Rojek ji rojên demsala buharê bû, di daristaneke xweş, bi dar, giya û mezin de xezaleke gelek jîr û şareza hebû. Gelek kar û xebat dikirin, ku jiyana xwe û cîran û hevalên xwe hêsan bike, her wiha dostanî û hevaltî bi gelek lawir û xezalên ku di wê daristanê de dijiyan dikir, ji ber vê yekê gelek heval û dostên xwe ji hemû cureyên lawiran hebûn, çi xerab û çi baş.
Her çendî cîran û hevalên wê digotin hevaltiya kesên xerab neke, lê ew gelek jîr û jêhatî bû ku dikarîbû bi derdora xwe re bi şêwazekî guncaw têkiliyê bike, ji ber vê yekê gelek lawiran jê hez dikirin û ji bo lawirên bi hov û dirindeyî weke metirsiyekê bû û kesên li derdora wê gelekî jê memnûn û razî bûn. Lawirên ku ji vê xezala bedew a jîr hez nedikirin û yên ku weke metirsî ji xwe re didîtin her tim dixwestin ku vê xezala mejiyê wê tijî fikir û raman bi riya fen û fûtekî yan nêçîrekê hewl didan ku bigirin û ji xwe re wek taşteyekê bixwin, lê ev xezal bi riya ramanên xwe her tim pirojeyên van lawiran dişkandin û betal dikirin.
Rojek hat ku xezal biçe ji bo gerîna xwarinê li nav daristanê, ji bo zarok, heval û cîranên xwe xwarinê ku ji wan re peyda bike. Ji ber ku gelek cîranên wê ji girsa lawirên goştxwer nikarîbûn zû bi zû ji mala xwe derbiketana û biliviyana. Piştî ku xezalê gera xwe temam kir û hemû xwarinên ku dixwestî kom kirin, dema ku xwest vegere malê di riyekê de rastî dûpûşkeke reş e siya hat. Piştî goftûgoya wan û nasandina wan a li gel hev û axaftineke dirêj dûpûşkê zanîbû ku ew xezala zîrekvan e, ji ber ku li her aliyê wê daristanê ew xezal navdar bû.
Dûpûşkê xwest jê bipirse ku gelo wê xezal karibe wê bi xwe re bike heval? Ji ber vê yekê pirsî û got: Lê xezalê gelo tuyê karibî min bi xwe re bikî heval? Ji ber ku xezal gelek ziman nerm û devliken û xwedî şêwazekî xweş bû, bersiv da û got: Belê, ez gelek ji dostaniya we dûpûşkan hez dikim û dixwazim ku tu hevala min bî. Xezalê ji xwe re got: Bila ji hevalên min dûpûşkan jî hebin, tevî ku dûpûşk in, lê bila dostaniya min bi wan re jî hebe.
Dema ku xwestin dest bi meşê bikin piştî meşa çend gavan, rastî keftarekî bi hov û mezin hatin. Dema ku keftarî li xezalê mêze kir dît ku tenê ye, ji ber ku dûpûşk pir bi çûk bû ew nedît, dema ku xwest êrîşî xezalê bike û wê birîn bike û bixwe, dûpûşk rabû ser devê wî keftarî û çist û pê dada. Di dema ku keftar li ber sikranê bû dît ku vê dûpûşkê pê veda ecêbmayî ma û bi dûpûşkê re got: Min nizanîbû ku jêhatîbûn û zîrekiya vê xezalê wê we dûpûşkan jî bi aliyê xwe ve bixe. Xezalê bi gotineke xweş û spasdar got: Spasiya te dikim hevalê. Bû dem dema vegera dûpûşkê ya malê xatir ji hev du xwestin û xezal vegeriya malê û xwest ku cîran, dost û hevalên xwe kom bike, ku çîroka xwe ji wan re parve bike, hemû cîran li dorê kom bûn û xezalê dest bi axaftina xwe kir û got: Ez ê çîroka xwe ya îro ji bo we bibêjim û ez hêvîdar im ku hûn wate û mebesta wê baş nas bikin. Dema ku ez di riyê de diçûm ez rastî dûpûşkekê hatim.
Hemû hevalan got in: Çima xezalê ma tu nizanî ku dûpûşk ji lawirên ne baş in?
Xezalê bersiv da û got na hevalno ne mîna ku hûn dibêjin dema ku min xwest ez vegerim malê ez û dûpûşkê di riyekê de rastî keftarekî hatin û çîroka xwe bi hûrgulî ji bo wan re got. Dema ku xwest ji wan bipirse û bibêje mebesta vê çîroka ku îro bi wê re çêbûye çiye, hevalên wê bêdengmayî û ecêbmayî man, ka çawa dê dûpûşkek alîkariya xezalekê bike?
Xezalê xwest mebesta çîroka xwe ji bo wan bibêje got: mirov bê heval nikare bijî, di bihuştê de jî ku hevaltiya kesekî tune be, mirov nikarin bijîn. Bila çiqas heval ne baş bin, lê bi riya şêwazê mirov ê axaftinê mirov dikare hemû kesan di xizmeta xwe û bi aliyê xwe ve bixe.
Piştî vê axaftinê heval û cîranên wê fêm kirin ku pêwîste hevaltiyê bi lawirên di daristanê de, bi wan re bikin, ku hemû yek dest bin û nêçîra wan ji lawirên dirindeyî re aloz be û wek metirsiyekê ji dijminên wan re be.