12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên girtiyan: ‘Tecrîdê rakin’

Xizmên girtiyan li Wan, Edene û Mêrsînê çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin” li dar xistin û xwestin tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakin.

Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê dawî bikin” ku bi daxwaza tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin, didome. Çalakvanan li Wan, Edene û Mêrsînê xwestin bimeşin avahiyên AKP’ê, lê polîsan malbat asteng kirin. Xizmên girtiyan xwestin tecrîdê bi dawî bikin.

Wan

Li Wanê xizmên girtiyan ji bo çalakiya “Deng bide azadiyê” li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê Riya Armûşê” civîyan. Çalakvanên xwestin ber bi avahiyê navçeyê yê AKP’ê ve bimeşin, lê polîsan bi hinceta biryara Walîtiya Wanê ya “qedexeya çalakiyan a 4 rojan” ew asteng kirin. Bi ser vê yekê çalakvan di daxuyaniyê de gelek caran “Bê serok jiyan nabe”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bezkirin.  Serokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û wiha got: “Hezaran hevalên me yên girtî ji bo ev tecrîd were rakirin di grevê de ne.  Li Kurdistanê tecrîdekî giran heye. Em bang li AKP’ê dikin: Vê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdînê pêk bîne.”

Cigirê Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Yakûp Almaç cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedarên kurd hatine birîn şermezar kir û biryara desthilatê wek “Carekî din nîşan dan ku li cem DAIŞ’ê ne” şîrove kir. Almaç axaftina xwe wiha domand: “Em vê yekê carekî din tînin ziman. Em ê tu caran rê nedin nijadperestiyê.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê, bi çepik û tililiyan dawî bû.

 Edene

Malbatan li Edeneyê jî dixwestin bimeşin pêşiya avahiyê AKP’ê. Lê polîsan malbat asten kirin. Rêveberên KCD, DBP, DEM Partî, AYKAY-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Polîsan li derdorên avahiyê AKP’ê ji 100 metre dûr ve tevdîrên ewlehiyê girtin û ji bo vê yekê jî hinceta biryara qedexeya walîtiyê ya çalakiyan nîşan dan. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr destnîşan kir ku dema tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate rakirin dê pirsgirêk çareser bibin. Aydemîr da zanîn ku aştî dê bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan bibe. Girse demekî çalakiya rûniştinê li dar xist.

Mêrsîn

Li Mersînê jî nûnerên TÛAY-DER, DEM Partî û xizmên girtiyan xwestin çalakiyê pêk bînin. Lê polisan bi hinceta qedexeya çalakiyan a 4 rojan a Walîtiyê malbat asteng kirin. Çalakvan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û bi çepik û tililiyan helwesta polîsan şermezar kir. Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca bertek nîşanî astengkirina polîsan da û anî ziman ku biryara qedexeyê bi talîmatekî siyasî hatiye girtin û got: “Em ji vir careke din tînin ziman ku sûcê Walîtiyê astengkirina heq û hiqûqê ye û dijminatiya vî gelî dike. Heye ku li vî welatî aştî tê pêkanîn, heya ku jiyanekî bi ser bingeha hemwelatiya hevpar tê avakirin, em ê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de li qad û kolanan bin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi çepik û tililiyan dawî bû.