Jin li hemû cîhanê di bin zordariyên hişmendiya mêrperest de li ber xwe didin. Bi taybetî têkoşîna jinan a ya ku li Rojhilat Navîn li dijî hêzên olperest, netewperest û zayendperest didin bi awayekî bibiryar didome.
Em derbarê zextên li ser jinên rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna ku didin de bi çalaksaza femînîst Hawjîn Beqalî re axivîn.
Çalaksaza femînîst Hewjîn Beqalî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya avabûna netewdewletan û wiha got: “Hemû netew-dewlet bi awayekî li ser esasê hişmendiya mêrperest hatine avakirin. Îran hem di destpêkê de hem jî piştî şoreşa sala 1979’an li ser vê hişmendiyê ava bûye. Lê rejîma Îranê ya niha ku li ser hîmên îslamê hatiye avakirin hişmendiya mêrperest xurtir dike. Komara Îslamî di destpêka avakirina xwe de wek karê xwe yê yekemîn zagona malbatê betal kir. Di vê zagonê de hinek mafên jinan ên telaq û xwedîkirina zarokan hebûn. Piştre jî vê carê pergalê bi darê zorê jin neçarê hîcabê kirin. Rejîmê xwest ku bi van hewldanên xwe bi dagirkirina bedena jinan rêgezên xwe ava bike. Di 8’ê adara 1979’an de cara yekemîn jin li Tehran û Kurdistanê li dijî pergala nû derketin kolanan.”
Îslama siyasî
Hewjîn Beqalî diyar kir ku Komara Îslamî rêgezên xwe li ser dagirkirina bedena jinan ava kiriye û ev tişt anî zimên: “Bi dîtina min îslama siyasî ku Komara Îslamî ya Îranê mînaka wê ye, li ser kontrolkirina her tiştî israr dike û dixwaze her tiştî kontrol bike. Ji ber ku dewletan her tiştên ku ji bo laşê jinan wek zagon hatine danîn kontrol kirine. Îslama siyasî dewsa dewleteke pir otorîter û tepeserker digire. Bi gotineke din Îran ji sedsala 20’an û vir ve di çarçoveya dewleteke mêrperst de xwe ji nû ve pênase kir û îslama siyasî jî berhema vê nûbûnê bû. Ev îslama nû (ku êdî ji bo me ne nû ye) li Îranê bû desthilatdar û pergala ku herî zêde dijberiya jinan dike ava kir.”
Jin bûn pêşeng
Hewjîn Beqalî da zanîn ku civaka ji nêzikatiyên pergalê bêzar bûye di her firsendê de dengê xwe bilind dike û axaftina xwe wiha domand: “Di nav civakê de nerazîbûnek heye, lê yên ku li ber xwe didin jin in; komên jinên mamoste, jinên kedkar, jinên kurd, ereb û belûc… Lewma di şoreşa 2022’yan de jinan karîbû van koman bikin yek û pêşengiya şoreşê bikin. Vê helwestê gelek hêz û bawerî da jinan û bû hêzeke ku roj bi roj mezin dibe û jin êdî bi azadî û bi wêrekî xwedî li mafên xwe derdikevin. Rast e hikûmetê hê zagonên hicaba bi darê zorê ranekirine û ji ber ku di van rojên dawî de xwe li dijî êrîşên Îsraîlê lawaz dibîne, li dijî jinan û ji bo hîcaba bi darê zorê zagonên dijwartir derdixe. Hikûmet di vê mijarê de tu carî paşve neçû. Lê her ku diçe jin tevî ku dibe bên girtin jî hicaba xwe derdixin û bêhîcab derdikevin derve.”
Hewjîn Beqalî got ku Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî cesaret daye jinan û wiha pê de çû: “Jin li dijî kevneşopiyên paşverû yên di nav civakê de li ber xwe didin. Mînak li Kurdistanê dema ku birayekê nexwesta mîrateya malbatê bi xwişkên xwe re parve bike parve nedikir. Lê niha li dijî vê yekê dikarin biçin serî li dadgehê bidin û mafê xwe nedin xwarin. Em vê pêşketinê wek destketiya şoreşê pênase dikin.”
Rêbaza çareserkirina pirsgirêkan
Hewjîn Beqalî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikûmet ji destpêka damezrandina xwe heta niha di wê baweriyê de bû ku divê tu carî bersiv nede daxwazên gel, nexwe dê bê hilweşandin. Ji ber vê yekê di van salên dawî de yek gav paşve neavêtiye û zêdetir zilm li mirovan kiriye. Pergal rêya çareseriya pirsgirêkan tenê di kuştin û girtinê de dibîne. Bi hêsanî dikare kesên bi angaştên ‘xerabkirina ewlekariya giştî’ yan jî “dijayetiya ewlehiya Komara Îslamî ya Îranê” digre. Kesên ku tên girtin bi serbestî nikarin parêzerekê/î hilbijêrin anku bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ev zexta ku li ser girtiyan pêk tê wek rêbaza kontrolkirina girtiyan û malbata wan tê bikaranîn. Îşkence wek rêbazeke li hemû girtiyan tê kirin. Herwiha girtî di hûcreyên yekkesî de tên girtin. Îşkence hê jî weke amûreke razîkirina girtiyan tê bikaranîn û hemû girtiyên siyasî ji bo demeke kurt û dirêj di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Gelek girtî ji bo îşkencekirina wan û malbatên wan ji bajarên xwe dûr tên xistin. Mînaka Zeynep Celaliyan ku yekem car cezayê heta hetayê girtiye 17 seatan ji bajarê xwe hatiye dûrxistin.”
Jin paş ve gav navêjin
Hewjîn Beqalî destnîşan kir ku di salên dawî de, hejmara jinên ku li Îranê hatine darvekirin zêdetir bûye û wiha axivî: “Wek ku min got Komara Îranê ya ku bi awayekî rasterast wek komara darvekirinê tê binavkirin, li ser bingeha dagirkirina bedena jinan hewl dide ku hebûna xwe bidomîne. Pergal dagirkirina bedana jinan bi sinetkirin, bi destdanîna ser mafên wê, neparastina ji tundiya mêrên di nav malê de û yên li derve bi pêş dixe. Jixwe darvekirin jî yek ji parçeyê vê ye. Lê bi dehan salan e jinan li dijî van kiryaran paşve gav neavêtine.”
Hewjîn Beqalî da zanîn ku di dema Mihemed Xatemî hat ser desthilatdariyê de, darvekirina jinên siyasî heta sala 2009’an hatibû rawestandin û got: “Di hilbijartinên dawî yên wê salê de şoreşek pêk hat û pergalê hest bi metirsiyê kir. Wê demê kesên wek Şîrîn Elemhûlî û Farzad Kamanger darve kirin. Peyama ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku Şîrînê li ser diwarê zindanê nivîsandibû li Îran û Kurdistanê bû sembola serhildaneke nû ya jinan. Di şoreşa dawî ya ‘Jin, Jiyan û Azadî’ de hikûmetê careke din pêwîst dît ku hovîtiya xwe ya li dijî jinên pêşeng ên vê şoreşê nîşan bide.”
Hewjîn Beqalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara darvekirina û bertekên ku li dijî van biryaran derketine û wiha got: “Di encama bertekan de cezayê li ser Şerîfeyê hat rakirin, lê mixabin cezayê şoreşgera Mehabadê Pexşan nehatiye rakirin. Herwiha niha cezayê darvekirinê dan Werîşe Mûradî. Ev jî îsbat dike ku şoreşa li dijî Komara Îslamî heta çi radeyê li ser milê jinên kurd bûye û ev hikûmet çiqasî ji hêza wan ditirse. Kesên wekî Paxşan û Warîşe ku bi nasnameyên xwe yên jinbûn û kurdbûnê derketine pêş di zindanan de wek du nav û nîşanên berxwedanê ne. Ew bûne du sembolên hêzên mezin ên şoreşê. Ew du jinên pêşeng ên dirûşma wan Jin, Jiyan û Azadî ne.”