Nivîskar Avdo Karataş bi berhema xwe ya lêkolînî ya bi navê “Xerîbên Biyanî” li ser Kurdên li Almanyayê dijîn xebatekê dike. Berhema ku di bin sernavê jêr yê, “Di Diyaspora Almanyayê de Nifşên Yekemîn ên Kurdên Koçber” rewşa Kurdan karker ên koçber û têkiliya dewleta Alman radixe berçavan. Berhema ku zimanê wê Kurmancî ye ji 288 rûpelan pêk tê û çapa yekemîn ji Weşanên Nûbiharê derçûye.
Li gorî zanyariyên pisporan ji her sê Kurdan yek, li derveyî Kurdistanê dijîn. Ev rêjeya han, diyasporaya Kurd dike diyaspora çaremîn a cîhanê. Piraniya van Kurdên diyasporayê bêyî îradeya xwe koçber bûne. Diyaspora Kurd, bi taybetî jî ya li Almanyayê, perîferiyek bi hêz a navenda Kurdistanê ye. Îro li Almanyayê bi qasî 1.200.000 Kurd dijîn û bi vê çendaniya xwe li wir kêmneteweya herî mezin a piştî Tirkan e. Îro li Almanyayê nêzîkî 46000 kargehên Kurdan hene û salê qasî 20 milyar euro cîro dikin. Aktorên vê fenomenê nifşên yekemîn in ku heta niha qala wan pir nehatiye kirin.
Vêca ev xebata bi navê Xerîbên Biyanî, li ser herdu nifşên yekem ên karker û penaber ên diyasporaya Kurd a Almanyayê ye. Di vir de hem rewşa nifşên yekemîn hem jî mijarên bi wan re têkildar hatine amajekirin. Li ser mijara nifşên yekemîn, analîzeke komalgeha Kurd a Almanya tê kirin. Ev aktorên koçberiyê bi biyografiyên xwe ji aliyekî ve jan, kul û derdên civaka Kurd di nav xwe de digrin, ji aliyekî din ve jî deriyê cîhanê ji gelê Kurd re vekirine.
Avdo Karataş kî ye?
Avdo Karatas di sala 1974an de li Hezexê hatiye dinê. Dibistana sere tayî li Hezex, ya navîn li Aydinê, ya amadeyî li Nigdeyê xwendiye. Li Enqere, di Fakulteya Dil, Tarih, Cografya de zanîngeh xwendiye û di Hacettepe de master kiriye. Di zanîngeha Albert Ludwig ya Freiburgê de dest bi doktora kiriye, lê ji bo sedemên curbicur hê bi dawî neaniye. Li Almanya dijî. Zewicî ye û du zarokên wî hene.