12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeta hevkarî û xiyanetê li ser kar e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Ti şik û guman nîne ku di van hevdîtinan de dewleta tirk a dagirker hewl dide rêveberiya Bexda û Silêmaniyê bişkîne xeta hevkariyê ya PDK’ê.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayên azadiyê di 23’yê kanûna 2023’yan û 12’ê çileya 2024’an du operasyonên şoreşgerî li dijî artêşa tirk a dagirker pêk anîn. Gerîla TV di demên cûda de dîmenên van operasyona weşand. Di dîmenan de derket holê ku gerîlayên azadiyê di şertên herî giran ên zivistanê de jî dikare operasyonan pêk bîne. Bi vê ve aşkera bû ku gerîla êdî dikare çar demsalên salê jî şer bike û xwe li gorî vê bi rêxistin kiriye. Van operasyonên şoreşgerî ên gerîla hemû plan û projeyên dewleta tirk a dagirker û hevkarên wên ên li herêmê têk birin. Lewma dewleta tirk a ku rojane li dijî başûrê Kurdistanê êrîşan pêk tîne, jiyana welatiyên herêmê dixe bin xeteriyê, hemû zagonên navneteweyî binpêdike li herêmê kete nava lêgerînên cûda.

Di vê çarçoveyê de şerxwazên deshilata faşîst û qirker a AKP/MHP’ê ji nîvê meha kanûnê vir ve bi rayedarên Iraqê û PDK’ê re di warên siyasî, leşkerî û îstixbaratê de rêzehevdîtin pêk anîn. Di van hevdîtinan de hedef û armanca dewleta tirk a sereke ew e ku li herêmê dijberiya li dijî Tevgera Azadiyê mezin bike û dagirkeriya xwe berfireh bike.

Ewil Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan ku berê şefê MÎT’ê bû bi malbata Barzanî re têkîliyên xurt pêşxistibû serdana herêmê kir. Piştî Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ê ku herî nêzî şefê rejîma faşîst Erdogan serdana herêmê kir. Ev ne bes e Wezîrê şer ê dagirkeriya tirk Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak li Bexda û Hewlêrê rêzehevdîtin pêk anîn. Ev ne bes de ji hin derdorên cûda hate ragihandin ku di demên pêş de wê Erdogan jî serdana herêmê bike. Ê baş e, di van hevdîtinan de çi tê axaftin û armanca dewleta tirk a dagirker ji van hevdîtinan çi ye?

Ti şik û guman nîne ku di van hevdîtinan de dewleta tirk a dagirker hewl dide rêveberiya Bexda û Silêmaniyê bişkîne xeta hevkariyê ya PDK’ê. Jixwe bi awayekî zelal dibêjin ku ew li dijî Tevgera Azadiyê daxwaza hevkariyê dikin. Lê wisa diyar e ku di van hevdîtinan de rêveberiya Iraqê ne hatiye îqnakirin. Li ser vê rêveberiya Bexdayê bi awayekî aşkera li dijî dagikeriya dewleta tirk helwesta xwe aşkera kir û got: “Divê dewleta tirk dawî li hebûna xwe ya li nava axa Iraqê bîne.” Aliyê Iraqê bi vî rengî helwesta xwe ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk bi awayekî aşkera raber dike. Di van hevdîtinan de ji bo rêveberiya Silêmaniyê jî bikşînin xeta hevkarî û xiyanetê bi destê PDK’ê bazarî tên kirin. Bi taybet rêveberiya PDK’ê di vê mijarê de bi helwest û hevkariya xwe ve destê dewleta tirk xurt dike. Têkildarî hevdîtinên dewleta tirk û rêveberiya PDK’ê Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawerî tespîtên girîng kir û dibêje: “Dewleta tirk dixwaze pêşmergeyan li dijî PKK’ê bide şerkirin û li herêmê şer kûrtir bike.”

Bêguman dewleta tirk ji despêkê ve dixwaze di navbera kurdan de şer derxe û herêmê ji mudaxeleyên nû re veke. Bi derxistina şer ve dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd jî têk bibe û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike. Lê dengeyên siyasî yên li herêmê hene li pêşiya vê helwesta wê dibe asteng. Ji ber vê yekê bi taybet li ser YNK’ê plan tên çêkirin û zext tên pêşxistin. Ji ber ku ew jî dizanin eger hemû patiyên li Başûr nexin nava vê eniya dijberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê wê nikaribin bi ser bikevin. Li gel vê ji bo li herêmê destê PDK’ê jî xurt bikin serî li vê rêbazê didin. Di halê heyî de ji derveyî PDK’ê tu partî û aliyên siyasî nakevin nava hevkariya bi dewleta tirk a dagirker re. Wisa diyar e ku hebûna PDK û malbata Barzanî jî êdî ji bo hesabên wan ên li herêmê têrê nake. Li ser hevdîtin li ser hevdîtinan pêk tînin û aliyên cûda yên siyasî vedixwînin Enqereyê.

Dewleta tirk a dagirker bi siyaseta xwe hûr û kûr çi kir û nekir nakokî xist nava partiyên Başûr. Bi hevkariya PDK’ê re hebûna xwe ya li herême misoger kir. Ji bo bikaribe habûna xwe ya li herêmê berfireh bike jî hevkariya PDK’ê baş bi kar tîne. Rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî ya ku di çavê gelê herêmê de êdî tu nirxên wan nemaye jî ji bo parastina berjewendiyên xwe yên şexsî bi tamamî bûye xulamê ber deriyê dagirkeran. Ev hevkarî û xulamtî gihaştiye astek wisa ku li herêmê hêz dide dewleta dagirker a tirk. Lewma di her kêliyê de dibêjin wê hevkariya me bi îstiqrar dewam bike. Ev hevkariya ku li dijî azadiya gelê kurd hatiye pêşxistin, niha ji bo bi têkbirina destkeftiyên bi berdelên mezin hatiye bi destxistin tê bikaranîn. Mixabin pêşengiya vê jî PDK’ê ya ku hebûna desthilatdariya xwe xistiye pêşiya azadiya gelê kurd dike. Xwefiroşên wisa gelo dikarin ji bo azadiya gelekî bitêkoşîn li hemberî dagirkeran doza azadiyê bikin? Nexêr, kesayetên ji nirxên xwe yên bingehîn dûrbikevin nikarin doza azadiyê jî bikin.

Divê em bizanibin ku dewleta tirk tu carî nebûye dostê gelê kurd û bi serkeftinên aliyên kurdistanî şa nabe. Bi êrîş û sûcên xwe yên li dijî gelê kurd gelek caran ev bi me daye nîşandan. Li himberî vê rastiya dijmin divê tu kurdên ji bo azadiyê têdikoşe xwe nexapîne. Kurd êdî ne kurdên berê ne û dizanin doza çi dimeşînin. Bi taybetî di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn geşedanên girîng diqewimin, pêwîst e kurd li hemberî her cûre êrîşan tifaqa xwe xurt bikin.

Dewleta tirk a dagirker ji bo di rewşa wisa girîng de kurd nebin xwedî statû çi ji dest tê dike. Li rojavayê Kurdistanê êrîşan pêk tîne, li bakurê Kurdistanê hebûna gelê kurd înkar dike, li başûrê Kurdistanê bi hevkariyê dagirkeriyê pêş dixe, li qada navneteweyî ji bo kurd bên astengkirin her cûre qirêjiyê dike.

Li hemberî vê siyata qirêj a dewleta divê têkoşîna azadiya gelê kurd bê mezinkirin û xurtkirin. Divê bê zanîn haya ku gelê kurd azad nebe û statûya xwe bi dest nexe wê dawî li van gef, êrîş û siyaseta qirêj a dewleta tirk neyê. Bi tekbirina dewleta tirk û bi destxistina azadiyê ve wê li Kurdistanê dawî li xeta îxanet û hevkariyê jî were.