hatibû çêkirin Lozana lihevkirina dewletan bû, civak tê de nîne. Peymana Lozanê xwîşk û biratîya gelan ji holê rakiriye, netewe kirine dijminên hev, divê ev ji nû de bê sererastkirin.”

Îran ketiye ferqa rewşê. Hewl da bi daxuyaniya Mesûd Pizîşkiyan Kurdan ber bi xwe bikişîne. Kurd weke sedsala 20’an, weke berê jiyan nakin, Kurdan ew qonax li paş xwe hiştin. Bi şerê DAIŞ û avakirina Şoreşa Rojavayê Kuristanê re Kurdan mohra xwe li sedsala 21’an daye. lewma Kurd di avakirina Rojhilata Navîn ya nû de hene û dê maf û statyûya xwe bistînin. Kes nikare li pêşiyê bibe asteng. Kurd bernamzet in ku di asta Rojhilata Navîn de pêşengtiyê bikin. Felsefeya netewa demokratîk îro bûye realîteyek li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, ev alternatîfa dewlet-neteweya li ber têkçûnê ye.

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK (NRLS)