Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî êrîşên artêşa tirk û koma wê ya paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Silopiya ya Şirnexê meş li dar xistin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl û gelek kes tev li meşe bûn. Girseya ku li pêşiya Dibistana Cumhuriyetê hat gel hev, bi pankarta ‘Rojava rûmeta me ye’ û dovîzên ‘Bijî Şoreşa Rojava ya jinan’ , ‘Kobanê neket Minbic jî nakeve’ û ‘Bijî gelê Rojava’ hatin hilgirtin.
Meşvanên ber bi avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ve meşiyan, di meşê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye’, ‘Jin jiyan azadî’ û ‘AKP dê hesab bide gel’ berz kirin.
Girsê bi çepik û dirûşman heta ber deriyê avahiya DEM Partiyê meşiyan û li vir daxuyanî dan. Hevserokê DBPê yê Şirnexê Sekvan Kiliç di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dixwazin êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin û wiha got: “Bangawaziya me ji bo tevahiya cîhanê ye; em dixwazin ku li Sûriyeyê çareseriyek çêbibe. Em qebûl nakin ku çeteyên DAIŞê careke din êrîşî Rojava bikin. Dê piştevanî û têkoşîna me ya ji bo Rojava bidome. Hêza çareseriyê birêz Ocalan e. Deriyê azadiyê û aştiyê Îmrali ye. Em dibêjin vî deriyî vekin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlisê Huseyîn Olan jî anî ziman ku pirsgirêk ne bi şer, divê bi rêya diyalogê bên çareserkirin û banga pêşîlêgirtina êrêşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qada navneteweyî kir. Olan, destnîşan kir ku ji bo pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta Esad hate hilweşandin. 10 sal beriya niha ji bo rizgariya mirovahiyê jinên cîhanê, kal û pîran bedenên xwe kirin mertal. Lêbelê îro tê xwestin ku ew deskeftî bên tunekirin. Gelê kurd 10 sal berê çawa li ber xwe dabe dê îro jî li ber xwe bide. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe, bi rêya demokrasiyê çareser dibe. Rêya vê jî diyar e, rêya vê Îmrali ye. Di hevdîtina herî dawî de birêz Ocalan anî ziman ku hêza wî ya teorîk û pratîk heye ku çareser bike. Em êdî naxwazin mirin çêbibe. Divê ku ev pirsgirêk bi aştiyê bê çareserkirin. Em dixwazin hêzên navdewletî rê li ber rijandina xwînê bigirin. Ha Qamişlo, ha Nisêbîn ji bo me ferq nake em ê tebikoşin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.