Li bajarên erdhej li wan qewimî bi milyonan mirov bi xetereya şewbê re rûbirû mane û bi deh hezaran mirov bêyî ku şîna xwe bikin, ketin ser rêya koçberiyê.
Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû di 6’ê Sibatê de çêbû û bandora xwe li Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Hatay, Edene, Kilîs û Osmaniye da nîşandan. Hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 30 hezarî bihûrî. Tedawiya bi deh hezaran welatî jî li nexweşxaneyan berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku hê şîna xwe nekirine, ji neçarî û bo ewlehiya canê xwe ji bajar û navçeyên xwe koç dikin.
Li herêmên erdhejê bi milyonan mirov dijîn li gel wan can û milkê xwe ji dest dane, vê carê jî bi pirsgirêkên wek hêwirîn, bêavî, hîjyenê ku dibin sedemê xetereya şewbê re rûbirû mane. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) hişyarî dabû heke pêşîlêgirtin ango tevdîr neyê girtin dê li herêmên erdhejê nexweşiyên şewbê jî belav bibin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) 9 roj in li herêmên erdhejê geşedanan dişopînin. Nûçegihanên me dîmen û wêneyên êş, hêrs, nerazîbûnên mexdûrên erdhejê, hilweşandin û bêberpirsiyariyê digirin û radigihînin.
Geşedanên li herêmên erdhejê û têkildarî erdhejê wiha ne:
08.40 – Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî daxuyand ku li Edeneyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine bidawîkirin û 34 kes ji bin kavilan hatine derxistin.
00:57 – Hat zanîn ku li semta Îbrahîmlî ya Dîlokê li avahiyeke hilweşiyayî ya li Sîteya Yagmûrlûyê 17 kes hê jî di bin kavilê avahiyê de mane.