Zimanê zikmakî nasnameya her kes û her neteweyî ye. Heger her gel zimanê xwe yê zikmakî winda bike, bêguman wê bibe sedema jiholêrakirina nasnameya çandî û windakirina nasnameya netweya xwe jî. Ziman nasname ye. Yên ku nasnameya wan tunebe welatê wan jî tune ye. Yên zimanê xwe winda bikin dê welatê xwe jî winda bikin. Nasname xwedîtî di nav xwe de dihewîne, ji ber ku pêwîstiya nasnameyê ji girêdana mirov bi xwe ye ku jê nayê veqetandin. Xwedîbûn taybetmendiyek xwerû ya nasnameyê ye.
Ger nasname ji holê rabe, girêdan jî ji holê radibe. Nasnameya me ya kurdî girêdana bi zimanê me yê kurdî ye û zimanê zikmakî, di hilgirtina nasname û nîşankirina taybetmendiya xwe de, peywira herî mezin û pîroz e.
Ji ber vê yekê bang li dilsotiyên tê kirin ku li ber ronahiya serdestiya zimanên biyanî û bikaranîna wan li ser hesabê zimanê dayikê, li hember kêşeyên li pêşiya zimanê me yên zikmakî rawestin. Ji ber ku ev yek dibe sedem ku zimanê me yê zikmakî di paşerojê de bi taybetî jî di nav kurdên Bakur de ji holê rabe.
Ziman ne tenê navgîna derbirînê û ragihandinê ye, belkî keştiya raman û çandê ye û bi wî awayî takekes di nav çanda civaka xwe de cih digire.
Ji ber vê yekê, rêveberên komîn û saziyên çandê û komalênên li Ewropa û hundirîn berpirsiyar in û divê van tiştan bikin:
Derxistina biryareke tund a qedexekirina axaftina bi zimanên tirkî û ne-tirkî li komale, komîn, sazî, civîn, semînerên siyasî, çalakî û cejnan, li kar û heta li malê jî, û tenê axaftina bi zimanê kurdî.
Nîqaş nayên qebûlkirin û neheqî ne. Heya ku hûn fêrî axaftina tirkî, almanî, fransî, îngilîzî, spanî, rûsî, swêdî, danîmarkî, holandî, belçîkî, swîstrî dibin. Hûn karin zimanê xwe jî fêr bibin, heger hûn pir bi xîret û welatparêz in û hûn bi rastî kurdperwerî û ji zimanê xwe hez dikin!
Parastina zimanê dayikê, nayê wê wateyê ku ji zimanên din re venebûn û çanda wan bi dest nexin. Bêguman bidestxistina zimanên biyanî çanda me dewlemend dike, lê divê zimanê biyanî nebe li ser hesaba zimanê zikmakî ku bingeh û bîreweriya, depoya mîrat û sernavê kesayeta me.
Zimanê zikmakî ne tenê peyveke seretaye, ew bawerî û berpirsiyariyeke neteweyî, exlaqî û mirovî ye. Divê her kesek di civakê de zimanê xwe biparêze, fêrî zarokên xwe bike û di mejiyê xwe de biçîne, da ku wî biparêze û ji tunebûnê rizgar bike.
Parastina ziman tê wateya parastina nasnameya neteweyî.
Zimanê zikmakî ji bo mirovekî nirxtir û watetir e, yê ku qîmeta zimanê xwe nizanibe, ne nirxa nasnameya xwe û ne jî buhabûna dîroka xwe nizane.
Mixabin piraniya kurdên Bakur, heta yên nêzîkî tevgera azadiyê û girêdayî wê jî, bi zimanê tirkî li ser zimanê xwe yê zikmakî bi şabazê û îftîxarî dikin. Di mala gel de bi şabazê bi tirkî diaxivin û ji bilî hinek kurdên Rojava kes ji wan napirse û wan rexne nake.
Ey kurdo: Ku tu 24 saetan li kar û malê, di komale û kolanan de bi tirkî biaxivî, ev tê wê wateyê ku tu zimanê tirkî ji zimanê xwe yê zikmakî bêtir şanaz û serbilindî. Ev jî nîşana lawazbûna te ya welatparêzî û çandparezî ye, ev jî nebûna netewparêziya te bi xwe ye.
Nîşe: Ez ramanên xwe û tiştên ku ez derdixim pêş zanim ku gelek kes jê hez nakin. Lê bawer im tiştê ku ez pêşniyar dikim ji doza gelê min ê mezin re sûd girtine.
Ez guh nadim kîjan ji gotinên min hez nake. Ez xwedî li fêlebaziya durûtî dernakevim. Ez tenê ji kesên zimansexte re dilşewat im.
Doza gel di ser her tiştî re ye. Min sondxwar ku li ser soza xwe ez ê neyartiya her kesî bi ilêrî û cesaret, berdewamya rexneyên erênî bikim.
Ev dîmen û wêne bi zelalîyeke pak hatiye rave û xuya kirin, ev bêhurmetî li ti kesî nake. Dibe peyama min bigihêje kesên xemdar û çavnebarên rêveber ku dawî li fêlbaziya xwepişaftin û auto asîmîlasyona ziman bînin û derziya hişbirê ya tirkî ji laşê kurdî vekişînin, da ku noşiya zikmakî hişyar be û xweşiya civakî ramyarî be!