Em têkildarî rêzeçalakiyên TJAyê yên 25ê mijdarê ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê pêkanîn û astengiyên ku dewletê derxistin ber çalakvanan û li hember hemû astengiyan berxwedan û têkoşîna jinan bi endama TJAyê Fîdan Çîmenê re axivîn.
Çîmen Fîdan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên cihêreng ên TJAyê yên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ku li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hatin wiha got: “Wek TJA em her sal 25ê Mijdarê bi çalakiyên cur bi cur pêşwazî dikin. Me îsal jî li sersanserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma ‘Bi Civaka Demokratîk Ber bi Jiyana Azad a Bê Tundî Ve’ pêşwazî kir û me çalakiyên cihêreng li dar xistin.”
‘Divê heqîqet derkeve holê’
Çîmen Fîdan li ser peyamên jinan ên ku di roja meş û çalakiyên 25ê Mijdarê de derketin pêş ev tişt anî ziman: “Di meş û çalakiyên me de peyama ku ‘em tundiya li ser jinan qebûl nakin û sînorên ku ji aliyê aqilê mêran ve hatine danîn jî nas nakin derket pêş’. Ji bo kuştinên jinan ên biguman helwesteke baş derket holê. Ti kuştin bêguman nîn e, her kuştineke jinekê biguman e û divê demildest kujerên wan bên aşkerekirin û cezakirin. Lewra bêdengiya dewletê ya li hemberî kuştina jinan, dibe sedem ku her roj kuştina jin û zarokan zêdetir bibe. Di vî warî de aqûbeta Rojîn Kabaîş, Narîn Guran, Gulistan Doku û Îpek Er hatin pirsîn û jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet jî ev tişt anîn ziman got ku ew kuştina jinan qebûl nakin û dê heta dawî ji bo heqîqetê têbikoşin û di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin.”
‘Jinan hesabê kuştinên biguman pirsî’
Çîmen Fîdan li ser qirkirin û talankirina xwezayê ji bo parastina wê plansaziyên ku kiribûn wiha got: “Me di çarçoveya plansaziya 25ê Mijdarê de ji bo qirkirina li ser xwezayê û jiyana ekolojîk jî gelek rêzeçalakiyên wek dar çandin, vekirina parkên jinan, li ser jiyana ekolojîk û civaka demokratîk perwerdehî û çalakiyên cihêreng li dar xistin. Me bi jinan re li gelek tax, gund û bajaran de civîn, komcivîn pêk anîn û me xebatên hêja da meşandin. Herwiha li dijî hişbir, fihûş, tacîz û tecawizê me çalakî li dar xist û li aqûbeta Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê pirsî.”
‘Perwerdehî bingeha jiyana azad e’
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku plansaziya 25ê Mijdarê ne tenê rêzeçalakî, meş û komcivîn bûn, herwiha gelek atolyeyên perwerdehiyê jî hatin lidarxistin û wiha domand: ‘’Li ser hişmendiya mêr, kesayet û taybetmendiya kesayeta mêr û têkoşîna li dijî vê hişmedniyê perwerdehî hat dayîn. Bi nêrîna jineolojiyê guhertin û veguhertina mêran dê çawa pêk were hat nîqaşkirin. Tundiya ku li jin û zarokan tê kirin, wek mirov bandoreke çawa li ser mêran dike? Dema ku jinek rastî tundiya mêran tê yan jî tê kuştin mêrên din xwe çawa hîs dikin û hesteke çawa bi wan re çêdibe hwd. Me bi gelek mijarên cur bi cur mêr perwerde kirin. Ya herî girîng jî perwerdehiya li ser civaka demokratîk û jiyana komunal bû. Ji ber ku serdema nû ya avakirina civaka demokratîk dê bi pêşengiya jinan û li ser esasê fikir û azadiya jinan bê avakirin.”
‘Jin sînoran nas nakin’
Çîmen Fîdan li ser meşên finalê yên TJAyê û nêzîkatiya dewletê ya li hember 25ê Mijdarê jî ev tişt anî ziman: “Wek TJA me di roja 25ê Mijdarê de bi gelek platformên jinan ên bajaran re hevpar çalakiyên wek meş, panel, komxebat li dar xistin û meşên fînalê pêk anîn. Her çiqas em di pêvajoyeke aştî ya çareseriya demokratîk de bin jî, mixabin bêtehemuliya dewletê û unîformayiyên wan wek her carê rengê xwe diyar kir. Polîsên dewletê li gelek bajaran meş û çalakiyên me asteng kirin û nehiştin meşên me pêk werin. Bi taybet li bajarê Şirnexê. Lê jinan sînor nas nekirin.”
Çîmen Fîdan herî dawî nêrîna TJAyê ya li ser mijara mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku ew ê li ser xeta azadiya jianan ji bo vê têbikoşin û wiha got: “Em wek TJA, pêşengiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Em ê ji bo vê jî têkoşîneke bêhempa bidin. Ji ber vê yekê em dibêjin ‘Xeta azadiya jinan ji bo me xeteke jêneger a jiyanê ye’. Em di vê wateyê de rizgarî û azadiya hemû mirovahiyê di xeta azadiya jinan de dibînin. Bi vê mebestê em ê di serî de ji bo pêkhatina biryara mafê hêviyê têkoşîneke bêhempa bidin. Herwiha ji bo bipêşxistin û parastina xeta azadiya jinan, ji bo jiyaneke ekolojîk û azadiya xwezayê ya hemû mirovahiyê heta hetayê têbikoşin.”
