Di dawiya meha mijdara 2021’ê de xwendekarên zanîngeh û peymangehan li gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê ji ber nedana xerciya mehane û nebûna xizmetguzariyên ji bo malên xwendekaran dest bi xwepêşandanan kirin. Xwepêşandan bi rojan berdewam kir. Hikûmeta Herêmê wê demê ragihand ku dê xerciya mehane ya xwendekaran bidin. Lê zêdetirî du meh derbasbûn, hîna hikûmetê xerciya xwendekaran nedaye.
Li dijî vê yekê îro xwendekarên Zanîngeha Helebceyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ger hikûmet daxwaza wan bi cihneyîne, ew ê cardin dest bi xwepêşandanê bikin.
Bi heman daxwazê li ber Zanîngeha Çermo ya li navçeya Çemçemalê jî xwendekaran daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Hogir Hadî axivî û diyarkir wan di dema derbasbûyî de li gel aliyên peywendîdar gelek civîn li darxistine, lê 66 roj derbasbûn heta niha ti pêngavek ji bo dayîna xerciya xwendekaran nehatiye avêtin.