Li Kurdistanê bi piranî jî herêmên Serhed, Qers, Agirî, Wan û Mûşê bi zêdeyî gelê ermen li deveran dijiya. Gelê ermen xwedan çand û huner bûn. Ew bi gelê kurd re kirîv û dost bûn . Lê Mixabin talî çi hat serê wan ew jî mijareke din e. Xortek bi navê Agop li gundekî herêma Kopê dijiya. Bi seyd û nêçîrê ve girêdayî bûye û her wisan ji malbateke zengîn û maldar bûye. Di wê demê de êdî sîxur û nebaş bi destên jontirkan ketibûn herêmê. Dengê qirkirin û kuştina gelê ermen hêdî hêdî dest pê kiribû.
Agop se û tajiyên nêçîrê xwedî dikir, ji ber wê ji seyên xwe yê bi navê ‘çomo’ gelekî hez dikir. Rojekê serê sibê radibe ku seyê wî li ber derî miriye, dest davêjê bê can û bê giyane. Li perê gund erd dikole û seyê xwe bin ax dike. Di wê demê de li hin cih û deveran dewletê Qereqol û Nehiye avakiribûn. Li nehiyan midûr û çend leşker wekî mifreze danîbûn. Dema gîlî dest pê kiribûn û sîxur diçûn nehyeyan gilî dikirin. Dema Agop Seyê xwe binax dike ; hin ne xêrxwaz diçin bal midûr giliyê wî dikin. Agop ji seyê xwe re tirbek çêkiriye. Li ser vê yekê midûr qasidekî dişîne pey Agop da ku were ba wî. Dema Agop vê yekê dibihîze, dizane ku dewleta Romê li wan bi rikin, wê wî ceza bikin.
Malbateke maldar bûne , Agop kîsek zêr dike berîka xwe û berê xwe dide nehyê bal midûr. Diçe li derî dixe û dibêje; ez benî we ez xwestibûm va ez hatime, navê min Agop e. Midûr qamçiye xwe digire û bi ser de dihejîne û dibêje; min bihîstiye ku te ji seyê xwe re tirbek çêkiriye ma tu li gorî ola me nizanî ku heram e.
Agop dibêje ez benî ka leşker û kesên li vir derîne derve, ez ê ji te re serpêhatiya vê yekê bibêjim. Midûr dibêje: Başe ka derkevin ev zilam ji min re wê çi bibêje gelo?.
Agop dibêje; ez benî navê seyê min Çomo bû lê ka bipirse ji bona çi min jê re tirbek çêkriye û ew bin ax kiriye.
Midûr dipirse: Ka bibê je çima? Agop dibêje: Ez mirovekî xizan bûm bi ku derê de biçûma seyê min Çomo terka min nedikir . Rojekê ez çûm nêçîrê di nava xirbekî de rûniştim, Çomo bi piyê xw ve erd kola wekî mirovan bi min re axivî û wiha got: Agop vê derê bikole kûpek zêr tê de ye, ji xwe re derxe. Min kola û kûpê zêrê xwe anî malê û bi malbata xwe re par vekir. Seyê min ji min re wesiyet kiribû gotibû, serê her yek ji malbata we çiqas ketine, hun ê bi qasî para xwe zêr bidin midûr. Lewre dewlet e, we diparêze, keremke ez benî ev kîsê zêr jî para te ye. Dema çavên midûr bi zêran dikeve wiha dibêje: Kekê Agop rehmetiyê Çomo der barê min de, wekî din çi got?
Agop Kîsê zêran dide midûr û dibêje: Silavên Çomo ji te re hebûn û ji te re serkeftin dixwest. Midûr zêrê xwe digire û dibêje: Kekê Agop vê wesiyeta Çomo ji tu kesî re nebêje, bila nizanibin ku xwedan kefş û kiramet e; here oxir û feleka te ya xêrê be, engasiyeke te hebe were bal min. Lewre Qedrê Çomo li bal min gelek e.