12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Şengalê li warê xwe vedigerin

Aramiya li Şengalê rê li ber vegera şengeliyan vedike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku nêzî 2 hezar koçber ji kampên Dihokê vegerane Şengalê

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku hezar û 841 koçber ên li kampên li sînorê Dihokê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.

Hate gotin ku ji bo koçberên vedigerin bi qasî 4 milyon dînarê Iraqî tê dayîn, kel û pelên nav malê jî tên pêşwazîkirin.

Koçberên vedigerin Şengalê ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û saziyên wêve, tên pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye bi biryara Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê, tê payîn heya serê meha Tîrmehê hemû koçberên di nav kampan de ji bo warên wan werin vegerandin.