25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xerîb Hiso: Bila Tirkiye çareseiyê ji Sûriyeyê re bihêle

Hevserokê PYDê Xerîb Hiso, diyar kir ku Tirkiye tevliheviyê dike naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî çê bibe û wiha got: “Bila Tirkiye çareseriyê ji Sûriyeyê re bihêl e, gel û civakên li Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin, aştî û demokrasiya xwe pêş bixin.”

Bi giştî li tevahiya Sûriyeyê û bi taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya kurdan û pêkhateyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên ku ji netewên ereb, suryan, asûr, ermen û hwd. pêk tên bi salan e tokoşîna jiyan û pêşerojeke azad, wekhev û demokratîk didin. Li aliyekî hêj li gelek deveran şer û pevçûn hene, li aliyê din jî bi taybetî li Rojava şoreşa gelan a Xwesirya Demokratîk ber bi encamekê ve diçe. Hem di warê siyasî û polîtîk de, hem jî di warê avakirina jiyaneke wekhev û demokratîk de geşedanên girîng pêş dikevin. Her wiha gefên Tirkiyeyê yên li ser kurdên li Sûriyeyê didome û ev yek jî bi xwe re rê li ber acizî û fikaran vedike. Li gel vê yekê di pêvajoyeke wiha girîng de yekitiya kurdan, parastina destkeftiyan û pêşeroja wan di rojevê de ye.  Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso li ser rewşa heyî pirsên me bersivand

Li aliyekî hukumeta demkî ya Şamê ku bi kiryarên xwe yên nedemokratîk di rojevê de ye, lê li aliyê din jî hevgirtina eniyeke demokrasiyê heye ku ji bo jiyaneke wekhev, aştiyane û demokratîk têdikoşe. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Eniya demokrasiyê, civaka demokratîk li Sûriyeyê xweş pêş dikeve û hemû pêkhateyên Sûriyeyê jî beşa civaka dermokratîk in, alîgirên demokrasiyê ne. Çimkî ev pêkhate biryarên hukumeta demkî qebûl nakin, red dikin, demokrasiyê qebûl dikin û dixwazin. Çimkî ev hukumeta heyî ne demokrat e, dijî demokrasiyê ye. Demorasî û nirxên demokrasiyê di qanûn û pîvanên vê hukumetê de nîn in. Ji bo wê jî gel û civakên li Sûriyeyê hebûna vana ya li ser îqtîdarê xeter dibînin û têkiliyê wan ên bi derve jî têkiliyeke li dijî îradeya gelê li Sûriyeyê ye. Li aliyekî têkiliyê gelan bi hev re pêş ketiye, yên wekî erebên sunî, xiristiyan, durzî, elewî, kurd, ermen û çerkes ango hemû pêkhate di warê demokrasiyê de bi hev re xweş têkildarin. Bi her awayî jî alîkariya hevdu dikin.

Gelo hevgirtina pêkhateyên li Sûriyeyê ji ber kiryarên ne demokratîk ê hukumeta demkî ye?

Ev jî bi serê xwe sedemek girîng e. Çimkî hemû kiryarên ku hukumeta gerguhêz ku li Şamê dike li dijî demokrasiyê ye, li dijî mafên mirovan e, parastin tê de nîn e, nirxên mirovî tê de nîn in, hemû kiryarên wan kuştin, talankirin û revandin e. Hemû nirxên mirov û civakê tên binpêkirin, lewma jî alîgirê wan pir kêm in. Ji bo wê jî alîgirên demokraziyê pirin û her ku diçin zêde dibin, belav û fireh dibin. Xeta demokrasiyê zêde bandorekê çê dike.

Nêzikatiya Tirkiyeyê ya bi giştî li ser Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser kurdan û çawa dibînin?

Niha jî HTŞ bi Tirkiyeyê re dibe alîkar, ku Tirkiye dixwaze xwe di Sûriyeyê de bi cih bike,  naxweze Sûriye ji destê wê biçe û ji bo wê jî ji HTŞê re dibe alîkar. Bi vê şêwazê nabe. Ev neçareserî ye. Belê tirkiyeyê alîkariya opozîzyona Sûriyeyê kiriye, alîkarîya komên çekter kiriye û hêj jî dike, di warê siyasî û aborî de ji gelên Sûriyeyê yên ku bûn penaber îstîfade jê dîtiye. Lê ji niha pê ve li dijî avakirina Sûriyeyeke nû, siyaseteke demokratîk ku Tirkiye siyasetê bike û polîtîkayan pêş bixe dê ev xeteriyeke pir mezin di herêmê de dide avakirin. Ev ji bo Tirkiyeyê jî nebaş e, ji bo Sûriyeyê jî nebaş e, hem jî ji bo dewletên derdor jî nebaş e. Ji bo wê jî her ku Tirkiye xwe li Sûriyeyê bi cih dike êrişên Îsraîlê zêde dibin. Lewma jî divê Tirkiye bi vê şêwazê nêzî Sûriyeyê nebûya û nebe.

Tirkiye li aliyekî bi kurdan re di nav pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk de ye, li aliyê din jî li dîjî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê gefan dixwe. Hûn vê nakokiyê çawa şîrove dikin?

Li aliyekî Tirkiye di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ye, qaşo dixwaze aştiyê pêk bîne, lê di hundirê Sûriyeyê de jî dixwaze aloziyê kûrtir bike, şer pêş bixe, mafên gelan înkar bike. Naxwaze Sûriye bibe welatekî demokratîk, dixwaze bibe Sûriyeke navendî. Ev israra Tirkiyeyê şaşitiyên siyasî ne. Tirkiye di destwerdan Sûriyeyê de israr e. Lê dewleteke cîran e, heke li Sûriyeyê aştî, aramî pêş nekeve dê li Tirkiyeyê çi aştî û aramî pêş bikeve. Heke li vir şer hebe, dê li wir jî şer hebe. Pêvajoya ku heye jî her tim di vê astê de namîn e, fireh dibe, girantir dibe, merhale xeter dibin. Em dibînin aloziyên siyasî li Tirkiyeyê jî hene, dewlet û civak li hemberî hev derdikevin, qeyûm datînin ser DEM Partî û CHPê. Bi vê şêwazê xeletiya dike. Tirkiye çawa ku dixwaze pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkieyê bide meşandin, divê li Sûriyeyê jî bide meşandin. Gerek israra Tirkiyeyê li Sûriyeyê ji bo diyalog, aştiyeke demokratîk hebe.

Çima Tirkiye aramî aştiya li Sûriyeyê bixwaze?

Xêrxwaziya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê dê ji bo wê be. Heke ev siyaset bimeşe dan û stendinên gelê Sûriyeyê bi hev re pir xurt dibin. Yekrêziyeke pir xurt di nava Sûriyeyê de çê dibe. Hemû pêkhate evîndarê demokrasiyê ne, evîndarê aştiyeke li ser bingeheke rast in. Li aliyek xeteke wiha heye û li Sûriyeyê pêş dikeve lê li aliyê din jî ji derve jî destekdayîneke aştî, demokrasi û aramiya Sûriyeyê jî heye. Ev jî tiştekî baş e, bi xwe re aramiyê tîne. Lê têkilî û siyaseta Tirkiye û Şamê ya li ser xirakirin, fitne, alozî jî heye û ev zirarê didin xwe jî. Gelê Sûriyeyê di ferqa van tiştan de ye, van tiştan dibînin. Ji bo wêjî bertekên durziyan hene, bertekên elewiyan hene, bertekên hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, her wiha li Heleb, Îdlib li dijî vê siyaseta wan bertek hene. Ji bo wê jî divê Tirkiye bi taktîkî nêzî hukumeta Şamê nebe, li gorî exlaqê siyasî, civakî, çandî û dîrokî nêz bibe. Çiqas Sûriye aram be, dê Tirkiye jî awqas aram be.

Tirkiye dixweze kurdên rojava di pêşeroja Sûriyeyê de bêmaf bihêle. Heke niyeteke wiha ya Tirkiyeyê hebe gelo dê çiqasî bikaribe li welat aştiyekê çê bike?

Bi serê xwe nakokiyeke û aşkere li ber çavan e. Ew bi xwe li siyaseta Tirkiyeyê vê dijî, aqilmendên Tirkiyeyê vê nakokiyê dijîn. Li aliyekê tuyê banga aştiyê bikî lê li milê din jî tuyê gefan li gelê kurd bixwî. Helbet ev tişt nayên qebûlkirin. Tirkiye dixweze kurdên li Sûriyeyê di pêşeroja Sûriyeyê de bêpar bihêl e. Heke ev nakokî nebe çi ye? Gelo Tirkiye çiqasî amade ye ku li welatê xwe aştiyekê çê bike? Ji bo mafê 30 milyon kurdên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn û pêkhateyên din divê destûra xwe ya bingehîn biguherîne.  Gelo dewleta Tirkiyeyê amadeya ku di destûra xwe de guhertina bike? Çimkî pêvajo pêvajoyeke aştiyê dest pê dike. Leheng dikarin aştiyê pêş bixin, aqilmend  dikare aştiyê pêş bixin, heke Tirkiye dixwaze li welatê xwe aştiyê pêş bixe û li gorî wê di destûra xwe de guherînan bike ku mafên hemû pêkateyan nas bike, gelo çima dixwaze me li Sûriyeyê bêmaf bihêle. Çima di Sûriyeyê de mafên me înkar dike. Di vir de nakokî heye. Dixweze me bêmaf bihêle, bi vê jî gumanê li ser vê pêvajoya aştiyê çê dike.

Bi we re gunamên çawa pêş dikeve?

Bi me re gumanan pêş dixe. Dibe ku dixwaze bi taktîkî nêzî vê pêvajoyê bibe, ji xwe re demê qezenc bike. Ev nerast e. Divê rêveberên Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bikin. Bi rastî jî aştiyeke mayînde dixwazin an jî taktîkî nêz dibin. Li aliyekî tuyê ji bo kurdên li Tirkiyeyê bêje aştî, lê li aliyê din jî tuyê ji bo kurdên li Sûriyeyê re şer bixwazî. Ev çawa çê dibe? Bi rastî jî kenê mirov bi axaftin û nêzikatiyên wan tê, tu baweriyê ava nake.

Hûn gefên li Rojava tê xwarin çawa dinirxînin?

Gefa ku li kurdên Rojava tê xwarin, di heman demê de gefa li aştiyê ye. Aştî û Civaka Demokratîk ku li Tirkiyeyê pêş bikeve dê bandora xwe ya erênî li Sûriyeyê jî bike, li seranserî herêmê jî bike. Lê bi nakokiyên wiha niyeta xwe didin der. Her wiha maye ku rewşe Rojava û Sûriyeyê ne wekî ya li Tirkiyeyê ye. Bila Tirkiye ji Sûriyeyê re bihêl e, gel û civakên li Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe di nav xwe de çareser bikin. Gelê Sûriyeyê dikarin aştiya xwe, demokrasiya xwe pêş bixin û ev li nav pêkhateyên Sûriyeyê jî gelekî pêş ketiye. Lê belê Tirkiye li vir  tevliheviyê dike, naxwaze li Sûriyeyê aştî û demokrasî çê bibe. Dema ku te xêr ji cîranê xwe re nexwest tê çi xêrê li xwe bikî.

Tirkiye ji çi ditirse û xeteriyên li pêşiya Tirkiyeyê hûn çawa dibînin?

Em Tirkiyeyê, siyaseta wê, nêzikatiya wê ya ji bo vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û dibînin. Di rewşa heyî de ne Sûriye, Tirkiye jî di xeteriyê de ye. Li Rojhilata Navîn çidibe, dê çi bibe, kîngê êriş li dijî kîjan welatî pêk tê nediyar e. Ev jî bingeha xwe ji siyasetên nakok digirin. Dema ku dewletek di nava xwe de nakokiyan bijî dê rê li ber rewşên cuda vebike. Zirarê bi xwe dikin û bala her kesî dikişînin ser xwe. Ji bo wê jî Tirkiye di rewşeke zehmet de dijî. Divê Tirkiye di vê pêvajoya aştiyê de bi israr be. Hem ji bo kurdên li Tirkiyeyê û hem jî ji bo kurdên li Sûriyeyê divê aştiyê pêş bixe. Bi vê yekê dê bikaribe dîroke nû binivîs e. Dewleta tirk ji çi ditirse? Ji mafên gelê kurd ditirse? Êdî tu nikarî mafên kurdan nas nekî û tune bihesibînî. Di asta cîhanê de êdî kurd wek qehreman tên nasîn. Di asta cîhanê de gelê kurd wekî gelekî herî berxwedêr, têkoşer tê nasîn. Gelê kurd ne pirsgirêk e, têkoşîna doza adilane dide. Ji bo wê jî di çarçoveya aştiyeke mayînde de çareseriyek bê pêşxistin. Pêwîstî bi vê heye û divê Tirkiye di vî warî de gavan biavêj e.

Di rewşeke wiha de lazim e kurd çi bikin?

Tifaq û yekitiya kurdî ji bo me gelekî girîng e. Gerek her kes ji bo wê bixebite. Bingeha wê jî li cem me Rojava heye û li Başûrê Kurdistanê jî heye. Me li vê derê gavek avêt û em li ser wê dixebitin. Şandeya kurdî ku li vê derê ava bûye, her wext dicive, naveroka xalên ku me diyar kiriye her tim tê guftugokirin. Lê li başûrê Kurdistanê jî gerek gavên wiha bên avêjtin. Kurdan berdêlên giran dane, ji bo azadiya xwe têkoşiyan û dikarin yekitiya xwe jî pêk bîne.

Bi yekitiyê kurd dê çi bi dest bixin?

Heke nakokî ji holê bêne rakirin bingeha yekitiya neteweyê tê avakirin. Ji bo wê jî lazim e li başûrê Kurdistanê hinekî din li ser yekitiyê xebat bêne kirin, têkoşîn bê dayîn. Baweriya me bi Başûr heye. Yekitî çiqas hebe parastin tê kirin. Ev yek jî rê li ber Rojhilat û Bakurê Kuridsanê jî vedike. Li çar aliyan jî em di çaraçoveya yekitiya neteweyî de em dikarin bigihêjin hev. Belê bi fîzîkî erdnîgarî kirine çar parçe lê wekî netew yekitiya xwe pêk bîne ev dibe nînakeke dîrokî ji Rojhilata Navîn re. Dema ku kurd di nava xwe de yekitiya neteweyî pêk bînin dê di haman demê xewn û xeyala pêşengên kurd û bi hezaran şehîdên azadiya Kurdistanê pêk bînin. Di heman demê de ku yekitî çê bibe êriş kêm dibin, yekitî çêbibe aramî çêdibe, hezkirin û girêdana bi axa û welat zêde dibe. Li ser vê bingehê jî divê em têbikoşin û xebata xwe pêş bixin. Dema ku mirov bibe yek dijberê mirov jî hesabê mirov dike. Dewlet û desthilatan nakokî di navbera gel û netewan de pêş xistine lê divê em vê yekê ji holê rakin. Ne li ser xeteke nijadperestî li ser yekitiya neteweyî û neteweya demokratîk divê hem yektiyekê ava bikin. Wekî PYD jî em di vê mijarê de xebatên xwe pêş dixin û bi israrin ku yekitiya neteweyî çê bibe.

Baş e astengiya li pêşiya yekitiya kurdan çi ye, çima kurd nabin yek?

Dem hatiye divê hemû pêşengên kurd têkevin nav liv û tevgerê. Ewlehiya civaka me, parastina civaka me, nirxên civaka me, xwedî derketina li civakê û misogerkirina mafên civakê bi yekitiyê pêkan e. Ji bo wê jî pêwîst e hemû pêşengê vê civakê bêne cem hevdu. Bi yekitiya pêşengan civak jî hêviyê digire. Lê mixabin hin caran berjewendiyên şexsî dikevin pêşiya yên yekitî û neteweyî. Ya girîng, yekrêzî, mafên gelê kurd, azadî û civakbûn bê parastin. Ev jî armanca partiyên siyasî ne. Başe wê demê çima tişta ku partiyên kurd li ser li hev nekin çi ye? Divê ji berjewendiyên partîtiyê wêdetir berjewendiyên gel esas bên girtin.  Ji bo wê jî divê hemû partiyên me yên Kurdistanî di vê mijarê de xwedî hewlest bin. Di vê serdemê de herî zêde pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye û bi yekitiyê civak tê parastin.

Gelo kesê ji yekitiyê re pêşengiyê bike tune ye?

Rêberekî wekî Rêber Apo ku ev 26 salin di zindanê de ye, di zindanê de siyaseta cihanê dinirxîn e û zirara wê li ser herêmê dibine. Di nava çar dîwaran de projeyeke Aştiyê û Civaka Demokratîk  pêşkêş kiriye, her wiha civak û demokratîk esas girtiye. Li gorî wê emê çi bikin? Ma gerek hinekî din ji me re bêjin. Çima em bi xwe nakin. Vaye Rêber Apo pêşengiya vê projeya Aştî û Civaka Demokratîk û pêşengiya yekitiya neteweyî dike.