Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 819’an de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu li hev kom bûn û daxuyanî dan. Ewil wêneyên windayan rakirin û pankarta mezin ku wêneyên windayan li ser heyî li erdê raxistin.
Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Ercan Yilmaz anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê cînayetên salên 1990’î bên ronîkirin û wiha got: “Di doza darizandina kujer nediyaran de Mehmet Agar jî di nav de gelek kesên ji doza JÎTEM’ê dihatin darizandin tevan beraet kir. Lê bi vî rengî çareserî pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Li pêş çavên min ew birin
Hevjîna Fehmi Tosun Hanim Tosun jî axivî û wiha got: “Her kes çîroka windayan zane. Fehmî li pêş çavê min bin çav kirin. Li Stenbolê li pêş malê birin. Ew ne windayên faîl nediyar in. Faîl diyar. Em ê li her kolanê dest têxin qirika dewletê û bi qirika dewletê ve bizeliqin. Min 29 salan li qada Galatasarayê bang kir. Ez li vir jî bang dikim. Bila faîl bên darizandin.”
Tosun pirsa “Çi hat serê hevjînê min?” kir û wiha berdewam kir: “Hevjînê min tu sûc nekir ku bê darizandin. Wî înfaza bêdaraz heq nekir. Çima ez û 5 zarokên êtîm tenê hiştin. Li pêş çavê min hevjînê min birin. Ez baş dizanim ku bi Torosên spî çawa mirovan direvînin. Eger dewlet demokrasî û çareseriyê dixwaze divê berî her tiştî faîlan ronî bike. Kujeran darizîne. Divê dewlet li qada Galatasarayê û Parka Koşuyolu binere. Ez li dijî neheqiyê li qadan im. Heta ez mafê xwe bistînim ezê li qadan têbikoşim.”
Çîroka Fehmî Tosun
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê parêzer Berfin Elçî serpêhatiya windakirina Fehmî Tosun ê li navçeya Avcilara Stenbolê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hat windakirin xwend û wiha got: “Dema 35 salî û bavê 5 zarokan bû hat windakirin. Fehmi Tosun, li gundê Licokê ya Lîceyê dijiya. Li gundê wan zext û tundî hembû. Mahlbata Tosun di bin zext û tundiyê de bedelên giran dan. Dewletê şert û mercên jiyanê li gund ji malbata Tosun re nehişt. Fehmi Tosun li gel malbata xwe û gundiyê xwe Huseyîn Aydemîr ji neçarî koçî navçeya Avcilar a Stenbolê kirin. Di 19’ê cotmeha 1995’an de li mala xwe ya navçeya Avcılara Stenbolê taştê xwar û ji malê derket. Dema ji malê derket. Fehmi Tosun di saetên êvarî de li gel 3 kesên sivîl û bi çek vegeriya malê. Bi texsiya Torosê ya plakeya wê 34 UD 597 hat pêş malê. Dema hevjîna xwe li ber derî dît got ‘Dê min bikujin’ Lê wan kesên bi çek Fehmî dîsa bi zorê xistnin maşînê û bi zorê ew dîsa birin.
Piştî bûyerê hevjîna Fehmî Hanim Tosun çû qereqolê. Plakeya texsiya ku Fehmî revand da fermandarê qereqolê. Lê polîsên ku plake girtin, bi telefonê li radeyaran geriyan û piştre gotin ‘Tiştekî em bikin tune ye’ Hanim Tosun piştre serî li Şaxa ÎHD’ê û hemû rayedaran da. Lê tu encam bi dest nexist. Rayedaran qebûl nekirin ku Fehmi Tosun binçav kirine.
Malbatê piştî serî li hemû rêyên zagonî dan û encaüm negirtin, doz birin DMME’ê. Doz di sala 2003’an de li DMME’yê bi encam bû. Lê dewlet û kujer nehatin darizandin û encamek erênî derneket. 29 salin Fehmî Tosun hatiye windakirin. Em dixwazin dewlet bi lez der barê kujerên Fehmi Tosun de lêpirsînek ku encam digire bide despêkirin û kujeran ronî bike. Em ê dest ji lêgerîna edaletê û lêpirsînê bernedin. Em ê heta dawî têbikoşin.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Li Êlihê jî Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 655’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Ji rêveberê şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û got: “Em ji bo li aqûbeta windayên xwe hîn bibin, em li edaletê digerin. Em dixwazin windayên me bên dîtin û faîl bên darizandin û girtin.”
Serpêhatiya Însel
Gegîn serpêhatiya Şêxmûs Însel ê li navçeya Misirca Sêrtê 25’ê îlonê 1999’an hatiye revandin û carek din xeber jê nehatiye girtin vegot. Birayê Însel, Mehmet Şah Însel jî wiha qala serpêhatiyê windakirinê kir: “Birayê min dema li Lîseya Fatîha Êlihê, dixwend di nava rêxistina Hîzbullahê de bû. 2 sal beriya bê windakirin, têkiliya xwe bi rêxistinê re qut kiribû û perwerdehiya ji derve de dixwend û bi dersên xwe re eleqedar dibû. Wê çaxê me wî zewicand. Di vê navberê de em bi hev re çûn Midûriyeta Nifûsê ya Misircê ku karûbarên mehra wî çêkin. Li nifûsê ji birayê min re gotin ku cendirme li te digerin. Em bi hev re çûn qereqola cendirmeyan. Ji me re gotin heta ku faks ji Midûriyeta Polîsan a Êlihê tê bisekinin. Piştî em li wir demek dirêj sekinîn, faks hat. Birayê min sewqî Dozgeriya Komarê ya Misircê kirin. Dozgeriyê birayê min berda. Piştî vê bûyerê hefteyek şûnve, di 25’ê îlona 1999’an de du kesên nasnameya wan ne diyar birayê min revandin û birin. Jê re gotine, ‘cemaeta misilman gazî te dike’ û wî birin e. Ji roja hatiye windakirin heta roja me ya îro em xeberek jê nagirin.”
Piştî xwendina serpêhatiyê ji bo Însel û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.