12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê Kobanê li dijî dagirkerî û tecrîdê meşiya

Endamên saziyên civakî, xwendekarên zanîngehê û ciwanên herêma Firatê jî di nav de bi sedan kes li Kobanê li dijî êrişên dagirkerî, îxanet û tecrîda li Îmraliyê meşiyan.
Gel li qada Jinan a Azad kom bûn bi dirûşmeyeyên “Bi vîna gelan û gerîla, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin, xeta xiyanetê û tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin” heta qada Şehîd Egîd meşiya.

Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Mislim daxuyaniyek da. Enwer Mislim destnîşan kir ku yekane rêya çareseriyê projeya neteweya demokratîk e û wiha got: “Dijmin ji vê projeyê ditirse. Lewma bi her awayî êriş dike û dixwaze projeyê tune bike. Dewleta tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya cîhanê guhertina demografîk dike. Projeyên xwe yên herî metirsîdar bi cih tîne.”

Enwer Mislim bang li gelên herêmê kir ku dakeve qadan, li ber dagirkeriyê rabin û dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin.
Bi navê Kongreya Star Litfiye Silêman jî anî ziman ku dewleta tirk ji bo têkbirina aştî û azadiya gelan çi ji dest tê dike. Litfiye Silêman diyar kir ku li dijî vê êrişkariyê divê ew têkoşîna xwe xurtir bikin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî xiyanet û dagirkeriyê bi dawî bû.