2 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên kurd xwe bi rêxistin dikin

Xwendekar Kurd dê di 3ê Gulanê de li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê Kongreya xwe pêk bînin. Xwendekar armanc dikin ku bi vê kongreyê Sîwana Xwendekarên Kurd ên li Ewropayê ava bikin.

Xwendekarên Kurd ên li Almanyayê dê li navnîşana Saalbau Gallus, Frankenallee 111, 60326 a Frankfurtê di 3ê gulanê de kongreya xwe pêk bînin. Xwendekar bi vê yekê armanc dikin ku hem xwe bi rêxistin bikin û hem jî pêşengiya gelê kurd bikin. Xwendekarên Kurd bi vê kongreyê armanc dikin ku di siberojê de li Ewropa û Cîhanê yekîtiya xwendekarên enternasyonalîst jî ava bikin.

Endamê Xwendekarên Kurd ên Almanyayê Azad Kawa ku li Almanyayê dijî der barê xebatên Kongreya Xwendekarên Kurd de nirxandin kir.

Dê sîwana xwendekaran ava bikin

Azad Kawa ewil qala armanc û girîngiya Kongreyê kir û wiha got: “Em xwendekarên kurd ên li Ewropayê vê kongreyê amade dikin. Nêzî nîv sal in em xebatên vê kongreyê dikin. Em dixwazin xwendekar û ciwanên di vê kongreyê de Sîwaneke nû û saziyek  nû ava bikin. Li her zanîngehên Almanya komên xwendekarên kurd hene. Ev kom bi hevre şevan li dar dixin bernameyên hevpar li dar dixin. Komên xwendekaran bi awayekî serbixwe bi hevre bernameyên hevpar li dar dixin. Bi vê sîwanê em dixwazin hemû komên xwendekarên Kurd li hev kom bikin.

Azad Kawa da zanîn ku endamên vê sîwanê hemû xwendekarên kurd in û wiha berdewam kir: “Em dixwazin xwendkarên kurd, li zanîngehan xwe bi rêxistin bikin. Li hemû zanîngeh û bajaran komên nû yên xwendekaran ava bikin.  Me hin kom ava kirine. Li Gissen û Bremmen komên Nû ava kiriye.”

Azad Kawa, li ser xwendekarên ku ji bajarên din bên jî rawestiya û wiha pêde çû: “Dê ji her aliyê Ewropa xwendekarên kurd beşdar bibin. Em bi hevî ne ku nêzî 300-400 xwendekar dê beşdar bibin. Dê ji her bajarên Almanyayê bên. Dê ji Swîsreyê jî xwendekar beşdar bibin. Em dixwazin xwendekarên dervê Ewropayê jî beşdar bibin.”

Xwendekarê Kurd Azad Kawa da zanîn ku dirûşmeya wan a vê Kongreyê “Em dixwazin dîrokê fam bikin, Sînoran derbas bikin û Yekîtiya Kurdistanê ava bikin” e û wiha lê zêde kir: “Em ji bo vê kongreyê panelekê amade dikin. Dê ji çar aliyên Kurdistanê bên beşdarî vê kongreyê bibin. Dê li ser rewş û halên xwe agahiyan parve bikin. Ji Bakur, Başûr bên beşdar bibin. Dê ji Rojava jî bi rêya online beşdarî kongreyê bibin. Xwendekar dê qala şert û mercên xwe bikin. Dê çawa karibin bibin pêşengê civaka xwe. Dê çawa karibin xwe bi rêxistin bikin  û rola pêşengiya xwe pêk bînin. Armanca xwendekarên zanîngehê ya xwendina zanîngehê çiye. Dê çiqas feda wan li gelê wan bibe. Çiqas karibin pêşengiya gelê xwe bikin.

Endamê Kongreya Xwendekarê Kurd Azad Kawa jî ser şert û mercên xwendekaran jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Dilxwaziya xwendekarên kurd a ji bo pêşengiyê gelek zêde ye. Lê aliyê wan ê rêxistinî lawaz e. Dixwazin bêtir li gorî çand, ziman û nirxên xwe bijîn. Lê aliyê rêxsitinî lawaz e. Em dixwazin bi vê sîwanê rêya rêxistinbûnê vekin û bi vê rêxistinê betir gel bi rêxistin bikin.”

Azad Kawa li ser bandora avakirina yekîtî û rêxistina xwendekarên kurd jî axivî û got: “Em dibînin ku gelê kurd her ku diçe gav bi gav nêzî yekîtiyê dibin. Ji bo yekitî pêş bikeve û xurt bibe, divê gelê kurd jî aliyê xwe yê zanîn û akademik jî pêş bixe. Ji ber vê yekê em dixwazin rêxistina xwendekarên kurd  xurt bikin û li cîhanê jî rêxistina xwendekarên cîhanê pêş bixin. Em dixwazin di bin vê sîwanê de hemû xwendekarên cîhanê bînin cem hev û siberojê yekîtiya xwendekarên cîhanê ava bikin.”

Azad Kawa herî dawî li ser têkiliya xwendekarên kurd û cîhanê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Gelek xwendekarên enternasyonalîst jî eleqeyê nîşanî vê kongreyê didin. Di serî de em dixwazin xwendekarên kurd bi rêxistin bikin û di pêşengiya xwendekarên kurd de hemû xwendezarên cîhanê bi rêxistin bikin. Em dixwazin hemû xwendekaran di bin baneya demokratîk û azad de ava bikin. Yekitiya Xwendekarên Kurd dê rê li pêşiya yekîtiya neteweya kurd û xwendekarên cîhanê vekin.”