8 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xelkê kantona Firatê bi dirûşma ‘Em hemû HSDyî ne’ meşiya

Şêniyên kantona Firatê bi rengekî girseyî li Kobanê meşiyan û nîşan dan ku ew li gel HSDê ne. Di meşê de hat destnîşankirin ku wê her tim li dora HSDê bibin xelek.

Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê ji bo piştgiriya bi HSDê re daketin qadan û meşiyan.

Girseyê ji qada Jina Azad dest bi meşê kir. Di meşê de alên HSDê û wêneyên şehîdên azadiyê û pankartên “Em hemû HSDê ne”, “Em hemû HSDê ne, HSD`ê rûmeta me ne” hatin hildan û bê navber dirûşma “Bijî berxwedana HSDê” hat qîrîn.

Girseya gel ber bi qada Şehîd Egîd ve meşiyan, li vir deqeya rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan hat girtin, pişte ji Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismaîl Ismaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir.

Ismaîl Ismaîl got: “Şervanên di çeperên şer de çi li milê bendava Tişrînê, çi li pira Qereqozaxê, gundewarên Micbicê û her wiha li milê Girê Spî jî şerekî giran dikin. Di vî şerî de şervanên me berxwedaneke dîrokî dikin.”

Ismaîl Ismaîl diyar kir ku Dewleta Tirk û çeteyên wê her tim planên xwe yên qirêj didin meşadin, lê her tim şervanên HSDê ew planên wan têk birin û got: “Armanca Dewleta Tirk ji vê yekê ew e ku her tim dixwaze Kobanê dorpêç bike. Lê ev yek dûrî xewn û xeyalên wan e, bila vê yekê tu carî nehizirin, ji ber ku berxwedana şervanên me tu carî nahêlin axa wan binpê bibe. Şervanên HSDê her tim êrîşên dagirkeriyê têk dibin, wê her tim dagirkeran têk bibin. Em ê jî her tim li derdora HSDê bibin xelek.”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş diyar kir ku şervanên HSD, YPG, YPJê her tim li hemberî dagirkeriyê têdikoşin, li ber xwe didin û got: “Şervanên me her tim êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên hovane têk dibin û li hemberî wan berxwedaneke dîrokî bi tîpên zêrîn dinivisînin. Gelê me yê bi rûmet kombûna me ya li vê derê ji bo ku em piştgiriya hêza xwe ya YPG, YPJ, HSDê bikin, berxwedana wan a dîrokî pîroz bikin. Em hemû HSDyî ne, em ê her tim li pişta hêza xwe bin û wan biparêzin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana HSDê” bi dawî bû.