12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xurtbûna hêza xweparastinê

Dayikên aşitîxwaz dikarin hebûna xwe biparêzin û di dîrokê de xwe îspat bikin. Gelên ku êş kişandine ji hemûyan zêdetir qîmeta azadiyê dizanin. Kesên ku mafên wan her dem hatine binpêkirin, hêza xweparastinê zêdetir pêşxistine.

Di demên dawî de, karesat û şer zêdetir bûne. Ji bo gelek kesan xuya dike ku dawiya dinyayê nêzik e. Di her demê de, mirov difikirîn ku dawiya dinyayê hatiye, li gorî mezinbûna bêhempa ya xerabiyên wê serdemê ev fikir pêş dikeve. Girîng e ku mirov qebûl bike ku em nivîskarên xerabiya ku li cîhanê serdest e ne. Cîhan bi hewldanên me xizan dibe. Her cure şer, çavbirçîtî, desthilatdarî, hestiyarî, okultîzm, xurafe cîhanê wêran û xizan dikin. Û tişta tirsnak ev e ku gava em gunehkariya xwe fêm dikin, gunehan ji holê ranakin, lê wan vedişêrin an qanûnî dikin. Mînak; îro zewacên hevzayendan, homoseksuelî, tiryakfiroşî, pedofîlî, bêexlaqî û hwd. qanûnî dibin. Em berpirsiyariya pêşeroja cîhanê û mirovahiyê datînin ser biyaniyan. Dema ku şaristaniya me bêber dibe, em hêviyên xwe dixin ser şaristaniyeke “ji derveyî dinyayê”. Mijara biyaniyan fêkiyê cazîb ê xurafe û okultîzmê ye. Û divê em baş bizanin ku gava em hêviyên xwe dixin ser “rizgariya” ku ji biyaniyan tê hêvîkirin, em ji xilaskarê rastîn dûr dikevin.

Dema hebûna te bi wêrankirinê re rû bi rû bimîne, wê demê pirsgirêka sereke ne misogerkirina azadiyê ye, lê parastina hebûna te ye. Êdî armanca jiyanê ne jiyîn, xweparastin e. Destpêkê divê tu mafê xwe yê azadiyê çareser bikî. Her kesek mafê wê ya hebûn û azadiyê heye. Bi hebûna kesan jî divê mafê wan yên xwezayî jî hebe. Ji bo bidestxistina azadiya cewherî rola jinan giring û sereke ye. Jin pêşengtiyê ji civakê re dikin.

Aqilmendiya jinan sedema sereke ye. Hebûna exlaqî û siyasî li dora jinan e. Jineke jêhatî wêneya xwe bi edebiyata nû ya jinan dibîne. Pêşveçûna wê ruh, ziman, exlaqa civakê nîşan dide. Wêjeya jinan dikare civakê ji nû ve ava bike û ber bi pêşerojeke azad ve bibe. Çiqas jî şert û mercên dijwar ên jiyanê hebin jî, yên wek modernîteya kapîtalîst, ku mirov bi bêrehmî mehkûmî egoîzmê kiriye, wî ji civakê dûr xistiye, jinên jîr dikarin baştir fêm bikin û bixuliqînin. Modernîteya kapîtalîst jiyana kolektîf hilweşandiye. Tekekesan ji kokên xwe dûr xistiye.

Bi alîkariya wêjeyê, jinên aşitîxwaz dikarin şerekî ku berhemên dîrokî derdixin holê bimeşînin. Sîstêma bêrehm bi ruhê reşkirî yê serdemê, ku wijdanê xwe winda kiriye û mirov, dar, çûk tune dike, ji bo pêkanîna armanca xwe şerekî taybet jî dimeşîne. Îro, hiş, aqil û mêjiyê mirovekî di bin bandora êrişên domdar bi rêya perwerdehiyê, dibistanê têne çêkirin. Nifşên bêruh û bêşerm têne mezin kirin. Gelek ji wan nizanin ka wate çiye û çima tê kirin.

Em gihîştine rewşekî, ku dê û ewlad derketine li hember hevdû. Gotin û pratîk li dijî hev derketine. Sîstêma mirovahiyê û xwezayê berbat bûye. Jin, taybet jî dayikên aşitîxwaz dê bi berpirsiyariyeke tevahî civaka me ji bêruhiya serdemê biparêzin, beşdarî avakirina pergaleke civakî ya wekhev a li ser bingeha demokrasî, azadî û cihêrengiyê bibin. Di rojên me de, ku hewl tê dayîn ku hemû çandên civakî tune bikin, pêwîstî bi hewldanên alternatîf jî heye.

Bi her awayî dixwazin, ku nifşên nû werin asîmîlekirin, wêje û ziman were tunekirin. Ji van nêzîkatiya re jinên aqilmend dikarin bibin altêrnatîf. Aqilmendên jin dibin sedemên sereke ji bo avakirina civaka exlaqî û siyasî. Welat bi dayikên dilsoz ve dewlemend e. Destpêka avakirina civakê di bin sîwana dayikan de bi wate dibe. Dema şerên hebûn û tunebûnê têne meşandin barê herî giran û berpirsyarî dikeve ser milên dayikan. Dayikên aşitîxwaz dikarin hebûna xwe biparêzin û di dîrokê de xwe îspat bikin. Gelên ku êş kişandine ji hemûyan zêdetir qîmetê azadiyê dizanin. Kesên ku mafên wan her dem hatine binpêkirin, hêza xweparastinê zêdetir pêşxistine.