Wekî ku tê zanîn di hemû civakên pêşketî de xwendekar û ciwan roleke berbiçav dilîzin. Di nava civakên pêşketî de ciwan bi taybetî xwendekar tên pêşxistin da ku karibin di pêşerojê de ji civakê re bibin ronakbîr û civakê hîn pêşde bibin. Ji ber ku ew neslê ku dikarin ji wan zanyar, hunermend, şaredar, siyasetmedar, nivîskar û gelek kesayetên din jê derkevin. Bi taybet jî xwendekarên zanîngehan dikarin bi fikrên nû, lêkolînên akademîk û şîroveyên rast li ser pirsgrêkên civakî, siyasî û aborî bandoreke pir mezin bikin. Dikare ji hemû guhertinên di nava civakê de roleke esas bigrin û bibin rêber ji civakê re. Mirov dikare wek şitlek ku dikare jê her tişt çêbibe lê binere, dikare jê her dar çêbibe lê binere. Taybetmendiyeke din ya ciwanan jî ew e ku tu carî neheqiyê û bê edaletiyê, bê dadiyê qebûl nakin. Ev taybetmendiya ciwanan li her derê cîhanê wisa ye.
Ji bo Rêxistina Azadiya Kurdistanê her dem ciwan xwedî cihekî taybet in. Rêxistina Azadiya Kurdistanê bi xwe dibêje: Me bi ciwanî dest pêkir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Ev ne dirûşmeyeke ji rêzê ye,her wiha bûye parçeyek felsefeya wê jî.
Ji ber wê jî hîna berî ku Rêxistina Azadiya Kurdistanê were afirandin, bi komek ciwan, bi komeke xwendekar dest bi kar û xebatên xwe kir. Em behsa salên di navbera 1960 heya 1980ê jî dikin. Piştî Rêxistina Azadiya Kurdistanê xwe bi rêxistinkir, êdî li her deveran kar û xebat meşand. Li Ewropayê jî gelek hewldan û xebat hebûn, heya ku di sala 1991ê de li bajarê Elmanya Bochumê Yekitîya Xwendekarên Kurdistan ê (YXK) hate sazkirin. Zêdeyî 40 salan YXK li Ewrûpa li gelek welatan xebatên xwendekaran meşandin. Heya ku piştî sala 2022yan xwe fesihkir.
Min bi xwe jî gelek salan di nava xebatên YXKê de cîh girt û di asta rêveberiyê de berpirsyarî hilgirt. YXK bêgûman ji kevneşopiya şoreşa Kurdistanê xwe afirand. Wek ku min anî ziman zêdeyî 40 salan li Ewropayê bi taybet jî li Elmanyayê gelek xebatên giranbûha meşand û ciwan û xwendekarên Kurd bi rêxistin kir. Lê dema rûpelek tê girtin, divê rûpeleke nû were vekirin. Ev çend salbûn ku mirov dikare bêje li Ewropayê xebatên xwendekaran kêmekî rawestiyabû.
Dîsa komek ciwan, komek xwendekarên kurd dixwazin ji nû ve Xwendekarên Kurd bi rêxistin bikin û wan li Kongreya Xwendekarên Kurd bîne cem hev. Bi banga: “Dîrokê nas bike, sînoran derbas bike, Kurdistanê yekpare bike“ di 3ê Gulanê de li Elmanyayê li bajarê Frankfurtê Kongreya xwe pêk tînin. Xwendekarên Kurdistanî di şahiyên Newrozên mezin ya li Kolnê û her wiha ya li Frankfurtê stand vekirin û derheqê Kongreya xwe de agahî dan û her wiha bangewaziya tevlêbûnê li hemû xwendekaran kir. Her wiha li ser civakên sosyal jî xebateke baş dikin û ne tenê derheqê Newrozê de her wiha derheqê dîroka Kurdistanê de jî agahiyên girîng parvedikin.
Tam li gorî banga xwe ya ku dibêje:“Dîrokê nas bike“ ango “Dîrokê têbigêje“. Dema mirov dîrokê nasneke, dîrokê tênegihêje, mirovê nikaribe roja îro jî baş binirxîne û rave bike. Ew ê nikaribin bibin bersiv ji roja îro re jî.
Xala din ya banga wan jî ew e ku dibêje, “Sînoran derbas bike“ ango, “Sînoran nasneke“. Ev jî tê wateya ku di nava vê bangê de ciwan û xwendekarên her 4 parçê Kurdistanê hene. Ji bilî wan ciwanên enternasyonalîst û ewropayî jî cîhê xwe digrin.
Gotina dawî ya bangê jî ew e ku dixwaze Kurdistanê bike yek. Ev bang ne tenê ji bo Kongreya Netewî girîng e, her wiha ji bo yekgirtin û yekrêziya Gelê Kurd jî pir girîng e. Wek ku tê zanîn Kongreya Netewî ya yekemîn ji aliyê ciwan û xwendekaran ve di sala 2011an de li paytexta Kurdistanê li Amedê hate li dar xistin. Ez jî tev li wê Kongreyê bûm û ji bo min rojeke pir taybet bû. Ji bo Kurdistan bibe yek, ji bo yekîtiya netewî ava bibe, em dibînin ku ciwan û xwendekar dikarin roleke pir girîng bilîzin.
Herî dawî di 3yê nîsanê de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taybet ji bo ciwanan bi raya giştî re hat parvekirin. Li vir birêz Ocalan ji hemû ciwan û her wiha xwendekaran xwestibû ku li her cîhê lê dijîn, xwe bi rêxistin bikin.
Ez bawer im bi tevlibûn û herwiha bi xwedî derketina li vê Kongreya girîng mirov dikare ji bo nifşê nû bibe alîkar û bersiv. Hûn xwendekar zanistên pêşerojênin, hûn bijîşk û zanyarên pêşeroja me ne. Hûn bi serbikevin, em ê jî bêgûman bi serbikevin. Ez ji we re serkeftinê dixwazim.
Fermo hinek agahî derheqê Kongreya Xwendekarên Kurdistanê de:
Dîrok: 03.05.2025
Bajar/Welat: Frankfurt – Almanya
Navnîşan: Saalbau Gallus, Frankenallee 111, 60326 Frankfurt
Têkîlî: kurdishstudentcon@gmail.com
Agahiyên din:linktr.ee/kurdishstudentscongress?utm_source=qr_code