Pêngava ku dostên kurdan bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 10’ê cotmeha 2023’an de li 74 navendan dabû destpêkirin, li sedan navendên cîhanê berdewam dike. Di çarçoveya pêngavê de bi sedan daxuyanî hatin dayîn. Bi sedan panel û civîn hatin li darxistin. Bi milyonan îmze hatin komkirin û ji Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî CPT û saziyên mafên mirovan re hatin şandin. Li Ewropa û bakurê Kurdistanê meşên dirêj hatin li dar xistin. Mîtîngên mezin hatin lidarxistin. Pêngav niha bi “Xwendina Azadiyê” yên ku ji gotar û analîzên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê didome. Li bakurê Kurdistanê “Xwendina Azadiyê eleqeyek mezin dibîne.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî li 24 navendên bakurê Kurdistanê ji pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotarên cuda hatin xwendin. Bi sedan kes beşdarî xwendinan bûn û li ser fikrên Rêber Ocalan nirxandin kirin. Di çarçoveya “Xwendina Azadiyê” de li navçeyê Kopê û navenda Mûşê, navçeyên Nisêbîn, Kerboran, Qoser, Dêrik ên Mêrdînê, navçeyên Artemêt, Suphan, Artemêt, Tûşba, Rêya Armûşê yên Wanê û navenda Wanê, navçeyên Hezex, Deşta Darê, li navenda Semsûrê, li navçeyên Peyasê ya Amedê, li navenda Êlihê, navçeya Xolxolê ya Çewlîkê li park û salonê mezin bi sedan kes li hev kom bûn û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin. Girseya ku tev li xwendinan bûn, li ser fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi saetan niqaş kirin. Xwendin her şevê li taxên cuda û navçeyên cuda didome.