Çand, jiyana azad e. Ziman e, ruh û bedena gelan e. Hebûn e, gotin û parastina civakê ye. Zîhniyet û raman e. Bîr e, rûmet û nasname ye. Çand, têgehek kûr, dûr û hûr e. Dest û lepên çandê dirêj e. Diherike û bêrawestan e. Çand mîna şaxên lavlavkê, xwe li tevahiya şaneyên civakê rêsaye. Di qelîştokên axê de ava çemek e! Xurcika çandê cur bi cur e.
Çand, ji çandiniyê tê û bi civakbûyînê dest pê dike. Çanda civaka xwezayî di dendika tovê genim de bi teşe dibe. Şoreşa neolîtîkê berhema çanda aştî, wekhevî, ekolojî û civaka demokratîk e. Hêza xwenasînê ye. Civak, çand e. Mirov bi çanda xwe tê naskirin. Çand, ji jiyana rojane dest pê dike. Cil e, berg e, aşxane ye û têkiliyên civakî ne. Çand, parvekirin e. Her yekê ji van bi serê xwe mijarên çandê ne. Lê em ê tenê li ser çend mînakan bisekinin.
Mixabin ew çanda kurdî ya ku di dîrokê de malovanî ji mirovahiyê re kir, bi tunebûnê re rû bi rû ye. Hêdî hêdî çanda me tune dibe û dergûş bê kes û kûs dibe. Çemê boş, kêmmasî dibe. Mînakên gelekî bi êş hene! Çend ji wan mînakan jî ev in:
Berê li gundan çanda zêwan hebû. Zêw dihatin dayîn. Zêw, weke kevneşopiya bi hezar salan di 15’ê tebaxê de, dema bayê nû werdigeriya, li serbanan an jî li meydanên gundan dihatin danîn. Wateya zêwê; êdî demsala havînê bi dawî dibû, xatir dixwest û diket meha payîzê. Hewa hênik dibû, baran dibarî, terbîs diket, ax şil dibû û çotyar diçûn cot. Bi hatina bayê nû re xweza jî diket şekil û şemalek cihê. Pelên daran zer dibûn û diweşiyan. Xweza çîptazî dima.
Li gorî pêşiyên me, ji nifşê biçûk re digotin “Çanda zêwê xwe dispêre dîrokeke gelekî qedîm û antîk.” Berî hefteyekê amadekariyên wê dihatin kirin û bi tevlîbûna tevahiya gundiyan pêk dihat. Her malê bi qasî derfetên heyî, êdî çi ji kê bihata, hinka elok, hinka qaz û hinekan jî pez ji bo zêwê serjê dikirin. Xwarin çedikirin û danîn cihê zêwê. Xwarin li ser sifrê dihat rêzkirin. Zarokên gund, tevî kevçiyên xwe ji malê dihatin û li ser sifrê rêz dibûn. Beriya dest bi xwarinê bikirana, ji rûsîpiyê gund kesekî digot “Xwedê! Tu nexweşî, qeda-bela, şer, xela û xizaniyê bi ser me de neynî.” Zarokan, tev bi hev re digotin “amîn” û bi gotina “noşîcan be” dest bi xwarinê dikirin. Li ser sifra zêwê tenê zarok kom dibûn û zêw ji bo wan dihat danîn. Her taxê zêwa xwe cuda datanî. Zêw, ji hêla meclisa rûsipiyên gund ve dihatin rêxistinkirin. Çi zarokên keçik, çi jî yên kurik, bêyî ku ferq û cudahiyê bixin nav wan bi hev re li ser sifra zêwê rûdiniştin. Xwarina ji ber zêwê dima jî didan malbatên feqîr.
Dîsa, berê li gundan di demsala payîzê de çanda danûyan hebû. Genim dikelandin û dibûn danû. Ev ji bo zarokan jî şahî û ziyafet bû. Zarokan; xwe ji vê ziyafetê jî, bê par nedihişt. Lalîk û kevçiyê xwe digirtin û diçûn ser beroşa danûya! Her malbatê ji bo bikin savar, genim dikelandin û dikirin danû. Danû, di kelegerma havînê de li ber tavê zuha û hişk dibû. Di cotmehê de jî dixistin cirnan; di coniyan hûr dikirin, moxil dikirin, didan ber bayê û dikirin savar. Dema savarhêrê, şevên destarhêrkê li dardixistin. Gundî, kom bi kom li der û dora destar kom dibûn û bi dorê destar digerandin. Her destarek, sê jinan digerand . Destar, aşên wê demê bûn. Yên destar digerandin jî jin bûn. Di dîrokê de, ya cara ewil genim kedî kir, simbilê ewil berhev kir, destar gerand jin bû. Ya ku cara yekemîn tenûr kişif kir, çêkir û nan bi tenûrê veda jî jin bi xwe bû. Xwarina destarhêrkan jî şorba savar bû. Êvarê, di ber destar de rûdiniştin, heyanî berbanga sibehê destar digerandin; stran, çîrok û mamikên wan jî di ber re kêm nedibûn. Amadekariya zivistanê bi savarhêrê dest pê dikir.
Çanda Zibarê jî yek ji van bû. Ya roj û demên teng bû. Zibare ji kedek hevpar pêk dihat û gundî diçûn hewara hev. Mezinên gund bi hev dişêwirîn û bi dorê diçûn alîkariya hev dikirin. Xelkê gundan palehiya nîsk, ceh, genim, nok û kizina bi zibarê didirûtin. Di nav xwe de zibare dikirin û her carê diçûn alîkariya malekê dikirin. Ji bo avakirina xaniyan jî zibare hebûn.
Mixabin di van çend salên borî de yek ji van mînakên me li jorê behsa wan kir êdî nînin û ji holê rabûne. Yan jî tev hatine jibîrkirin. Gund vala bûne, bêkes û wêrankirî ne. Lewma, li şûna ev kevneşopî werin parastin, ji çand û cewhera xwe tê dûrketin. Nirx li ser çandê bi gewde dibe. Lê nirxên me her roj tên dizîn, talankirin û dagirkirin. Çand, ziman û hebûna gelê kurd ne azad e; di bin metingeriyê de tê bişaftin! “Çanda rêzefîlman” êdî bûye parçeyekî jiyana mirovan! Rêzefîlm, dibin sebebê çanda tûndiyê. Ev, yek ji rêbazên çîna serdest e. Ew ji bo bingeha armanca xwe reklam, rêzefîlm û nûçeyên bi derewan hatine xemilandin weke amûr bi kar tînin.
Gelê kurd ji zimanê şoreşa çanda neolîtîk re, nasnameya civaka azad re, bîr û baweriya yekemîn re DAYIKTÎ kir. Çand bi hebûnê, hebûn bi çandê azad e. Mirovatî hebûnek çandî ye. Em li çand, rûmet nasname, zimanê xwe xwedî derkevin û nirxên xwe biparêzin. Em ji çanda xwe hez dikin, ji ber ku em bi çanda xwe hene. Ji bo ku raman mezin û mayînde bibe, divê çand azad be.