Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), belgeyên zarokên ku ji qursên kurmancî, kirmanckî û muzîkê mezûn bûn bi merasîmê dan. Zarok bi malbatên xwe tevli bernameyê bûn. Zarokan stran gotin û malbatan jî bi zarokên xwe re gotin.
Zarokên mezun bûn belgeyên xwe girtin. Piştî belgeyan koma erbanê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dîkê. Stranên Kurdî hatin gotin û govend hat gerandin.