18 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekar ji bo Rojîn Kabaîş meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê  ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê meşiyan. Xwendekaran, di daxuyaniya xwe de got: "Xwestina edaletê ya ji bo Rojînê ne ji bo kesekê ye, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû jinan e.”

Xwendekarên Zanîngeha Egeyê, bi daxwaza ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê, li pêşiya Xwaringeha Hejmar 1ê ber bi Qada Şolenê ve meşiyan. Di meşê de pankarta “Dê mirina Rojînê di tariyê de nemîne” û dowîzên “Çi bi Rojînê hat”, “Rojîn Kabaîş serhildana me ye” hatin hilgirtin. Di meşê de bi domdarî “Edalet ji bo Rojînê, edalet ji bo her kesî” û “Rojîn Kabaîş serhildana me ye” hatin berzkirin.

Xwendekara bi navê Feyza Şenel, piştî meşê axivî û bibîr xist ku DNA’yên du mêran li ser laşê Rojînê hatine tespîtkirin û li dijî nedîtina kiryaran û ATK’ê bertek nîşan da. Xwendekara bi navê Samiye Yakici jî diyar kir ku mirina Rojînê ne “întihar” e û ev tişt got: “Bi qasî qatilên Rojînê, kesên ku delîl windakirine û dosya girtine jî sûcdar in. Rexmê tespîta DNA’yên du mêran, dibêjin ‘întihar’ û dixwazin dosyayê bigirin. Berî çend rojan li Meclisê pêşnûmepirsa ji bo ronîkirina mirina Rojînê bi dengên AKP û MHP ve hat redkirin. Heta mirina Rojînê neyê ronîkirin û berpirsiyar neyên cezakirin em ê bêdeng nebin. Xwestina edaletê ya ji bo Rojînê ne ji bo kesekê ye, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû jinan e.”