12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebata sereke azadiya Abdullah Ocalan e

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif diyar kir ku di kongreyê de biryara sereke xebatên ji bo mîsokerkirina azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û wiha got: “Em ê çalakî û asta têkoşînê bilind bikin.”

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 21-22’yê îlonê de kongreya xwe ya 10ʹemîn bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk”  li Hesekê pêk anî. 700 delege beşdarî kongreyê bûn. Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê. Dê kongre 90 endam ji bo Meclisa Giştî ya PYDʹê hatin hilbijartin û hin biryarên nû stendin.

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif der barê biryarên di kongreyê de hatin girtin axivî û wiha got: “Partiya me 21 sal in ji bo em karibin mafê gelê xwe mîsoger bikin, di şoreşê de destkeftiyên mezin biparêzin, şoreşek mayinde û statuya bi gelên herêmê re pêş bixin, bi vî rol û mîsyonî tev digere.”

Perwîn Yûsif, da zanîn ku li Rojhilata Navîn şerê îktîdarê tê kirin û wiha axivî:  “Li dijî wê di aliyê rêxistinî, siyasî û dîplomasî de ji bo partî karibe kar û barê xwe binirxîne, em di kongreyê de li ser van mijaran gelek rawestiyan. Ji bo em xwe ji van şeran rizgar bikin niqaşên fireh pêş ketin. Me li ser mijara ‘Em ê çawa şoreşê mezin bikin û bi serkeftinê tacîdar bikin’ niqaş kir. Me rêzikname ji nû ve niqaş kir. Di aliyê mekanîzmayê de hin guhertin hatin kirin. Ji bo em karibin bêtir bingeha di nava gel de kûr bikin, gel bi rêxistin bikin û civakek exleqî û polîtîk pêş bixin, bêtir em karibin xwe bigînin hemû beşên civakê nirxandin û guhertin hatin kirin. Em li ser mekanizmaya rêxistinkirina gel rawestiyan. Li ser mîsogeriya azadiya fizîkî ya Rêber Apo û belavkirina fikr û felsefeya Rêber Apo û Modernîteya Demokratîk biryar hatin girtin. Bi rêya panel, civîn, komxebat û semîneran em ê vê fikre belav bikin. Ji bo em karibin çanda neteweya demokratîk bikin çanda civakê û çanda komînal û li her derê bi rêxistin bikin, ji bo wê di aliyê rêxistinî de plansazî hatin kirin.”

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif der barê xebatên li pêş partiyê nirxand û wiha got: “Di dirûşma kongreyê de jî diyarbû. Sê armancên me yên sereke hene. Armanca yekemîn azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ya duyemîn, mîsogerkirina rêveberiya xweser e. Ya seyemîn jî avakirina Sûriyeyek demokratîk a navendî ye. Ji bo wê jî em wekî partî bi hemû derfetên xwe ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Niha tecrîd didome. Hemû endamên kongreyê diyar kirin ku ev tecrîd li ser gelê kurd, doza gelê kurd e. Tecrîd li ser heqiqeta vî gelî ye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li dijî fikrên wî ye. Ji bo fikrên wî belav nebe ye. Ji bo em bibin hêza çareseriyê divê em vê tecrîdê bişkînin û dîwarên Îmraliyê bê şikandin. Em ê çalakî û asta têkoşînê bilind bikin. Ji bo gel xwe biparêze divê di her milî de gel xwe perwerde bike. Divê yekitiyê xurt bike, rêxistinê xurt bike û milê hêzên civakî xurt bike. Divê Hêza Parastina Civakê (HPC) bi rêxistin bike. Ji bo her endamekî-a PYD’ê karibe civakê di her milî de biparêze, dê xwe li gorî wê perwerde bike.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê