Li Amedê, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê Xizmên Windayan li aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di hefteya 840emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li aqûbeta windayan pirsîn. ÎHDa Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 166emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 676an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê û xizmên windayan li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê çalakiya xwe ya heftane pêk anî
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 840emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin faîl bên girtin û cezakirin.
Li ber bîrdariyê pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin û beşdaran wêneyên windayan hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, rêveberên ÎHDê, Xizmên Windayan, Hevseroka DBPa Amedê Sultan Yaray, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn.
Li gel extiyariya xwe jî tev li çalakiyê bû
Vê hefteyê serpêhatiya Fikrî Ozgen (73) ê di 27ê Sibata 1997an de li navçeya Rezana Amedê hat revandin û windakirin, hat xwendin. Hevjîna Fikrî Ozgen, Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen a 90 salî tevî extiyariya xwe jî bi tevî zarokên xwe ve tev li çalakiyê bû. Beşdaran pêşwazî li Dilşah Ozgen kirin û li rewşa wê pirsîn. Dilşah Ozgen ji ber nikaribû xwe li ser pêya bigire li ser kursî rûnişt û wêneyê hevjînê xwe hilgirt.
Beriya metna çîroka hefteyê ya winda were xwendin, ewilî Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna komeleyê û Xizmên Windayan a dîtina windayan û cezakirina faîlan. Paşê parlamenter Sezgîn Tanrikulu ku parêzeriya malbata Ozgen dikir axivî û bal kişand ser serpêhatiya windakirina Fîkrî Ozgen û têkoşîna hiqûqî.
Parlamenter Adalet Kaya jî anî ziman ku Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê bêyî ku bigihîjin aştiyê û windayên xwe bibînin yek bi yek koça dawî dikin û got ku herî dawî jî Dayika Aştiyê Sakîne Arat bêyî aştiyê hembêz bike koça dawî kir.
‘Divê dewlet lêborînê bixwaze’
Kurê Fikrî Ozgen, Nevzat Ozgen jî axivî û xwest hestiyên bavê wî were dîtin û faîl werin girtin û cezakirin. Nevzat Ozgen bal kişand ser pêvajoya nû ku hatiye detpêkirin û got ku pêvajo bi xwestina lêborîna ji malbatên windayan dê hin bêtir ji dil be û xwest dewlet ji malbata lêborîn bixwaze.
Serpêhatiya windakirina Fikrî Ozgen
Paşê jî rêveberê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz metna serpêhatiya windakirina Fîkrî Ozgen xwend. Firat Akdenîz diyar kir ku Fikrî Ozgen bi salan li gundê Dêlît ê ser bi navçeya Pasûra Amedê keyatiya gund kiriye û bi tevî malbata xwe ve li wir dijiya. Firat Akdenîz da zanîn ku Fikrî Ozgen ji ber nêrîna xwe ya siyasî gelek caran bi zextên dewletê re rû bi rû maye û hatiye binçavkirin û ketiye ber lêpirsînan û got: “Fikrî Ozgen ê ku sê caran mala wî hat şewitandin, di sala 1992yan de piştî ku mala wî hat bombekirin gundê ku 28 sal lê keya bû terikand û koçî navenda Amedê kir. Zextên leşker û polîsan ên li ser Fikrî Ozgen li Amedê jî dewam kirin. Gelek caran polîsan bi ser mala wî de girtin û ket ber lêpirsînan. Di serdegirtinek malê de şefê polîsan ê bi navê Recep On jî amade bûye.
Fikrî Ozgen ê 73 salî bi nexweşiya astima kronîk ketibû û tedawî dibû. Roja 27ê Sibata 1997an saet di 10.00an de ji bo derman bikire ji mala xwe ya li nêzî Parka Koşuyoluyê derket. Li nêzî mala xwe ji aliyê çar kesên bi cilên sivîl ve hat rawestandin. Van kesan bi wesayitan pêşî li nasnameya Fîkrî Ozgen kontrol kirin. Paşê ew bi darê zorê xistin texsiya Torosê spî û wî revandin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.”
Firat Akdenîz da zanîn ku tevî ku malbatê têkoşîna hiqûqî da jî lê tu encam bi dest nexist.
Piştre ji bo Fikrî Ozgen û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê qediya.
Aqûbeta Tûrgût pirsîn
Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 166emîn a çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Ji rêxistinên sivîl gelek kes beşdar bûn. Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de aqûbeta Nurettîn Tûrgût ê di Sibata 1993an de piştî ji mala xwe derket hat qetilkirin hat pirsîn
Qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê bi bîr anîn
Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 676an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) Şaxa Êlihê û rêveberên Komeleya MEBYA-DERê amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê ya 16ê Adarê hat bibîr anîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Huseyîn Elçî ve hat xwendin.
Li Îzmîrê aqûbeta Ocak pirsîn
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê û xizmên windayan li ber Sumerbanka Kevin a li Konakê çalakiya xwe ya heftane pêk anî. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Winda wijdanê we ye, li wan xwedî derkevin” û “Kiryar û winda li ku ne” hatin vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Hasan Ocak ê di 21ê Adara 1995an de hat binçavkirin û windakirin hat parvekirin.
Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Îslam Arpat di dema daxuyaniyê de çîroka qetilkirina Hasan Ocak vegot. Arpat bal kişand ser daxuyaniyên Wezîrê Dewletê Algan Hacaloglu yê ku wê demê berpirsê mafên mirovan bû û wiha got: “Wezîr li ser lêkolîna xwe ji malbata Ocak lêborîn xwest û got, “Ji bo Ocak bidin axaftin, piştî îşkence û lêdanê ew avêtine Beykozê.”
Arpat xwest aqûbeta hemû windayan bê aşkerakirin û diyar kir ku ew ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi çepikan bi dawî bû.