Nûnerên gelê kurd ku di navde parlamenter û rêveberên DEM Partî û saziyên kurdî jî hebûn li Mêrdîn û Enqereyê girtina kesên ku li ber stranên kurdî govend gerandin û jêbirina nivîsên bi kurdî yên li ser rêyan şermezar kirin. Nûneran bang li hemû kurdan kirin ku li ziman û çanda kurdî xwedî derkevin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Karayollariyê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê Salîha Aydeniz û Berîtan Guneş jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê me rûmeta me ye. Çanda me hebûna me ye” vekirin û dowîzên dirûşmeyên kurdî li ser bilindkirin.
Li ser navê platformê Aydin Aslan metna daxuyaniyê xwend. Aslan anî ziman ku êrişên li ser kurdî li dijî demokrasî û hiqûqê ne. Aslan destnîşan kir ku polîtîkayên tên meşandin tu fêdeya wan ji bo aştî û biratiyê tüne ye û got ku jêbirina nivîsên kurdî û rakirina tabelayên kurdî bi tu awayî nayê qebûlkirin.
Aslan wi dawî li daxuyaniyê anî: “Em bang li gelê xwe dikin ku zimanê kurdî û çanda kurdî biparêzin û xwedî lê derkevin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got: “Heya kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê bitêkoşin. Em ê li her kuçe û kolanê her dem û her kêliyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi çepik, dirûşme û stranên kurdî û govendgerandinê bi dawî bû.
Enqere
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê jî li Kolana Sakarya ya Çankayayê daxuyanî dan. Girse ji ber avahiya DEM Partiyê ya Ankarayê heya Kolana Sakaryayê meşiya û daxuyanî dan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatih Kanat daxuyaniyê xwed. Kanat destnîşan kir ku desthilat ziman û çanda kurdan tamûl nake û wiha bang kir: “Ji govendê netirsin. Govendê bigerînin, bi hev re horonê bigerînin.”
Kanat bang kir ku demildest divê kesên ji ber govendê hatine girtin bên berdan û got: “Hûn nikarin dest bidin zimanê me, çanda me û dîlanên me.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Em bernadin vê dîlane” û “Em rênadin faşîzmê” bi dawî bû.