Li Zanîngeha Dîcleyê der barê Rojîn Kabaîş de meşek girseyî û daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yên ku sûcdaran diparêzin jî hevkar in. Jin bêdeng namînin; edalet dê were bicîhanîn.”
Bi pêşengiya Xeta Jinê, ji ber Fakulteya Fenê heta Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo Rojîn Kabaîş meş hat lidarxistin. Gelek ciwan û malbata Rojîn Kabaîş beşdarî meşê bûn û pankarta “Rojînê xwe nekuştiye, ew hatiye kuştin” vekirin. Dowizên “Jin Jiyan Azadî”, “ATK kiryaran eşkere bike”, “Qêrîna Rojînê wê bêdengiyê hişyar bike” hatin hildan û dirûşmên “Ev ne întîxar e, cinayet e”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ji bo Rojînê edalet ji bo her kesî edalet”, “Rektor, hesa bide” hatin berzkirin.
Ji ber ku polîsan di meşê de rê li trafîkê negirt, wesayîtekê li ciwanekî da. Tevî ku nexweşxane li kampusê bû jî, ambulans piştî nêzîkî 20 deqîqeyan gihîşt wir.
Piştî meşê, li ber Fakulteya Perwerdehiyê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Xwendekara zanîngehê Berîvan Îgîn daxuyanî xwend. Berîvan Îgîn, tekez kir ku ji destpêkê ve hewl tê dayîn ku doza Rojîn Kabaiş wekî xwekuştin were veşartin û got, “Du nimûneyên DNA’yê yên ku di rapora dadwerî de hatine dîtin, ku her tim dihatin veşartin, bi mehan piştî kuştina Rojîn Kabaiş hatin eşkerekirin. Lêbelê, kiryarên wê hîn ne diyar in, û rastî hîn jî tê veşartin. Dîtina DNAyê ya her du mêran a li ser laşê Rojînê hatine dîtin, digel nezelalkirina sedema mirina wê, careke din polîtîkayên qirkirina jinan ên hişmendiya faşîst û derengketina edaletê nîşan dide. Ev kuştin ne tenê li ser jiyana Rojînê, lê li ser jiyana me hemûyan êrîşek e. Ji ber ku em dizanin: kuştinên jinan ne takekesî ne, lê encama polîtîkayên sîstematîk ên pergala serdest a mêr in. Her bêdengî, her bêcezatî rê li ber kuştinên jinan ên din vedike. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heya ku em, jinên ciwan, kampusên ku hişmendiya serdest a mêr veguherandiye qadên kuştinê veguherînin qadên perwerdehiyê yên ewle.”
Dayika Rojîn Kabaiş, Aygul Kabaîş jî wiha got, “Em ê heta ku kujer bên dîtin têbikoşin. Ew dizanin çi qewimî, çima tiştekî ji me re nabêjin? Em dibêjin wê xwe nekuştiye, lê ew dibêjin wê xwe kuştiye. Em qebûl nakin û divê Tirkiye jî qebûl neke. Divê êdî dayik negirîn. Çima Rojîn kuştin?”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.