25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad aşkera bûn

Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin.

Encama pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hat aşkerakirin. Xelat, dê di 20ê Îlonê saet di 18.00ê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bi torenekê bên dayin.

Nûçeyên Kurdî

Endamên juriyê ku ji Sîma Birokê, Munever Kandemîr, Îdrîs Kara, Bişar Durgut û Ramazan Olçen pêk dihat, tu serlêdan hêjayî xelatê nedît.

Beşa Tirkî

Di Beşa Tirkî de endamên juriyê Banu Guven, Faruk Bîldîrîcî, Alî Duran Topuz, Candan Yildiz, Nezahat Dogan û Mehmet Alî Çelebî, ji Bir+Bir Expressê nûçeya Adem Ozgur a “Rêwîtiya ber bi Welatê Xerîbiyê ve (Welatê Xerîbîye’ye Yolculuk”” hêjayî xelata yekemîn dît. Ji HalkTv.com.tr’ê nûçeya Cengîz Karagoz a bi sernavê “Dema bavê zarokê pê re şer kiribûn qeymeqam derketî jiyana wan tarî bû: Tiştên li qereqola Mezîtliyê hatin jiyîn hiş serê mirov dibe (Kavga ettîklerî çocûgûn babasi kaymakam çikinca hayatlari karardi: Mezîtlî karakolûnda yaşananlar kan dondûrdû)” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.

Juriyê, di Beşa Vîdeo-Nûçeya Bidîmen de jî ji Vosy Media’yê xebata Mûrat Baykara û Tuncay Ogreten a bi sernavê “Li Vatanê Îşkence: Li Pey Raporên Derbkirinê yên Tên Veşartin (Vatanda Îşkence: Gîzlenen Darp Raporlarinin Îzinde)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.

Beşa Wêneyan

Endamên juriya Beşa Wêneyê Oznûr Deger, Mûrat Baykara, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Ramazan Ozturk, bi piraniya dengan wêneyê bi mijara “Koç (Goç)” hêjayî xelata yekemîniyê dît.

Beşa Karîkaturê

Endamên juriyê ku ji Asli Alpar, Erceren, Kemal Gokhan Gurses û Ronî Bate pêk tê, xelata yekemîn da karîkatûrê Nûrî Dogan a bi sernavê “Ne Keser (Keder Degîl)”. Juriyê, karîkatûrê Mahmût Ulusan (Di Girtîgeha Ereglî ya Konyayê de ye) jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.

Rojnamegeriya Jinê

Endamên juriya Rojnamegeriya Jinê Arjîn Dîlek Oncel, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş û Bîrcan Degîrmencî tu nûçeyên ji bo pêşbirkê hatin şandin hêjayî xelata yekemîn nedît. Juriyê, ji JINNEWSê nûçeya Elfazî Toral a bi sernavê “Dav bi dav têkoşîna aştiyê (Îlmek Îlmek Bariş Mucadelesî)” ku çîroka Dayikên Aştiyê vedibêje, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît.