Ji 20’ê gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike.
Ev 16 roj in penaberên Mexmûrê li dijî vê ferzkirinê li ber xwe didin.
Xelkê wargehê bi şev û roj nobedê digire. Leşkerên Iraqê hê jî bi israr in ku wargehê bi têlan dorpêç bikin.