Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4ê çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadî”yê li dar bixe. Veysi Aktaş û Çetin Arkaş yên ku zêdetirî 30 salan girtî man û bi salan bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî man, Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û siyasetmedar Leyla Zana dê di mîtîngê de biaxivin.
Nûner û rêveberên DEM Partiyê û rêxistinên civakî li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo mîtînga “Hêvî û Azadiyê” xebatên xwe berdewam dike. Di van serdanan de, bi dikandar û welatiyan re sohbet kirin, broşur belavkirin û ji welatiyan xwestin ku beşdarî mîtînga 4ê çile bibin. Hevşaredarên Şemrexê Kudret Uçuk û Hamdîn Demîr bal kişandin ser yekîtî û hevgirtinê û xwestin ku welatî ji bo aştî, azadî û mafê heviyê beşdarî mîtîngê bibin.
