11 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Wisa kar nayê kirin birêz Bogdanov!

Di encama civîna Astanyê de tu nêzîkbûnên di navbera rejîmên Sûriye û Tirkiyeyê de wek ku Rûsya û Îranê hêvî dikir, nehatin nîşandan û tu hêviyên çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê nehatin diyarkirin

Ajansa ANHA’yê der barê 20’emîn civîna Astanyayê de analîzek parvekiriye ku tê de rexne li şandeyê serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê Mikhail Bogdanov, tê kirin. Bogdanov beriya civîna Astanayê dest pê bike gelek rexneyên tund û tewanbariyên bê bingeh li Rêveberiya xweser kiribûn. Analîza ku di der barê daxuyaniya Bogdanov û encamên civîna Astanyayê de hatiye weşandin wiha ye: Di encama civînê de daxuyaniyek tam wek daxuyaniyên 19 civînên borî hat dayîn ku wek her car teqezî bi girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê û serweriya wê hat dayîn.

Tiştê balkêş di vê gerê de daxuyaniyên şandeyê serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê Mikhail Bogdanov ên berî civînê bi çend saetan e. Bogdanov Rêveberiya Xweser wek “projeyeke cudaxwaz” bi nav kir û got ku Amerîka rê li ber diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyeyê de digire û Washington destekê dide rêxistinên kurdî yên di bin siya Rêveberiya Xweser de û ev jî ji bo wan nayê qebûlkirin û metirsiyê dide yekitiya xaka Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser a ku xwe ji nîqaşên wisa bê wate dûr xist, wiha bersiva van daxuyaniyan da: “Rêveberiya Xweser di biryara xwe ya niştîmanî ya Sûriyeyî de serbixwe ye û xwe naxe nav doz û nakokiyên di navbera hêzên herêmî û yên navneteweyî de. Ew xwedî projeyeke niştîmanî ya Sûriyeyî ye. Dîsa jî Rêveberiya Xweser amade ye bi hemû aliyên Sûriyeyê re ji bo çareserkirina kirîzê diyalogê pêk bîne.”

Kar ne wiha tê kirin birêz Bogdanov!

Pênasekirina Rêveberiya Xweser wek “projeyeke cudaxwaz” ji aliyê berpirsên Rûsyayê ve ne tiştekî nû ye ku wan jî beyannameya Rêveberiya Xweser a di 18’ê Nîsanê de bi temamî paşguh kirine. Rêveberiya Xweser di wê beyannameyê de teqezî da yekitiya xaka Sûriyeyê û bidawîkirina zehmetiyên gelê Sûriyeyê û hemû aliyên siyasî ji bo beşdariya di beyannameyê de vexwendin û gelek bendên din ku niştîmanperweriya wê diyar dike. Lê belê ev beyanname hem ji aliyê hikumeta Şamê ve hem jî ji aliyê dewletên “garantor” ve hat paşguhkirin.

Dibe ku hin têbîniyên me der barê xebata Rêveberiya Xweser de hebin, lê belê rola wê di şerê li dijî DAIŞ û Cebhet El Nusra û hevkarên wan de nayê înkarkirin. Her wiha wê di oxirkirina parastina herêmê û dewletên derdorê ji terorê û metirsiya wê de zêdetirî 11 hezar şehîd û gelek birîndar dan. Em nikarin rola wê di birêvebirina ji sisiyan yekê axa Sûriyeyê ku 5 milyon kes lê dijîn, înkar bikin dema ku hikumeta Şamê jê derket.

Bogdanov û kesên wekî wî van tiştan nabînin

Dewleta tirk a ku bi qasî rûbera Îsraîlê ji xaka Sûriyeyê desteserkiriye û li wan deveran siyasetên Tirkirinê dimeşîne û li welatiyan ferz dike ku lîreyê tirk bi kar bînin, ala Tirkiyeyê li ser avahî û saziyan daliqînin, perwerdehiya bi zimanê tirkî li dibistanan ferz dike, navên bajar û gundar diguhere, şûnwaran talan dike, daran dibire, destekê dide rêxistinên tundraw û kiryarên hovane pêk tîne.

Ji bilî wê, Erdogan pêkanîna lihevkirinên Sûçî û Enqereyê yên têkildarî Idlibê dereng dixe; cudakirina rêxistinên çekdar ên nerm, vekirina rêya Heleb-Laziqiye. Her wiha, dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên bi çekên kîmyawî û hedefgirtinan bi awayekî rojane didomîne û kesayetên welatparêz, leşkerî û sivîl hedef digire. Herî dawî hedefgirtina Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş, endamê meclisê Firat Tuma li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê di 20`ê Hezîranê de.

Berpirsên rûs li hember van binpêkirinan, dengê xwe nekirin

Kilîda çareseriya kirîza Sûriyeyê ya li gor biryara 2254 pêwîst dike bi hêza siyasî ya herî mezin re diyalog bê kirin, ev hêz jî Rêveberiya Xweser e. Ev rêveberî xwedî girîngiya leşkerî, aborî û demografî ye. Her tim banga lidarxistina diyalogê kiriye ji bo ku li ser aliyên nakok were lihevkirin û xewna sûriyeyiyan pêk were.

Her kes jî dizane ku Rêveberiya Xweser ji destpêka kirîza Sûriyeyê de ji hemû civîn û diyalogên der barê çareserkirina kirîza Sûriyeyê de tê dûrxistin. Ji dîroka derxistina biryara NY`yê bi hejmar 2254 sala 2015`an, heta bigihêje hevdîtinên dewletên Troika, Rûsya, Îran û Tirkiye, gelek civînên Astana, Sûçî û komîteya destûrê û heta niha jî ew rewş didome.

Ev dûrxistin jî bi carekê ne li gor berjewendiya gelê Sûriyeyê û çareseriya kirîzê ye.

Gelo Rûsya û Îran dê zextê li hikumeta Şamê bikin da ku em hevdîtinekê di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û yên hikumeta Şamê de bibînin, beyî dûrxistina aliyên siyasî yên opozîsyonê ji yên ku bi çareseriya siyasî bawer dikin. Da ku pê re danûstandin dest pê bike û alozî bi dawî bibe, gelo Sûriyeyê dê destpêka bidawîbûna êşên xwe bijî. Nedubarekirina aloziyê di pêşerojê de misoger dike, heta bigihêjin Sûriyeya nû ya ilmanî, demokratîk, nenavendî, adil û bi hêz.