Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 876emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên Peyasê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya 78an, TUAY-DER, MEBYA-DER, TOMMOB, OHD, Egîtîm Sen û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn wêneyên kesên ku hatine windakirin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Makbûle Okten a ku di sala 1991an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû windakirin û piştî 18 salan di encama xebatên rêyan de rastî hestiyên wê hatibûn pirsîn.
Vê hefteyê di şexsê Makbûle Okten de bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li aqûbeta gelek jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û kuştin hat pirsîn.
Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî beriya metna daxuyaniyê bê xwendin axivî û got: “Em hemû jinên ku hatine kuştin bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ji bo ku faîlên wan bêne darizandin ji aliyê edaletê ve çi destê me em ê bikin.”
Metna vê hefteyê ji aliyê endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Halîme Bayram ve hat xwendin.
Di metna vê hefteyê de bi boneya 25ê Mijdarê li aqûbeta van jinan hat pirsîn:
* Em ji bo Makbule Okden a ku piştî 18 salan hestiyên wê di dema çêkirina rê de, di sala 1991î de li Cîzîrê hatin dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Bedriye Gumuş, ku di 17ê sibata 1992yan de dema ku leşkeran gule li ser mirovên ku li dijî zextên li ser wan ên ji bo bibin cerdevan li Nisêbînê protesto dikirin, jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayten OztUrk, ku cenazeyê wê ji îşkenceyê nedihat naskirin di 14ê Tebaxa 1992yan de 8 roj piştî ku di 27ê tîrmeha 1992yan de li Dêrsimê hate girtin, li Kartepe, Karşıyaka, Xarpêtê hat veşartin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ridda Yavuz, ku bi du kesên din re li Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Sedika Dal, ku di îlona 1993yan de li Taxa Selahaddîn Eyyubî ya navçeya Nisêbînê ji aliyê Hîzbullahê ve bi kîsikê li serê wê hat revandin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hamîde Şarli, ku di 24ê kanûna 1993yan de ji aliyê leşkeran ve ligel birayê xwe Ramazan ji mala xwe ya li gundê Wanika yê Tatwan a Bedlîsê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wan a 3 salî, Dîlek Serîn ku piştî operasyona leşkerî ya di 24ê îlona 1994an de li gundê Mirikê Dêrsimê hat destpêkirin careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Lutfiye Kaçar ku piştî girtina wê di 5ê cotmeha 1994an de li Stenbolê careke din agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17ê cotmeha 1994an de dema ku li ser platoya gundê Ortaç, Haskoy ên Mûşê heywanên xwe didoşin di nav operasyoneke leşkerî de asê man û careke din tu agahî ji wan nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayşenûr Şîmşek ku di 24ê çileya 1995an de li Enqerê hat binçavkirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî wekî “keseka nenas” li Goristana Bênav a Kirikkaleyê hat dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Şîmşek ku di gulana 1995an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Şukran Daş, ku di 7ê îlona 1996an de di serdegirtina polîsên sivîl ên Daîreya Polîsan a Amedê de li ser malekê li navçeya Rezana Amedê hat girtin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Atalay, ku di 10ê îlona 1996an de dema ku polîsan li zeviyê kîlometreyek dûrî mala wê gulebaran kirin hat kuştin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Fahriye Mordenîz ku di 28ê mijdara 1996an de bi hevjînê xwe Mahmut re li Amedê hat girtin û du sal şûnda wekî “keseke nenas” li Goristana Cîzre Asrî weke keseke bêkes hat veşartin, lê gora wê hîn jî nehatiye dîtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Zozan Eren, ku di 26ê îlona 1997an de bi hevjînê xwe Orhan re bi Toros a spî tên ravandin re edaletê dixwazin!
* Em ji bo Neslîhan Uslu ku di 31ê adara 1998an de li Îzmîr/Çeşme/Alaçatiyê bi sê hevalên xwe re hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Konca Kuriş, ku di şeva 16ê tîrmeha 1998an de li Mersînê ji aliyê Hizbullahê ve girêdayî dewleta kûr ve hat revandin di 21ê çileya 2000an de hat îşkencekirin û cenazeyê wê li jêrzemîna vîlayekê li Meram a Konyayê hat dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Taybet Înan, ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyê de di 14ê kanûna 2015an de hat ragihandin û cenazeyê wê heft rojan li kolanê ma, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Doku, ku di 5ê çileya 2020an de li Dêrsimê winda bû û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Nagîhan Akarsel, ku di 4ê cotmeha 2022yan de li ber mala xwe li Silêmaniyê rastî êrişê hat edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Tara, ku di 23yê tebaxa 2024an de li Silêmaniyê di êrîşa droneke bêmirov de jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn ku di 19ê kanûna 2024an de dema ku bi hevalê xwe Nazim Daştan re pêşketinên li Rojava dişopand, di êrişeke hewayî de hat kuştin edaletê dixwazin!”
Daxuyaniyê de ev yek jî hat gotin: “Em bi rêzdarî hemû jinên ku bi zorê hatine windakirin û qurbaniyên kuştinên siyasî yên nediyar bi bîr tînin. Em dubare dikin ku çend sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Em bang li dewletê dikin ku erkên xwe yên di bin qanûna navneteweyî de bicîh bîne.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
