Kekê rojnameger Deniz Firat Seyat Yildiztan anî ziman ku tişta herî girîng ew ê ku dema mirov jiyana xwe ji dest bide, mirov navekî li pişt xwe bihêle û wiha got: “Xeteke ku ji bo gelekî girîng be hêjayî her tiştî ye. Denîz xeteke serbilindiyê li pey xwe hişt.”
Rojnameger Denîz Firat yek ji xebatkarên çapameniya azad bû. Rojnameger Firat di 8’ê tebaxa 2014’an de dema êrîşê DAIŞ’ê ku li ser Mexmûr û Şengalê radigihand bi guleyên DAIŞ’ ê yên ku li bedena wê ketin, ji stû û cihên cuda yên laşê xwe birîndar dibe. Firat li nexweşxaneya Hewlêrê jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Rojnameger Firat ku bi girseyî ber bi herama Serhedê tînin, li gundê Xecê Xatûnê ku lê ji dayik bûbû ji aliyê hempîşeyên xwe ve tê definkirin.
Jiyana Denîz û malbata wê
Leyla Yildiztan bi nasnav Denîz Firat, li gundê Xecê Xatunê ku bi ser navçeya Elbaxê ya Wanê, di sala 1984’an de ji dayîk dibe. Malbat gelek caran bi êriş û zilma dewletan re rûbir û diman. Dayika Firat dema zarokê 5’emîn tîne cîhanê jiyana xwe ji dest dide. Ji ber vê yekê bavê wê bi jineke din re dizewice. Ji ber ku derheqê bavê Firat de bi îdeaya ‘alikariya ji bo rêxistinê’ biryara girtinê dertê, bavê wê dibe wek kesekî qaçax. Bavê Firat ji ber vê rewşa xwe tevî Firat û 3 xwişkên wê Binefş, Sarya û Berîtan di sala 1991’an de ji navçeya Elbaxê ya Wanê derbasî gundê bajarên Maku yê rojhilatê Kurdistanê dibin. Malbata Firat piştî demeke kurt li Maku yê dimîne û derbasî bajarê Urmiyeyê dibin. Ji wir jî di sala 1991’an de bi malbata xwe re koçî Xakurkê dibin.
Xabatên Denîz yê çapameniyê
Denîz di sala 2007’an de derbasî xebatên çapameniya dibe. Demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan a ku li Qadên Parastina Medya tên çapkirin û ji bo radyoya Dengê Welat bernameya Rojeva Jinê çêdike. Di sala 2011’an de jî derbasî xebatên Yekîtiya Ragihandina Demkoratîk (YRD) dibe û li wir cihê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Di sala 2013’yan de di konferansa rojnemevanan de weke endama koordînasyonê tê hilbijartin û li Wargeha Penaberan a Mexmûrê rojnamevaniyê dike. Li wargehê rojnameya Rojeva Welat a heftane çap dike. Li gel wê jî, ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet çêdike. Ji Kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse. Di heman demê de ji JINHA’yê re nûçegîhaniyê dike.
Kekê Rojnameger Denîz Firat Seyat Yildiztan der barê erîşên li Mexmûr û têkoşîna xwişka xwe Denîz Firat de ji rojnameya me Xwebûnê re axivî.
Seyat Yildiztan diyar kir ku ji ber şert û mercen wê demê malbatê ji mecbûrî koçî rojhilata Kurdistanê bûne û wiha got: “Ev hêstê ku em di nav de ne tu tarîfa wê tune. Denîz çû cihê wê vala nema. Tenê ji malbata me du kesan pênûsa wê hildan. Ez nikarim bi qasî wan têbikoşim. Ew çûne xeribiyê. Lê xûrbetiyê ez dikşînim. Ew sê kes Binevş, Sarya Deniz li cem hev bûn. Yên din jî li Mexmûrê 10 kesin in. Niha li serhedê ji malbata me ez tenê mam e. Ev deh sal in min xwişk û birayên xwe yên din nedîtine. Ji ber şert û mercên wê demê ji Wanê koç bûn. Ji ber wê zarokatiya Denîz wisa pir zêde nayê bîra min. Dema piçûk bû ji bo ku bi avê re neçe, kevir dixist pêşa xwe û wisa diket avê. Em ji yek dê û bavî ne. Min piçûkatiya wan ji ber êrîşên dewletê nedidît. Dema wan koç kir, ez li Amedê di girtîgehê de bûm.”
‘3 xwişkên min şehîd ketin’
Yildiztan, di axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo wan hemû kesên ku pênûsê Deniz radike binirxin û ev anî ziman: “Malbat ji hev parçe bûye. Hefteyek beriya ku Denîz şehîd bikeve min ew dît. Ez çûm cem wê. Ji dema ku Denîz jiyana xwe ji dest daye heta niha, me û malbatê hev nedîtiye. Sê xwişkên min şehîd ketine. Tene gora Denîz heye. Navê ku herî zêde Denîz jê hez dikir Zerya bû. Dema keça min çêbû min navê xwişka xwe ya şehît ketiye Ayfer (Binefş) lê kir. Lê Denîz got ez ji navê Zerya hez dikim. Bila navê wê Zerya be. Min jî navê keça xwe Ayfer Zerya danî. Ji rengê kesk hez dikir. Ji ber ku dema ez ji zindanê derketim ew ji neçarî ji serhedê çûbûn min pir zarokatiya wan nedît.”
‘Ji bo me kesên pênûsa Deniz hildigire bi nirx e’
Yildiztan diyar kir ku Denîz hîn wekî roja ewil di bira wan û gel de ye û wiha pêde çû: “Denîz li Mexmûrê pir birêzdarî tê bibîranîn. Xwedî kesayeteke wisa bû ku herkes bi xwe ve girê dida. Ji zarokan heta pîran her kesî nirx dayê û didê. Em malbat bi Denîz tên naskirinê. Ji bo me her kesek ku vê pênûsê rake bi nirxe. Navê Denîz li cîhanê belav bûye. Ya herî girîng ew e ku dema mirov jiyana xwe ji dest bide mirov navekî li pişt xwe bihêle. Xeta ku ji bo gelekî girîng hêjayî her tiştî ye. Ev xeta ku Denîz li pey xwe hiştiye ji bo me serbilindî û serhildan e.”
‘Divê li dijî dijmin mirov serbilind be’
Yildiztan destnîşan kir ku DAIŞ bi taybetî dijminantiya jinan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema dijminê mirov hov be her tiştî dike. DAIŞ dijminekî xedar e. Ev dijmin ne di ola îslamiyêtê de heye û ne jî li cihekî din heye. Dijminekî wisa ye ku ne zarok, ne jin, ne pîr û ne jî kal hişt. Ji dijminantiyê re jî şeref lazim e. Tu şeref pêre tunebû. Dîjmînekî ku cenazeyan parçe bike wê hertişî bikin. Armanc kirin ku Mexmûrê ji holê rakin. Ne tênê DAIŞ, hemû hêzên desthilatdar armanc dikin ku Mexmûrê ji holê rakin. Divê li dijî dijmin mirov serbilind be. Ev dijmin bi gelemperî li dijî jinan e. Ev yek di mafê mirovan de nayê qebûlkirin. Ev dijminantiya jinan di tu ol û netewan de nayê qebûlkirin. Divê rêgezeke dijminahiyê hebe. Ger wisa nebe nabe. Ji ber Deniz vê yekê nîşan dida ew kirin hedef. Dibe ku di hin mijaran de gihîştibin armanca xwe. Lê di hin mijaran de negihîştin armanca xwe. Denîz hem bi wîjdanê xwe hem jî bi pênûsa xwe li dijî wan têkoşiya. Niha Berîtan pênûs û kameraya Denîz hildaye.”