Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de dema li mala xwe, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriy awarte tedawiya wî didome. Huseyîn Aykol ku ji 14ê Cotmehê heta niha di beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê ragirtin, heta niha du caran hatiye emeliyatkirin. Bijîşkên Huseyîn Aykol, der heqê rewşa dawî agahî dan.
Bijîşkan, da zanîn ku hêj hişê Huseyîn Aykol girtî ye û rewşa wî wekî xwe ye. Bijîşkan da zanîn ku heta Huseyîn Aykol tê ser hişê xwe û bi wî re têkildarî tê danîn dê rewşa wî ya entubeyê bidome. Bijîşkan got ku xetereya li ser jiyana Huseyîn Aykol didome.
