12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwarina tahm xweş û navdar a Serhedê: Keledoş

Ger mirov behsa xwarin û metbexa herêma Serhedê bike divê mirov ji keledoşê re cihekî taybet veqetîne. Lewra li herêmê, bi taybet jî li bajarê Wanê qedr û qiymeta keledoşê gelek mezin e. Hem li malan tê çêkirin, hem li xwaringehan; hem xwarineke zahmet e, hem jî tahm xweş e. Keledoş, xwarineke herî sereke yê vê erdnîgarê ye.

Dema em behsa bajarê Wanê dikin helbet dîroka wê ya kevnar, xwezaya wê ya bedew, behra navdar yê hêşîn, çanda wê ya qedîm û demografiya wê ya kozmopolit tê bîra mirov. Lê belê pêdivî heye ku mirov behsa metbex û xwarinên vê bajarê jî bike. Ji ber ku ji herêmên din cûda hin cure xwarinên din hene ku li ser vê erdnîgarê tên çêkirin. Yek ji van xwarinan jî Keledoş e.

Hefteya buhurî li bajarê Wanê fûara gastronomiyê hebû. Fûar 12’ê mehê hate vekirin û ji gelek deveran xwaringeh bi xûrekên cûr bi cûr tevlî vê fûarê bûn.

Berî niha çend caran li Amedê jî me fûarên bi vê rengê dîtin. Bi rastî jî dema ji gelek bajaran xwarinên cûda mirov di atmosferekê de dibîne, rewşeke balkêş jî derdikeve holê. Xwarinên yek ji yekî xweştir bala hemwelatiyan dikişine.

Di nava van xûrekan de ya ku herî bala mirovan dikişîne helbet xwarina bi navê Keledoş e. Ango keledoşa ku bi taybet li Wanê navdar e. Di vê nivisê de em dixwazin hinekî behsa keledoşa Wanê bikin. Da ku tavahiya xwînerên me zanibin ka ev xwarin ji ku tê çawa tê çêkirin.

Xweşiya keledoşê

Li bajarê Wanê em çiqas digerin xweşiya wê hê bêtir dibînin û dibin şahidê kevneşopiyên wê.

Xwarin jî parçeyek ji vê dîroka kevnar e û di aşxanên Wanê de bûye wek çandek herêmî. Ji demên berê ve çiqas dibû behsa vê bajarê, herkes digot “dema tu çûyî Wanê teqez Keledoş bixwe.” Salên borî helbet em gelek caran hatin û çûn Wanê. Di her hatinê de, yan jî mayîna li vê bajarê de bi nasîna keledoşê jî em kêfxweş bûn. Demek ku me bernameya Nan û Dan çêdikir, careke din bû nesîb ku em xweşiya keledoşê bibînin. Niha jî ger bi dest bikeve di her fersendê de ez keledoşê dixwim. Xuyaye di jiyana me ya li vê bajarê de wê hêj gelek caran keledoş me li xweşiya xwe bike mêvan.

Li vê heremê xwarina keledoş hem li malan, hem li xwaringeha tê çêkirin. Wanî gelek keyfa wan ji vê xwarinê re tê. Lê belê kesên wek tûrist ji derve tên jî, heta keledoş nexwin ji vir naçin.

Dîroka keledoşê

Berî ku em behsa çêkirina wê bikin pêdivî pê heye ku em hinek behsa raboriya keledoşê bikin. Weke dîrok helbet em baş nizanin ka ev xwarin ji kîjan serdemê hatiye. Le bi hêsanî em dikarin bêjin ku gelek kevnar e. Li gorî hin pêşbîniyan dîroka wê diçe heta 200 sal berê. Lê dibe ku kevnartir be jî. Ji ber ku tiştên dikevine nava vê xwarinê ji dîroka kevnar heta roja îro her tim di jiyana mirovan de hebûye.

Bingeha xwarinên Serhedê

Herêma Serhedê herêmeke sar e. Bajarê Wanê jî yek ji wan bajaran e ku zivistanek demdirêj lê heye. Herêmên sar û xwedî zivistana dirêj, ji hin aliyan ve taybetiyên xwe hene. Weke mînak divê mirov ji bo zivistana dirêj bi tevdarik bin. Lazim e di wê havîna kurt de pêdiviyên xwe yên zivistanê tev amade bikin. Di nava vê tevdarikê de dan û dexl, goşt û penîr, giya û pincar tev hene. Xwarina vê herêmê jî li gorî erdnîgariya wê û demsalên wê şikl girtiye. Yanî xwarin ne tenê ji bo tahm û xweşiyê hatine çêkirin, her wiha li gorî pêdivî û birçîbûnê, ango têrbûna mirov hatiye fikirîn. Lewma hin cûre xwarin ên weke keledoş, helise, dewîn, qrîs, qelî, penîr û giyayên cûr bi cûr ji bo berdewama jiyanê, yan jî ji bo derbaskirina zivistanên dirêj ketine metbexa serhediyan.

Naveroka keledoşê

Keledoş jî xwarinek wisa ye ku di demên sar yên zivistanê de weke xwarineke mirovan têr dike hatiye çêkirin û di jiyana serhediyan de cihek taybet digire. Hem mirovan têr kiriye, hem jî ji bo hêz û qeweta mirov xwedî naverokeke baş e.

Ji bo çêkirina keledoşê malzemeyên weke keşk an jî mast, dan, nok, niska hêşîn, goşt, pincara sêbisk (spîpincar), sîr, rûnê malê, pûng an jî nane, cahter, îsota pûl û xwê lazim e.

Çêkirina wê hinek zahmet e lê tahma wê xweş e. Zahmete, ji ber ku ev tiştên dikevin nava keledoşê cûda cûda tên kelandin. Ji ber wê demek dirêj divê mirov pê ve bimîne. Lê belê hêjaye ku mirov li benda vê xwarina tahm xweş bimîne.

Pijandin û amadekirana wê

Rojek berî çêkirina xwarinê malzemeyên wek dan, nok, nisk, goşt û pincarê bi navê sêbisk ji êvar de ji hev cûda tên pijandin. Roja din kû aşpêj dest bi çêkirina xwarinê dike, di serî mastê xwe yê çeliqandî berdide nava beroşê. (Zemanê berê bi keşkê dihate çêkirin lê niha bêhtir mastê parzonkirî tê bikaranîn.)

Paşî bi rêzê dan, nok, nisk, goşt û spîpincar tevlî mastê tê kirin. Dawiyê xwê û sîr jî dikeve navê û datînin ser agir. Her wiha pûng û cahter jî tevlî dibe. Piştî qederê 45 deqîqe li ser agir pijîya xwarin ji bo bêhnvedanê ji ser agir datînin. Herî dawî rûnê malê yê bi tevlî îsota pûl kû li ser agir hatiye sor kirin berdidin ser.

Bêhnvedana li ser berfê

Me behsa bêhnvedanê kir ya, di eslê xwe de dema beroşê ji ser agir tînin xwarê, dibin datînin ser berfê, da ku baş tewa xwe bigire û ji bo xwarinê amade bibe. Ev şêwaz jî xisûsiyeteke herêma Serhedê ye. Ji berfa sar û ji hewayê seqem jî sûdê werdigrin.

Ev rêbaz helbet her tim nayê bikaranîn lê wisa xuyaye di demên berê de pir bi kêr hatiye. Ez texmîn dikim ev şêwazê behnvedanê tahmek cûda jî dide xwarinê. Ji xwe her tim em dibêjin; çêkirina xwarinê bi rêbazên kevnar, tahm û lezzetek xwe yê cûda heye. Ger mirov di vê serdemê de jî hin rêbazên zemanê berê pêk baniya em bawerin xwarin wê bêhtir bi tahm û xweştir bûya. Car carnan em rastî xwaringeh an jî malên ku bi vê awayê xwarin çêdikin tên helbet. Lê hejmara wan pir kêmin. Dîsa jî hebûna van cihên taybet hêviyek dide mirov ji bo pêşerojê.

Hin şêwazên çêkirinê

Niha em careke din vegerin çêkirina keledoşê. Ev şêwazê li jor me behsê kir, gelemperî tê bikaranîn. Lê belê di nava demê de hin guhertin helbet çêbûne. Weke mînak, li xwaringeha ji bo ku bêhtir xweş xuya bike, goştê bi şêwazê qeliyê hatiye sorkirin li ser keledoşê datînin. Helbet ev yek tahma wê bêhtir xweş dike, lê nebe jî dibe. Ji xwe dema pijandinê goşt dikeve navê. Ez bawerim bi awayê klasîk tahma keledoşê hê xweştir e. Dîsa jî keledoş xwarineke wisa ye ku bi şêwazên cûr bi cûr jî bê çêkirin ji taybetiya xwe tiştek winda nake.

Di serî de jî me got; ev erdnîgar ji hêla çanda xwarinê ve jî xwediyê cihek taybet e. Keledoş di nava vê taybetiyê de cihek fireh ji bo xwe vekiriye. Ez bawerim xwînerên me jî vê xwarinê diecibînin an jî meraq dikin. Lewma em dibêjin dema rêya we bi Wanê ket herin keledoşê bixwin.