12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan xwestin kujerên Mehmet Ertak bên darizandin

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn û xwestin kujerên wî bên darizandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 811’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

‘Desthilatê çav û guhê xwe girtiye ‘

Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di destpêka çalakiyê de axivî û got: “Meha tebaxê û sal 2024 e, em li vir hê jî dibêjin windayên me hene û dixwazin aqûbeta windayan bê lêkolînkirin. Lê em bi desthilatdariyek ku çav û guhê xwe li daxwazan girtiye re rû bi rû ne. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.”

Piştî axaftina Yilmaz, vê hefteyê serpêhatiya Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de li Şirnexê dema ji kar vedigeriya, hat binçavkirin û carek din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin.

Serpêhatiye Ertak wiha ye :

Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Mehmet Ertak xwend. Elçî diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertak ê 32 salî li gundê Rezuk ê bi ser Şirnexê ve dijiya û wiha got: “Mehmet Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Ertak di 18’ê tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên binçavkirina Ertak tên girtin. Lê dema ku malbat serî li midûriyetê dide, ji malbatê re tê gotin ku Mehmet Ertak ne di binçavan de ye.”

Endamên JÎTEM ê behsa her tiştî dikin

Berfîn Elçî got tevî ku endam û rêveberên JÎTEM’ê li xwe mikûr tên û dibêjin ku Mehmet Ertak ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve hatiye kuştin jî lê ev 32 sal in agahî ji Mehmet Ertak nayê girtin û cenazeyê wî jî nehatiye dîtin.

DMME’yê Tirkiye mehkûm kir

Elçî bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha got: “Bavê Ertak, Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Ertak nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bêencam dimînin. Dûre malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê binçavkirin bi miameleya xerab re rû bi rû dimîne û tê îşkencekirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikûmet û dewleta Tirkiyeyê nîşan dide û Tirkiyeyê mehkûm dike”.

Piştî xwendina serpêhatiya windakirinê ji bo bîranîna Mehmet Ertak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.