12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmetkarên ziman sewqî edliyê kirin

Mamoste û xebatkarên saziyên ziman MED-DER û ANKA’yê ku 4 rojan di bin çavan de man, sewqî edliyeyê Amedê kirin. Tê payin ku li dozgeriyê îfadeyê bidin.

Li Amedê roja 24’ê îlonê bi ser avahiya MED-DER’ê, Koopratîfa Anka û Payîz Pirtûkê de hat girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna li ser saziyan de 30 rêveberên saziyan û mamosteyên zimanê kurdî binçav kirin. Xwediyê Payîz Pirtûkê Cîhat Guney roja 25’ê îlonê piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan serbest berdan. Mustafa Açmaz jî piştî îfadeyên dozgeriyê berdan. 6 kesên din jî serê sibê piştî sewqî dozgeriyê kiribûn li dozgeriyê hatin berdan.

Mamoste û xizmetkarê kurdî yên mayî ku lêpirsîna wan li Midûriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bûn jî sewqî edliyeya Amedê kirin. Hat zanîn ku îtîrafkar Umît Akbiyik û şahidê veşarî giliyên mamosteyên kurdî kirine.

Kesên di bin çavan we wisa ne

Kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin ev in: “Hevserokên MED-DER’ê Mehmet Remzî Azîzoglû û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkisa Suleymanoglû Bîtkîn, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun, Hebûn Yagmûr, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Şehrîban Ayluçtarhan, Niştiman Gul, Cîhat Çagrici, Yaşar Aslan, Jiyan Yagmûr, Hasan Îkvan, Mehmet Selîm Temel û endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.”