Calakiyên xwendekarên zanîngehê ku ji bo mafê xwe yê mehane daketin qadan didomin. Li Silêmaniyê û Hewlerê çalakî didomin. Li Hewlêrê û Silêmaniyê hêzên ewlehiyê destur nedan xwendekar ber bi walitiya bajêr ve bi meşin. Polisan bi bombeyên gazê êrişê xwendekaran kirin.
Di saetên sibehê de xwendekarên zanîngeh û peymangehê yên Silêmaniyê carek din kombûn û xwestin heta ber walitiya bajêr bi meşin. Lê hêzên asayîşê bi bombeyên gazê êrişê ser xwendekaran kirin û rê nedan xwendekar ji zanîngehê derkevin. Polîs û asayişê rê neda ku saziyên çapemeniyê çalakiya xwendekaran bi şopînin. Li aliyê din li Ranya, Çemçemal, Koye, Kelar, Kifrî û Helebce jî xwendekar li qadanin û daxwaza mafên xwe dikin.