31 GULAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Amedê ji bo Sena Duzgun meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo xwendekar Sena Duzgun 27ê Gulanê bi awayekî biguman jiyana xwe dest dabû, meşiyan. Xwendekaran diyar kirin ku sedema bûyerê pol e.

Xwendekara asta 2yemîn a beşa Îlahiyatê ya Zanîngeha Dicle ya Amedê di  27ê Gulanê de bi awayekî biguman jiyana xwe dest da. Piştî buyerê lê pirsîn hat vekirin lê tu agahî bi raya giştî re hetiye parvekirin. Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi pêşengtiya Xeta Sor û Piştevaniya Xwendekarên Azad ve ji bo Sena Duzgun meş li dar xistin. Hevserokên Partiyê Herêmen Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ( DEM Partî) û gelek xwendekar tev li meşê bûn. Ciwanan di meşê de sloganên “Jin Jiyan Azadî, Bijî Berxwedana Jinan” berz kirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Ewilî ji Piştevaniya Xwendekarên Azad a Dîcleyê Ahmet Ateş axivî û diyar kir ku Sena Duzgun ne ew kesa ku xwe bikuşta bû û wiha axivî: “Ev bûyer ne xwekuştin e, ev kuştinek civakî ye. Ev ne tenê çîroka Sena ye, di zanîngeha me de bi sedan hevalên me hene gelek tişt bi serê wan de hatine. Jiyana ciwanan hat dizîn.”

Paşê endama Xeta Sor Berîvan Igin axivî û da zanîn ku ji ber polîtîkayên baviksalarî ciwan xwe dikujin û wiha axivî: “Di sistema polîtîkayên baviksalarî de ciwan jiyana xwe winda dikin. Ev polîtîka di şexsê jinan de êrîşî tevahiya beşên jiyanê dike. Polîtîkayên tunekirinê her kesî dibe windakirinê. Em wan polîtîkayan red dikin û li dijî wan kuştinan têbikoşin. Em ê li her derê dengê xwe bilind bikin.”