12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xwedîderketina Rojhilatê erkeke neteweyî ye’

Serhildanên li Rojhilatê û Îranê yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ku di 16’ê îlonê de ji aliyê “polîsên exlaqê” yên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, dest pê kiribûn bi pêşengiya jinan didomin. Di çalakiyên bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” tên kirin de heya niha gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne. Her wiha rejîma Îranê ku nikare pêşî li ber serhildana gel bigire, di 28’ê îlonê de bi fuzeyan êrîşî 3 baregehên Komeleya Rojhilatê Kurdistanê yên li nêzî herêma Zirgiwê û navçeya Koyeyê kiribû. Di êrîşê de 58 kes birîndar bûbûn û 13 kesî jî jiyana xwe ji dest dabûn. Li gel vê li dijî çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurdê yên navçeya Sîdekan a Hewlêrê û bajaroka Balekayetî êrîş dabû destpêkirin.

Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad, êrîşên tên kirin û helwesta Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Hevserok Zeyneb Mûrad, diyar kir ku êrîşên rejîma Îranê bêtehemûliya li dijî serhildana gelên Îranê ye û wiha axivî: “Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hefte ne ku xwepêşandanên mezin hene. Ev çalakî piştî qetilkirina Jîna Amîniyê destpêkirin. Heta ku tevahiya cîhanê jî li dijî vê bûyerê bertek nîşan dide. Ev serhildana li Îranê bi pêşengiya jinên kurd bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ pêk hatin. Ev serhildan bi xwe re tirseke mezin anî. Ji ber wê jî dewleta Îranê hin gav avêtin. Serhildan û ev aloziya heyî hemû Îran girtiye. Ji ber wê jî dest bi topbarankirina baregeh an jî navendên hizbên Rojhilatê Kurdistanê kirin. Hin navçeyên Başûrê Kurdistanê, bi taybet sînorên Sîdekan û hin navçeyên din girtin. Heta niha jî topbaran berdewam e. Dewleta Îranê ku êdî nikare serhildanan kontrol bike û bikuje serî li van êrîşan da. Topbarankirina navçeyên Başûrê Kurdistanê û hizbên ku temsîla Rojhilatê Kurdistanê dikin, di heman demê de dewleta tirk dagirkeriya xwe berdewam dike û bi hemû hêzên xwe êrîşî Kurdistanê dike.”

‘Armanc tunekirina kurd û Kurdistanê ye’

 Mûrad, destnîşan kir ku êrîşên dewleta Îranê ku heman êrîşan dewleta tirk jî dike nîşan didin ku hevpeymanek yan jî hevkariyek di nava her du aliyên “dagirker” de heye û wiha berdewam kir: “Ev jî wê nîşanî me dide ku hemû dewletên dagirker li ser yek tiştî bi tifaq in û ev jî tunekirina kurd û Kurdistanê ye. Ev êrîş ne tenê li dijî hizbên aliyê siyasî ne, li dijî gelê kurd e. Armanc tunekirina gelê kurd e û deskeftiyên gelê kurd e. Lê mixabin, ev rastî ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve nayê ditin.”

Divê herkes xwedî li Rojhilat derkeve 

Di berdewamiya axaftina xwe de Mûrad, bi lêv kir ku xwedîderketina li serhildana Rojhilatê erkeke neteweyî ye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye bi hemû hêza xwe êrîş dike, her roj kurdan dikuje û di her êrîşê de çekên kîmyewî yên qedexeyî bi kar tîne, lê hikûmeta Başûr nikare li hemberî vê helwesta xwe nîşan bide. Di heman demê de li hemberî Îranê helwesteke cidî û bertekeke berbiçav nîşan neda. Gel li hemberî van êrîşan bi bertek e. Lê hikûmetê heta niha tu nêrazîbûn nîşan nedaye. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku hêzên li dijî kurdan, bêyî ferqê têxin nava kurdan êrîş dikin. Li hemberî gelê kurd yek in. Ev êrîşên dawiyê, ev aşkera kir û tespît kir. Bi heman çavî li hemû hêzên kurdî dinêrin. Ji ber wê divê em gelê kurd, hêzên siyasî, sazî û dezgehên kurdî vê rastiyê bibînin û erk û berpirsyariya xwe pêk binin. Xwedîderketin û piştgirîdayina li berxwedana Rojhilat û Îranê û berxwedana Başûrê Kurdistanê berpirsyariya her kurdî ye. Bi ruhekî neteweyî divê em bibin deng. Niha li ser axa Kurdistanê qonaxeke hestiyar heye, qonaxeke metirsîdar heye. Ji her aliyî ve êrîş dikin, maf qetilkirina gelê me di xwe de dibînin, pêşengên me qetil dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bang li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku berjewendiyên xwe yên teng û yên hizbî bidin aliyekî û bi ruheke neteweyî xwedî li Kurdistanê derkevin.”

PDK û YNK bêdeng in

Mûrad, bal kişand li ser bêdengiya rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ev tişt gotin: “PDK û YNK li hemberî van êrîşan bêdeng in. Jixwe zêdetirî salekê ye ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîşî navçeyên Başûrê Kurdistanê dike, êrîşî bajaran dike. Lê heta niha li hemberî vê helwestek nehatiye nişandin. Ev bêdengî û bêhelwestî cesaretê dide dewleta tirk. Cesaret didê ku gelê me qetil bike, axa me bê dagirkirin. Li Hewlêr û Dihokê ku di bin kontrola PDK’ê de ne nayê hiştin ku gel bertekên xwe nîşan bide. Her wiha li Silêmaniyê heta niha bertekek nehatiye nişandan. Çalakiyên ku tên lidarxistin jî rastî êrîşan tên. Ev nayên qebûlkirin. Başûrê Kurdistanê niha bûye goristanek. Bûye cihekî ku her roj gelê me lê tê qetilkirin. Em dibînin ku xelkê Rojavayê, xelkê me yê Bakurê Kurdistanê û her wiha pêşengên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê tên qetilkirin. Her wiha xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku li hemberî vê radibin jî rastî îşkenceyê tên. Her wiha li Başûrê Kurdistanê ciwanên me ku em dibêjin pêşeroja me ne ji ber wan êrîşan mirinê didin berçavan û berê xwe didin Ewropayê. Ji ber vê rewşê direvin. Ev nîşaneya bêedeletî û bêdemokratîkbûyina desthilatdariya welat e. Dema ev êrîş ji aliyê dijmin ve li ser gelê me tên kirin, em dibêjin dijmine û em qebûl nakin. Lê heke îro ev êrîş ji aliyê hêzên kurd ve bên kirin, ev nayê qebûlkirin. Banga me ji bo her kurdî ye; em bibin yekdeng û bi ruheke neteweyî li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bisekinin.”

Divê kurd li dijî çekên kîmyewî rabin ser piyan 

Di dawiya axaftina xwe de Mûrad, diyar kir ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nahêle ku sûcên çekên kîmyewî bên lêkolînkirin û wiha got: “Di vê hêlê de hem ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve bêdengî heye hem jî saziyên neteweyî bêdeng in. Ev tê çi wate yê? Tê wê wateyê ku piştgiriyê didin. Hemû dewletên Rojavayî ji bo berjewendiyên xwe tevdiger in. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ne tenê bêdeng e, komên dixwazin lêkolînê li ser vê mijarê bikin jî asteng dike. Ev jî wê nîşan dide ku di van bûyeran de bi dewleta tirk re şirîk in. Dema ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anî, diviyabû kurd rabûna ser pêyan û li dijî vî sûcî derketana. Lê mixabin hikûmeta herêmê pêşiya vê jî digire û dibe asteng. Divê hemû cîhan bibîne ku ev şirîkên hev in û li ser axa Kurdistanê van sucên li dijî mirovahiyê dikin. Divê hesab ji van hêzan bê pirsîn ku çima nahêlin komên ku dixwazin lêkolînê bikin tên astengkirin. Heke îro li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengî nebûya dewleta tirk cesaret nedikir. Divê her kes helwesta xwe aşkera bike. Di asta cîhanê de dostên gelê kurd hene. Pêwîste em bi van kesan re hevkariyê bikin. Banga me ji bo hemû gelê me ye û bi taybetî jî ji bo gelê me yê Behdînan e. Em dizanin di bin zextê de ne, lê divê li hemberî vê bêexleqiyê bêdeng nemînin. Îro li van herêman ne tenê mirov ji axa xwe tên dûrkirin, hemû zindî tên tunekirin. Loma em dibêjin di roja îro de erk û berpirsyariya mirovahiyê ye, erka neteweyî ye ku piştgiriyê bidin ku lêkolîn bên kirin û ev kesên ku dibin sedama vî tiştî bên cezakirin.”