Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (HWO) Margaret Harris ji rojnamevanan re axivî û destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên şerê Sûdanê zêdetir dibe û ev agahî parve kirin: “Li gorî WHO`yê, heta niha 413 kes hatine kuştin, 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.”
Vê sibehê fermandariya Hêzên Piştevaniya Lezgîn qebûl kir ku heta 72 saetan agribest bê ragihandin û îro ji saet 06:00`ê sibehê de bikeve meriyetê.
Hêjayî gotinê ye ku armanc ji agirbestê ew e ku korîdorên mirovî ji bo derxistina sivîlan bên vekirin.