12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwe li dora Ocalan kirin xelek

Nûnerê ERNK’ê yê Romayê Ahmet Yaman ku 65 rojan bi Rêberê PKK’ê Ocalan re ma, got ku Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema ji bo mayîna Ocalan a li Îtalyayê ji DYA û Ewropayê piştgirî xwestiye lê bê encam ma

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 12’ê mijdara 1998’an ji Moskovayê çû Romayê. 66 rojên zor û zehmet li Romayê derbas kir. Dema Ocalan çû Romayê bi deh hezaran kurdan berê xwe dan Romayê û li dora Ocalan bûn xelek. Du mehan bi şev û roj li gel sermaya dijwar a zivistanê li dora Ocalan nobet girtin. Piştî 2 mehan li ser hevkariya Tirkiye, DYA û hêzên din ên navdewletî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Îtalyayê derkeve. Siyasetmedar Ahmet Yaman ku wê demê nûnerê ERNK’ê yê Romayê bû û 65 rojan bi Abdullah Ocalan re mabû, pirsên me yên vê der barê de wiha bersivandin.

Hûn dikarin qala pêvajoya hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê bikin?

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Apo, di encama tifaqa qirêj a hêzên navdewletî de neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Rêber Apo armanc kir ku biçe Yewmenistanê. Lê hikûmeta yewnan a wê demê destûr neda. Rêber Apo neçar ma biçe Rûsyayê û heta 12’ê mijdara 1998’an li Rûsyayê ma. Lê piştî ku Rûsyayê penaberî red kir, Rêber Apo vê carê berê xwe da Îtalyayê. Dema hat Romayê, ez wê demê nûnerê Buroya ERNK’ê yê Romayê bûm. Piştî biryara Rêber Apo Romayê gihişt me, me dest bi xebatan kir. Ev ne pêvajoyek hêsan bû. Hatina Rêber Apo ya Romayê li ser peymana di navbera hikûmeta Îtalya û Rêber Apo de bû. Piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îtalyayê wê demê Massimo D’Alema re pêvajo dest pê kir. Piştî Rêber Apo şertên hikûmeta Îtalyayê û yên me pêşkêş kir erê kir û şûnde, deriyê Îtalya li me vebû. Di 12’ê mijdara 1998’an de bi amadekariya hikûmeta Îtalyayê em çûn Moskovayê. Em di 12’ê mijdara 1998’an de li balafirgeha Moskovayê bi Rêber Apo re hatin cem hev. Dostê me û nûnerê hikûmetê Ramon Mantovanî jî li gel min bû. Me ji Rêber Apo re got hikûmeta Îtalyayê bi hin şertan qebûl kiriye ku were Îtalyayê. Piştî ev şert qebûl kir, me dest bi rêwîtiya Romayê kir.

Gelê Ewropa û Îtalya birêz Ocalan çawa pêşwazî kir?

Di dawiya salên 1990’î de hewaya siyasî di serî de li Almanya û Îtalyayê li gelek welatên Ewropayê hikûmetên demokrat ên civakî serwer bûn. Lê li Îtalya rewş ji welatên din cudatir bû. Li Îtalyayê helwesta demokrat ên civakî bêtir çepgir bûn. Bi taybetî Serokwezîrê Îtalyayê Massimo D’Alema polîtîkayek cudatir pêş dixist. Di wê pêvajoyê de civaka kurd li welatên Ewropayê bêtir li tevgera azadiyê xwedî derdiket. Bêtir çalakiyên girseyî û bi rêxistinî pêş dixist. Wê demê xebatên dîplomatîk bêtir li ser hevdîtinên fîgurên siyasî pêş diket. Yanî bêtir li ser têkiliyên dualî pêş diket. Wekî îro dîplomasiya gel û bi raya giştî re li pişt xebatan dima. Wê demê herî zêde dîplomasiya gel li Îtalyayê dihat meşandin. Gelê Îtalyayê eger îro bêtir tev li xebatên azadiya Rêbertiyê dibe ji ber vê yekê ye.

Birêz Ocalan çima Îtalya tercîh kir? Hatina Ocalan a Îtalyayê bandorek çawa li ser Ewropayê kir?

Rastiya herî zêde rê li pêşiya hatina Rêber Apo ya Romayê vekir, rastiya hikûmeta Îtalyayê û piştgiriya raya giştî ya Îtalyayê bû. Vê yekê nîşan da ku navnîşana rast Îtalya ye. Welatên Ewropa ne li bendê bûn ku Rêber Apo bê Ewropayê. Bi taybetî dawetkirina hikûmeta Îtalyayê wekî bombeya atomê deng veda. Piştî Rêber Apo hat Romayê, kurdên li diyasporayê herikîn Romayê. Herikîna kurdan a Romayê bandorek pir mezin li ser gelê cîhanê ava kir. Hatina Rêber Apo, Ewropayê şoq kir. Herikîna kurdan a Romayê carek din Ewropa û cîhan şoq kir. Bi deh hezaran kurd daketin kolanên Romayê. Bi hezaran li balafirgeh û deriyên gumrikan kom bûn. Kurd bi israr û biryar li deriyê gumrikan rawestiyan û nobet girtin. Bi hezaran kurdan zêdeyî mehekê li Romayê nobet girtin. Dostên kurdan, esnaf û şêniyên taxê yên nêzî qada çalakiyê li kurdan xwedî derketin û piştevaniya kurdan kirin.

Gel, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî çawa û çiqas Rêber Ocalan pêşwazî kirin û xwedî derketin?

Li Îtalyayê gotin di cih de be, ji gel heta meclisê, ji partiyên siyasî heta nûnerên rêxistinên civakî, Rêber Ocalan bi awayekî xurt pêşwazî kirin. Di rojên ewil de qad pir bi tevger bû. Çûn û hatin pir zêde bû. Çapemeniya Îtalya û cîhanê eleqeyek pir mezin nîşan dida û pir dixwestin hevdîtinan pêk bînin. Gelek dostên Rêber Apo û siyasetmedaran pir zêde dixwestin hevdîtinan bikin. Êdî rojan e Rêber Apo pir zêde hevdîtin dikirin û hevpeyvîn didan çapemeniyê. Ji çar aliyê cîhanê dihatin dîtina Rêber Apo. Rojên Rêber Apo pir tijî derbas dibûn. Ez bi Serok Apo re 65 rojan mam. Min di hemû hevdîtinan de cih girt û di hemû hevdîtinên fermî de amade bûm. Dîsa li ser navê Rêber Apo beşdarî bernameyên televîzyonên Îtalyayê bûm.

Hewldana hikûmet û Serokwezîrê Îtalyayê D’Alama a ji bo çareseriyê çi bû? Rola Fransa û Almanya çi bû?

Hatina Rêber Ocalan a Îtalyayê, teqez ne ji bo mafê penaberiyê bi dest bixe bû. Ji bo lêgerîna çareseriya kêjeya kurd bû. Jixwe hikûmeta Îtalyayê û partiyên siyasî jî hatina Rêber Ocalan bi vê armancê girtin dest. Têkiliya Rêber Ocalan a bi Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema re jî li ser vî esasî bû. Teqez divê ez bînim ziman ku hem Serok Ocalan û hem jî D’Alema ji çareseriya siyasî bawer dikirin. Rêber Ocalan fedekariyên gelek mezin kir. Ji bo çareseriyê hemû pêşniyarên ku ji aliyê hikûmetê ve hatin kirin qebûl kir. Her tim digot ‘divê em xwe biguherînin’. D’Alem ji Rêber Ocalan dixwest bi hikûmetê re li Romayê konferansek navneteweyî pêk bîne. Lê di meha sêyemîn de hêzên komploger rehet nesekinîn. Zextên li ser hikûmeta D’Aleman û Îtalyayê zêde kirin. Piştî vê yekê D’Alema li qada Yekitiya Ewropa û DYA’yê derket rêwîtiya hevdîtinan. Projeya D’Alema ew bû ku ji welatên Ewropa û DYA’yê piştgiriyê bistîne û li Romayê dadgehek navdewletî ava bike û Rêber Ocalan li vê dadgeha navdewletî bê darizandin. Hikûmetê ev daxwaz bi Rêber Ocalan re parve kir. Rêber Ocalan ev daxwaz red nekir. Rêber Ocalan fedekariyek pir mezin kir. Dema D’Alema bernameya gerê qedand, Fransa û Almanya ev proje erê kirin, lê Ingilistan nêzî projeyê nebû. Amarîka jî gotibû; ‘Hûn çêkin em li dij dernakevin’. Rêber Ocalan ji bo komploya navdewletî pûç bike her tişt kir. Piştî D’Alema vegeriya Îtalyayê hiqûqzan ji bo yekemîn civîna xwe pêk bînin li Roma civiyan. Lê bêyî civînê pêk bînin belav bûn. Lewra Tirkiye bi awayekî tund li dijî avakirina vê dadgehê derketibû. Li ser vê yekê dewleta Almanya û Fransayê gav paşde avêtin û D’Alema bi tenê hiştin. TC’ê hemû têkiliyên navdewletî bikar anî û hewldanên çareseriyê xera kir. Piştî hewldana çareseriyê vala derket, TC’ê û hêzên komploger, hêzên dijber ên di nava Îtalyayê de bi kar anîn û zextên li dijî D’Alema û Îtalyayê zêde kir. Ji ber gefên Tirkiyeyê rojane zerara Îtalya ya aborî 400 milyon dolar bû. Li ser vê hêzên kêmar ên di nava hikûmetê de xwe paşde kişandin. Xwestin hikûmetê parçe bikin.

Ocalan çima ji Îtalyayê derket?

Me her dem geşedanên bi hikûmetê re dinirxandin, geşedanên ku pêk bên me dinirxandin, me bi hev re biryar dida. Hikûmeta Îtalyayê di encama van geşedanên dawî de daxwaz kir ku Rêber Ocalan derkeve welatekî sêyemîn. Dê bi garantiya hikûmeta Îtalyayê biçûya welatê sêyemîn. Dema ev daxwaz ji Rêber Ocalan re gotin, dê rewş û cihê welat bihata nirxandin û şert guncav bûne dê bihata qebûlkirin. Hikûmeta Îtalya xwest em jî bi derfetên xwe têkevin nava lêgerîna welatekî. Lêgerînê me jî hebûn. Me serî li hin welatan da. Wan jî diyar kirin ku hêza wan têr nake. Hin derdorên ku di nava hikûmeta  Îtalyayê de cih digirin, hin derdorên ku rêveberiya Fîlîstînê di nav de hebûn, xistin dewrê û xebatên dîtina welatekî ya ji bo Rêber Ocalan li karê xwe zêde kiribûn. Fîlîstiyan Hirvatistanê amade kiribûn. Lê Rêber Apo ev daxwaz qebûl nekir. Dîsa ji Yewnanistanê hin derdor ketibûn nava tevgerê. Hewldanên wan bê encam man. Li vir welatekî ku ji aliyê hikûmeta îtalyayê ve hatibû dîtin hebû. Lê ev cih di aliyê erdnîgariyê de ne cihekî bi ewle bû.

Hikûmeta Îtalya û D’Alema teqez negot ‘Welatê me terk bikin’. Digotin ‘Hûn li Îtalyayê bimînin dê hikûmet hilweşe. Lê piştî hikûmet hilweşe em nizanin dê geşedanek çawa pêş bikeve. Dixwestin biryara dawî Rêber Ocalan bide. Du rojev hebûn. Rojevek derketina Rêber Apo ya ji Îtalyayê bû. Ya din jî mayîna Rêber Apo bû. Rojeva Rêber Apo li Îtalyayê bimîne li pêş bû. Eger Rêber Ocalan li Îtalyayê bimaya îxtîmala ku hikûmet belav bûbûya zêdetir bû. Vê yekê Rêber Ocalan dixist nava fikaran. Rêber Apo hurmet dida D’Alema.

Çima Ocalan dîsa çû Rûsyayê? Fikarên ji bo Rûsyayê çi bûn?

Piştî ku Rêber Ocalan ji Îtalyayê derket sedema ku çû Rûsyayê daxwaza nûnertiya ERNK’ê ya Rûsyayê bû. Ev wekî projeyekê pêşkêşî Rêber Ocalan kiribûn. Proje pir xweş xuya dikir, lê çawa çêbû ku Serokdewletê Rûsyayê Yelsîn û Serokwezîr Prîmakov dîsa Serok vexwendin Rûsyayê? Gelek aliyê ez dixistim nava fikaran hebûn. Min aşkera dixwest ku Serok li Îtalyayê bimîne. Min nerînê xwe dem bi dem bi Serok re parve dikir. Lê bijarteka Rûsya zêdetir derdiket pêş. Hikûmeta Îtalyayê jî erênî li çûna Rûsyayê mêze nedikir. Herî dawî ji Rûsyayê garantî xwest. Lê dewleta Rûsyayê ev garantî neda. Ev yek ez pir xistim nava fikaran. Herî dawî Rêber Ocalan biryar da ku çûna Rûsyayê bê nirxandin.

Cara 2’yemîn çawa çû Rûsyayê?

Ez û Rêber Ocalan di 22’yê çileya 1999’an de ji Îtalyayê çûn Rûsyayê. Dema em li Balafirgeha Moskoayê daketin wekîlên rûs û nûnerên ERNK’ê yê wê demê me pêşwazî kirin. Me got eger Rêber Ocalan nikaribe li Rûsya dakeve, cihekî ku pîlot dizane em ê biçin li wir dakevin. Lê li balafirgehê tu pirsgirêk derneket. Min û Rêber Ocalan li vir xatir ji hev xwest û ez bi heman balafirê dîsa vegeriyam Îtalyayê û hevdîtina min û Rêber Ocalan li vir bi dawî bû.

Plana hêzên koploger li Rûsyayê li dijî Rêber Ocalan çi bû?

Hêzên kompoger dixwestin di 12’ê mijdara 1998’an de li Rûsyayê komplo bi encam bikin. Lê piştî hikûmeta Îtalyayê ket nava kar, lîstik xera bû. Roja ku em çûn Rûsyayê û me xwest Rêber Ocalan bibin Îtalyayê dîroka dawî ya ku Rûsyayê terk bike bû. Lê mixabin me dît ku plana hêzên komploger cara duyemîn dîsa li Rûsyayê berdewam kir.

Hêzên hegemon çi hesab kirin? Çima tecrîd didome?

Rêber Ocalan di her şert û mercan de ji bo çareseriya siyasî têkoşiya. Manifestoyên çareseriyê belav kirin. Di sala 1993’yan de dest bi pêvajoya çareseriya siyaseta demokratik kir û li Ewropa û Îmraliyê ev pêvajo berdewam kir. Niha jî di şertên tecrîdê de vê hewldan û têkoşîna xwe berdewam dike. Hêzên komploger bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin tevgera azadiyê tune bikin. Lê piştî Rêber Ocalan li Girava Îmraliyê paradîgmaya nû pêş xist, hewldana hêzên komploger pûç kir. Îro ji ber vê yekê ye tecrîda giran didome. Rêber Apo li Îmraliyê bi dehan pirtûk nivîsandin. Ev pirtûk wergerî gelek zimanên cîhanê kirin. Niha weşandina wan a bi zimanê biyanî didome. Îro li çar aliyê cîhanê fikrên Rêber Ocalan jîn û geş dibin û dibin alternatifa modernîteya kapîtalîst.

Ahmet Yaman Kîye?

Di salên 1990’î de nûnerê ERNK’ê yê Ewropa bû. Niha li Ewropayê di xebatên têkiliyên derve yên siyaseta kurd de cih digire. 65 rojan li Roma bi Abdullah Ocalan re ma. Demek dirêj e li welatên Ewropa dijî û karên siyasî dimeşîne.