12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Xurtkirina ewlehiyê’ didome li Zîbana Dêrazorê 18 çete hatin kuştin

Berdevkê HSD′ê Ferhad Şamî ragihand ku beşekî mezin ji bajarokê Zîbanê û gundê Teyana hatiye paqijkirin û 18 çete hatin kuştin, her wiha gelek çete direvin aliyê rojavayê Dêrazorê

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Hewayîc paqij kir û beşekî mezin ji gundê Teyana û bajarokê Zîbanê yên Dêrazorê paqij kir.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD′ê Ferhad Şamî ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku operasyona leşkerî ya li djiî şaneyên DAIŞ û komên çekdar ên sûcdar li navçeya Zîbanê berdewam dike ku ji gundên Hewayîc û Teyanayê pêk tê. Şamî diyar kir ku dibe di çend saetên bê de şer li navenda navçeya Zîbanê bi dawî bibe. Her wiha îşaret pê kir ku çete ber bi aliyê rojava yê çemê Firatê ve reviyan.
Her wiha Ferhad Şamî da zanîn ku li gund û taxên navenda navçeya Zîbanê 18 çete hatin kuştin û 4 çeteyên Dîfa El Wetenî hatin girtin.