Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an dest pê kiribû niha bi Xwendina Azadiyê berdewam dike. Her şev di pêşengiya partî û rêxistinên sivîl û demokratîk de gel li taxan kom dibin û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwînin. Şevê din jî bi dehan kes li navenda Mûşê kom bûn û ji paraznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotar xwendin.
Koma beşdarî xwendinê bûn, piştî xwendinê li ser xwendinê nirxandin kirin.