Dayika min her tim ji min re digot; Hevalên xwe yên heta roja dawiyê rind bibjêre. Ger tu wan hevalên xwe baş bibjêrî ew ên heta dawiya dawî li cem te bin, ne li pêşberî te. Min ew dem fêm nedikir gelo dayika min çima ji min re wusa dibêje.
Min didît ku ew û hevalên wê hemû rojên baş û nebaş li cem hev bûn, di hebûn û tunebunê de, xwarin û vexwarinê de li ba hev bûn. kesên din ne wek wan bûn, li pey hev gilî û gazinên ne baş ne dikirin, başî û nebaşiyên xwe rû bi rû ji hevre digotin, dûre jî bi hev re diketin nava kêf û henekan.
Carana min ji dayika xwe re digot; Dayê; ew hinek hevalên te ji te re nebaşiyê dikin, lê dîsa jî hûn her tim li cem hev, li pişta hev disekinin, ger ez bim, ez ê hevaltiya xwe ji wan hinekan re qut bikim. Wê jî ji min re digot; Keça min, tu hê jî biçûk î, tu van hevaltiyên me yên dûr û dirêj fêm nakî, dema tu gihîşt nêzî emrê me tu yê ew dem bibînî ku ka ew hevaltiyên berê û heta vê gavê çawa nin.
Em caranan ji hevûdu aciz jî dibin lê dema em acizbûna xwe bi hevre rast bibêjin ew dem em hevûdu fêm dikin, em şaşitiyên xwe vedigerînin ser rastiyên xwe, Dema tu mezin bû, tu yê baştir van rojan fêm bikî. Niha ez dibînim ewqas hvalên te, hevalbendên te hene, hêdî hêdî tu yê wan elek bikî, yên xêrnexwaz wê herin, ên xêrxwaz jî wê bi te re bimînin. Hevalbendên dayika min hê jî dema min dibînin behsa wê dikin, dema dikin axînî bendê pişta wan diqete. Wana wê demê çiqas ji hevûdu hezdikirin, çiqas qedir û qîmetê hev digirtin. Xwezila bi wan deman.
Ya min jî, hevalbendiyên min jî ne wek yên dayika min û hevalên wê ne, carana di nava wan de hinek derdikevin, holê îca te nas nakin, dixwazin te kaşî jêrê bikin û li ser pişta te lotikan bilîzin. Yek ji wan, ev çendek e bi min re xeber nade, ji min xeyidiye, min çend caran jê pirsî wusa bi serê pozê xwe got; Naaa, ez ne xweyidîme, hinekî nexweş im, halê min û mecala min tuneye ez ji kesekî xeberdim.
Min jê re got, ger tu bixwazî ez hez dikim bêm cem te, alîkariya te bikim. Tê bîra te gelo? Herî zêde ez û tu em li ser pişta kerê siwar dibûn, diçûn ser guhera pezê stewr, me kerme top dikirin, me ewqas çewalên xwe tejî kerme dikirin, dîsa tevî barê xwe, li ser pişta kerê diketin pêşbirkê, ez bêriya wan rojan dikim. Dîsa herdu çavên xwe li min mêze nekir, bû pite pita wê û çû. Ez jî fikirîm dibe ku halê wê ne baş e, dema xwest ew ê dîsa ware li cem min.
Ez pir li ber xwe ketim. Min got rewşa hevala min ne baş e, ez çendekê wê aciz nekim heta ku bi ser xwe de hat.
Duh ez çûm ser kaniyê, min xwest ez çend heb feraqên xwe bişom û hinek jî ava zelal bibim mala xwe. Dema ez gihîştim ser kaniyê, min dî Asê û hin cînarên me yên din li wir in. Min silav da wan, lê Asê pişta xwe da min, rahişt feraqên xwe hilda û çû. Ez metel mam, Asê bi hemûyan re xeber dide lê tenê mirûzê xwe li min dike. Min ji wan cînaran pirsî gelo kula ku derê li Asê ketiye ku bi min re xeber nade? Gotin Asê ji te xeyidî ye, ew dibêje ev çendeke bi min re xebernade, lewma ez ji wê aciz bûme filan û bêvan, dur û dirêj behsa xeybên Asê ji bo min kiriye gotin.
Ez careke din şaş û metel mam, min got na heyran. Min çend caran jê pirsî got, ez hinekî nexwaş im, halê min tune ye, vir de û wê de. De ez jî fikirîm dema bi ser xwe de hat ew ê were cem min. Min tu gilî û gazinên wê ji kesekî re nekiriye, ew hevala min a çendî çend salan e, ez ê çawa xeybê wê bikim?
Ger yeke xeybok heye ew jî ew bi xwe ye. Ez niha diçim ber derê wê, ez van hemî pirsan li wê bikim, hûnê jî bibînin ka kî xeybok e. Her yekê destê min girtin, gotin em dizanin tu ne xeybok î, tucarê xeybên kesekê/î jî nakî, hinek bêhna xwe fireh bike paşê em ê hîn bibin ka derd û kula wê çiye?
Niha ez li benda wê me ku dema hişê xwe anî serê xwe wê demê ez van pirsan yeko yeko jê pirsk bikim.
Ew dem ez pir aciz bûm, ger ez bi wê hêrsa xwe biçûma ber derê wê, min ê şerekî mezin û giran derxista. Xeyb çiye? meriv qet xeybên hevalên xwe, cînarên xwe dike?… Xewa min nayê, ez ê bibiecim… Ka bila çend roj derbas bin. ez li benda wê me….